AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

15 Aralik 2011 08:06
Kon nedan dê konteynirê bidin!

Kon nedan dê konteynirê bidin! Waniyên ku di nava sir û seqemê de dijîn tekane daxwaza wan stargeheke germ e. Rayedarên hikûmetê daxuyand ku heta dawiya mehê dê konteyniran bigihînin mexdûran. Lê tevî ku erdhejzedeyan ji bo konteyniran gelek caran serî lêdane jî ne konteynir û ne jî kon peyda kirine

Waniyên ku di nava sir û seqemê de dijîn tekane daxwaza wan stargeheke germ e. Rayedarên hikûmetê daxuyand ku heta dawiya mehê dê konteyniran bigihînin mexdûran. Lê tevî ku erdhejzedeyan ji bo konteyniran gelek caran serî lêdane jî ne konteynir û ne jî kon peyda kirine.
Mexdûrên ku piþtî erdhejên Wanê têkoþîna jiyanê didin tekane daxwaza wan stargeheke germ e. Erdhejzedeyên ku heta niha kon bidest nexistine di bin naylon, an jî brandayên bi derfetên xwe peyda kirine de dijîn. Yek ji malbatên ku bi rojan ji bo pêdiviyên xwe bicih bînin di rêza serlêdanê de disekinin, malbata Koyuncu ye. Malbata Koyuncu bi rojan ji bo konekê peyda bike serî li raydarên dewletê da, lê ji ber kon bidest nexist ji neçariyê vegeriyan mala xwe ya ber hilweþînê ye. Dayîka zarokan Kumru Koyuncu diyar kir ku ji ber zarokên wê ditirsin nakevin malê û got; me gelek caran serî li rayedaran da, wan jî her car digotin; em ê kon bidin we, lê heta niha tu kon nedane me. Malbata Koyuncu ya wekî gelek malbatên Wanî di nava sir û seqemê de têdikoþin, tenê dixwazin bêy tirs û di nava stargeheke mezin de bijîn.

KONÊN HAVÎNÎ DIDE!
Erdejzedeyên ku nikarin kon bidest bixin, hemû pereyên di destê xwe de jî ji bo peydakirina kon xerc dikin. Erdejzedeyan diyar kir ku ji ber Kizilayê konên havînî dane wan, dema ku berf dibare yan hildiweþe û yan jî di nav avê de dimîne.

DÊ BIDIN GELO ?
Tevî ku þert û mercên zivistanê her ku diçe giran dibe jî erdhejzede newêrin bikevin xaniyên xwe. Mexdûrên ku ji bo kon bistînin bi rojan serî li rayedarên dewletê dane bi gotinên wekî; ‘tevî hemû serlêdanan kon nedan, ma dê konteyniran bidin?’ bêhêvitiya xwe ya li hemberî hikûmetê vedibêjin. Welatiyan diyar kir ku konteynirên bên dayîn jî ne ji bo mexdûrên erdhejê lê dê bidin alîgirên hikûmetê.

NEXWEÞ IN
Mexdûrê bi navê Suleyman Pulî diyar kir ku tevî bavê wî nexweþê dil e û dayîka wî astengdar e jî ew di kon de wan xwedî dike, lewma zehmetiyê dikiþînin. Pulî destnîþan kir ku ji bo ew bikaribe dayîk û bavê xwe yên nexweþ xwedî derkeve divê stargeheke germ hebe û got; me bi raporên dayîk û bavê xwe ji bo konekê serî lê da, lê serlêdana me tenê li ser qaxiz ma. Ligel ku ji me re dibêjin konteynir nîn e jî, em baþ dizanin ku gelek konteynirên vala hene. WAN -DÎHA

Ev nûçe 684 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Civak û Jiyan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.