Rojhilata Navîn, warê hûnandina destpêka jiyana bi pergal, warê, dîrok, çand, civak ramyarî, zanist û hunera ku civaka xwezayî (civaka mirovatiyê) Ji bo ku bi awayekî pêþketî xwe bidin berdewam kirin. Ji xwezaya xwezayî ( xwezaya ekolojîk) wergirtine û bi van têgihîþtinên razber û þênber ximê þaristaniyê ku pê dihat avêtinê ye. “Bêguman di destpêkê de ev xim ne ximê þaristaniya dewletparêz û hegemonîk bû” Rojhilata Navîn ji vê pêþketina gewre re dayikatî û mazûvantiyekî bêhempa kiriye. Wekî tê zanîn ev mazûvantiya bêhempa ji taybetmendiya erdnîgariya wê dihat. Di serî de ew têgihîþtinên razber, bi þoreþa çandiniyê (neolîtîk) re û di kesayeta dayikê de þênbar bûn û rê li ber pêvajoyek nû vekirin.
Bi wê pêvajoyê re civak bêhtir xwezayê nasdikin û li gorî berjewendiyê pêþketina xwe bi kar tînin. Lê ev bikaranîn rûxandin nîn e. Jê sêd wergirtine. Lewre berovajî mêjûyê dewletparêz, mêjûyê civakparêz yê wê çaxê dizane ku ev bikaranîn wekî rûxandan werekirin dê ew ê destpêka rûxandina ximê xwe bidin destpêkirin. Bi pêvajoya pêþketina pozîtîf( erênî) demokratîk û dayiksalarî re; xweza, civak, erdnîgarî, dîrok ramyarî, huner û hemû diyarde, rastî îxaneta di binê mêjûyê mêr û pêvajoya destpêka dewlet û hegemonyayê hatin. Bi vê rewþê re dirûvê pêþketina dîrokê guherî, hegemonyaya mêjûyê dewletparêzî yê, civakê hilda binê baskê xwe yê dojehî. Civakan pol bi pol jihev veqetandin. Di serî de; jin,karker, zeneetkar, hunermend, “Kesên ku teslîmbûn hildan binê bandora xwe, kesê ku teslîm nebûn ji mirin li ser wan barandin” hemû civak dorpêç kirin. Ew rewþ heta roja îro bi awayekî trajîk berdewam kir. Lê di vê pêvajoyêde hemû civak teslîm nebûn. Bi taybetî civakên Rojhilata Navin û mezopotamyayî (kurdistanî) li hemberî hemû çewisandin û êrîþan tim li ber xwe dane van berxwedanan di dîrokê, di bin; nav, þêwaz li taybetmendiyen cuda de heta roja îroyîn berdewam kirine.
Lê dewletên hegemonîk û îqtîdarparêz, bi rê û rebazên; xizan bike, têhn bike, birçî bike û bi xwe ve girê bide, tim xwestine ku gelên demokratîk û ekolojîk bikin binê hegemonyaya xwe.
Ji wan gel û civakên berxwedêr yek ji gelê kurd e.
BERXWDANA JI BO JÎNÊ
Di dîrokê de li hemberî hemû; qetliyam, piþaftin, êþ, azar û trajediya mezin jî tim li ber xwe daye û hetanî roja îro hatiye. Îro ji wekî “tevgera kurd” di nava berxwedanek mezin daye. Neyarên gelê kurd wekî berê îro jî dixwazin gelê kurd bi xizantî û birçibûnê bi xwe ve girê bidin. Bi vê rewþê ve girêdayî bi “Qetilkirinên fizîkî re erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê jî tarûmar dikin û hewl didin ku kurd, ji aliyê aboriyê ve bi xwe ve girê bidin. Lê gelê kurd û tevgera wê ne yên berê ne. Li ser hemû beþên jiyana civakî, sazî û dezgehên vê tevgerê hene. Yek ji van sazî û dezgehen herî girîng jî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) e. KCD’ê di Kurdistanê de di warê; civakî, aborî û rêxistinî de barekî giran daye ser milê xwe. Bêguman di gelek warên civakî de xebatên ku KCD’e pêk bîne hene. Lê bi taybetî em ê li ser mijarekî ku van rojan di çapemeniya kurd de dertê pêþ bisekinin. Ew jî mijara karkerên demsalê ye. Wekî tê zanîn ku bi hezaran malbatên kurd, mecbûr dimînin û diçin bajarên Tirkiyeyê yên cur bi cur dixebitin. Wekî tê zanîn ji ber polîtîkayên dewletê (yên têhn bike, birçî bike û bi xwe ve girê bide) Hejmareke girîng a civaka gelê kurd “di serî de aborî” di gelek waran de bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ne. Bê guman azadî. Ji bo gelê kurd pirsgirêka sereke ye. Lê sedemekî giran a bindestiyê ji pirsgirêka aboriyê ye. Jiber pirsgirêkên aborî bi hezaran malbatên kurd neçar dimînin û diçin bajarên Tirkiyeyê û di rewþek trajîk de bi mehan, nano-ziko dixebitin. Ev rewþ yeko yek wêneyekê ber bi çav yê bindestiyê ye û sal bi sal dubare dibe. Bi rastî rûmeta mirov vê rewþê bi tu awayî qebûl nake. Bi qasî trajediya madî, trajediya manewî jî tê jiyîn. Zarok, ciwan, jin mêr bi hezaran kes diçin welatê ku çand û zimanê wan nizanin û bi mehan hewl didin ku bijin. Û pêve jî ji hêla, dewletê û binecihê wan deran ve, wekî hov tên ditin. Ew derûniya giran ya neyînî ku li ser zarokan rû dide. Ew rewþa xerab ya ku wan ciwanên kurd ku di navde dijîn. Ew berdewam kirina, xêr ji xwe nedîtina dayik û bavên me… Li ser van hemû rewþan de ji teror û nijadperestiya ku bi destê dewletê ve li ser wan tê meþandin û zilm û heqerata ku di kon, zevi, bajar û hwd… Li wan tê kirin, êdî sebra rûmetê bi tu awayî hêviya selametê nikare bisekine.
