AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

22 Aralik 2011 07:38
Kurdî helwesteke neteweyî ye

Kurdî helwesteke neteweyî ye Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku kurdî helwesteke neteweyî ye û divê tu kes bi dewletê re tirkî neaxive û hemû kes bi kurdî biaxive û parastina xwe bi tenê kurdî bike

Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan diyarkir ku hikûmet dixwaze wisa bike, sê û çar kes nikarin bi hev re dabikevin kolanan û wiha got: “Wê demê hûn jî li hemberî vê yekê di her firsendekê de dabikevin kolanan. Mîtîngên bi bandortir li dar bixin. Xwepêþadanên protestoyî yên civakî yên bi bandortir bikin.” Karayilan bang li kurdan kir ku li tu saziyên dewletê bi tirkî neaxivin û got; “Em êdî vê yekê weke helwesteke neteweyî pêþ bixin.”
Murat Karayilan der barê kampanyaya BDP’ê ya ‘Ez xwe îxbar dikim’ de wiha got; “Pêþî ez vê bibêjim, çalakiya “Ez KCK’î me, xwe îxbar dikim” bi ya min ev çalakiyên wiha ji pêvajoyê re nabin bersiv. Lê madem çalakiyeke wiha hatiye destpêkirin, divê bi awayekî xurtir hibêjz bikin. Li her bajareke sed an jî sed û pêncî kes diçin xwe îxbar dikin.”
Karayilan têkildarê mitîngên li Stenbol, Amed, Êlih, Þirnex û li gelemperiya bajarên Kurdistanê bi boneya þermezarkirina operasyonan û tecrîda li ser Ocalan têne lidarxistin li hemberî pêvajoyê mudaxeleyeke baþ in û gel bi van mitîgan bersivek baþ dide operasyon û polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî kurdan û wiha got “Ez li vir bang li hemû welatparêz, bi rûmet, ciwanên kurd, jinên kurd ên xwedî rûmet û þeref, hemû derdorên welatparêz, esnaf, gundî, feqîr, dewlemend û her kesê dikim: Madem evane dixwazin gelê me bê bandor bihêlin, dixwazin ku tenê 3 an jî çar kes derbikevin kolanan; Wê demê hûn jî li hemberî vê yekê di her firsendekê de dabikevin kolanan. Mîtîngên bi bandortir li dar bixin.”Karayilan bal kiþand polîtîkayên AKP’ê û Cemeeta Gulen a li hemberî melayan jî û diyar kir ku kevneþopiya medreseyan û kesên ku di medreseyan de perwerde dîtine, her tim din ava civaka kurd de xwedî ciheke girîng in û di aliyê pêþxistina hiþmendî û çandî de cihek girîng girtine û mela her tim hatine qewitandin.
Karayilan di hevpeyvîna xwe de bal kiþand ser çalakiya ciwanê kurd Firat Îzgîn jî û wiha got: “Em dixwazin zor bidin vê dewletê, da ku vê heqîqetê qebûl bike. Firat Îzgîn ciwanekî kurd ê 15 salî bû. Xweþewitandina wî dilê me jî þewitand. Ez carekî din ji mala wî ya rêzdar û hêja re sersaxiyê dixwazim.” Karayilan got divê tu ciwanek serî vê rêbazê nede û çalakiyên bi vî rengî napejirînin.

DEWLETEKE ELETEWÞ
Karayilan bal kiþand ser leþkerên dewleta tirk ên ji aliyê gerîlayan ve dîl tên girtin û di vî warî de helwesta dewletê û wiha got: “Ev dewleta dewleteke wiha ye erkdar û kadroyên xwe dide þerkirin û diþîne pevçûnan, lê dema dîl dikevin jî xwedî li wan dernakeve.
Jixwe ji bo wan pariyekê jî nakeve nava hewlan, yên ku di vî warî de dikevin nava hewldanan jî dadgeh dike. Ev dewletek eletewþ e ku xwedan erkdarên xwe jî dernakeve. Pir girîng e ku ev feraset û zîhniyeta ku tu mirovbûnek pêre nemaye, bê teþhîrkirin û ravekirin.”

ARAS BIBÎR ANÎ
Karayilan balkiþand ser girtiyê nexweþ Mehmet Aras ku jiyana xwe ji dest da wiha got: “Du meh berê lîsteya hevalên me yên di zîndanên dewleta tirk de tên girtin, gihîþt ber destê min. Di nav vana de 102 hevalên me yên giran û xedar nexweþ in hene. Herî dawî hevalê me Mehmet Aras di Girtîgeha rejîmê ya Erziromê de þehîd ket. Ez li vir ji bo rêhevalê hêja Mehmet Aras ê ku bo rûmet û anora xwe tu tawîzek neda, teslîm nebû û her bi reqneqdarî li ser xeta berxwedêriyê bû, di serî de malbat û hezkiriyên wî, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Em ê bîranînên wî, di têkoþînê de her geþ bikin. Binêrin mêtingerî û bêwijdaniya dewleta tirk serboriya jiyana hevalê me Mehmet Aras pir bi zelalî radixe ber çavan.” Karayilan bang kir ku bila girtiyên nexweþ serbest bên berdan û wiha got: “Em bangî dewletê dikin ku li hemberî van kesên ku hatine ber mirinê, wijdan û niyeta pak bi pêþ bixe.”

‘Divê em bi tirkî neaxivin’
MURAT KARAYILAN destnîþan kir ku divê kurd bi tu saziyek rejîma Enqereyê re tirkî neaxivin, û wiha got: “Divê civaka kurd piþtgiriya helwesta neteweyî ya siyasetmedarên kurd dane destpêkirin bike. Riya vê yekê jî ew e ku divê êdî tu kes bi dewletê tirkî neaxive. Ger ev dewleta dixwaze li Kurdistanê bi vî gelî re bijî, ya wê tehamul bike zimanê vî gelî guhdarî bike, ya dê fêr bibe, yan jî dê wergêr bibîne. Divê em vê yekî êdî weke helwesteke neteweyî bi pêþ bixin. Em bi tu saziyek dewletê bi tirkî neaxivin, em bi kurdî biaxivin.”
Karayilan balkiþand ser parastina kurdî û wiha got: “Lê belê min bihîst ku hinek girtiyan hem bi kurdî hem jî bi tirkî parastina xwe daye. Niha ev nermbûnek e û ne rast e. Ger te bi kurdî parastina xwe amade kiribe, çima tu bi tirkî jî dike? Pêþniyara me ew e ku divê ev yek bi awayekî bê sererastkirin.”
BEHDÎNAN - ANF

Ev nûçe 368 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Polîtîka
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.