TRAJEDIYA GELÊ KURD
Bi taybetî îsal (2011) di vê rêwîtiya trajîk de direk bi destê dewletê û bi geþkirina çapemeniya faþîst, êrîþên berfireh. Ji aliyên derdorên nijadperest ve hatin û tên lidarxistin. Bê guman ev êrîþ ne êrîþên ji rêzê ne, ev êrîþ ravekirina serdest bûyina wan û bindestkirina gelê kurd e. Tiþtê ku mirov diêþîne ew e ku welatekî mînanî Kurdistanê ku ji þoreþa çandîniyê (neolitik) re mazûvantî kiriye lê gelê kurd îro di rewþek bi vê awayê de ye.
Mirov îro jî li erdnîgariya Kurdistanê dinêre mirov dibîne ku çiqas dewlemend e. Bi taybet çiyayên bilind, deþtên dûr û dirêj û berfireh, çemên mezin û dirêj herî zêde ji çandiniyê re dest vekiriye. Li hember van taybetmendiyên erdnîgariya me jî, gelê me ji bo xebata çandiniyê diçin welatên biyan û bi van trajediyara rû bi rû dimînin. Li vir li hember hemû astengiyên dewletên dagirker jî barekî giran dikeve ser milê KCD’ê. KCD bi modela Xweseriya Demokratîk re, dikare mîsyona þoreþa çandiniyê ya ku ji aliyê mêjûyên îqtîdarparêz ve hatiye berovajîkirin, rast analîz bike û cihê ku lê hatiye wendakirin, li wir disa lê bigere û ev þoreþa ku nirx exlaq û polîtîzekirina civaka mirovahiyê daye destpêkirin, li gorî rastiya sedsala, 21’emîn bike yek û bide temamkirin. Trajediya sed salan a ku gelê me hina dijî, dijî dirkeve û bibe destpêka riya jiyanek bi rûmet. KCD dikare projeyên din, projeyên çandiniyê li cihê cur bi cur ên Kurdistan ê bike meriyetê û gelê me yê hewcedar bike hevpar û teþwîq bike. KCD dikare pêþengiya xebatên aborî yên wekî koperatîf (ne li gorî pergala dewletê) di nava gelê kurd û gelê herêmê de bide saz kirin. Ji bo koperatifên çandiniyê li Kurdistanê zêde zêde av ji heye axa dest vekirî jî heye, deþtên dûr û dirêj jî hene. Pergalek bi vê rengê, an ji projeyên cur be cur, bêguman wê ji çûyina bajarên Tirkiye yê sedî sad bi faydetir be. Qe nebe ew zilma ku nijadperestên tirkan û dewlet bi hev re li ser xizanên gelê kurd dimeþînin re bi awayeki bibe bersiv û ji bo trajediyên ku gelê kurd dikiþine bi dawî bibin bibe dest pêk. Bê guman gelek proje û xebatên girîng li pêþiya KCD’ê hene. KCD wekî sazî û tevgereke Kurdistanî ku erdnigariya wetatê wê, ji þoreþa çandiniyê re pêþengi kiriye û rê li ber pêþketina civakan vekiriye “Lê mixabin mêjûyên dewlet parêz û hegemonîk vê þoreþa gelan ji bo berjewediyên xwe b îdarê xwe bi destxistiye û bi kar aniye” Li gori rastiya wê ya demokratîk û ekolojîk û li gorî rastiyên îroyîn dîsa bike meriyetê û di serîde gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn jî vê zilma bide jiyandin.
Ji ber van sedeman dibê ku KCD projeyên ber bi çav li dar bixe û bike meriyetê ku KCD van projeyan li dar bixe, wê bikaribe: Diroka rast û azadiya ku li rojhilata navin ji gelan hat dizin, disa þûnve bide wan. Ger ku em bikaribin evî karî pêk bînin, em ê wê demê bikaribin deynê; xwedawendên ku jiyan ji bo me ava kirine bidin. Em ê encax wê demê bikaribin deynê; karkerên ku bi keda xwe jiyanê kirdare (pratîze) kirin bidin. Em ê encax wê demê bikaribin deynê; hunermend û zeneetkarên ku wate dan jiyanê bidin. Em ê encax wê demê bikaribin deynê; karkerên kurd ên ku bajaran Tirkiye yên dibin hedefa artêþa faþîstan bidin. Gelo KCD ji dayîna deynê; dîroka ku hatiye berovajîkirin, civakên ku hatine îstismarkirin, hunera ku hatiye paristkar-yobaz kirin re amadeye. Gelo jiyan exlaq ku lê hatiye xistin û ji aliyê kes û derdorên ve, dê bikaribe disa were bi dest xistin?
Ev nûçe 639 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>