Serokê Kluba Dalkurdê Ramazan Kizil ragihand wan roja yekþemê du pîrozbahî bihev re lidarxistine û got, “Me roja 18’ê îlonê hem serkeftina tîma xwe ya keçan bi þahiyeke taybet pîroz kir û hem jî serkeftina tîma mêran ya li hemberî Bodens pîroz kir. Keçên me bûn þampiyon û xortên me jî bûn lîderê lîgê, lê têkoþîna me hê jî bi dawî nebûye.“
Her du tîmên Dalkurdê, tîma keçan û tîma mêran li dû hev çar hefteyên serkeftî derbaskirin. Tîma keçan a Dalkurdê ku hemû lîstikvanê wê keçên swêdî ne sezona 2011’ê bi encameke balkêþ bi dawî kir û derbasî lîga jor bû. Tîma keçan a Dalkurdê di vê sezonê de 12 maç lîstin û 11 maçan bi serket, maçek jî wekhev ma. Hefta borî maça xwe ya dawî jî lîst û tevî 34 pûanan bû þampiyonê lîgê û ji lîga 5. Derbasî lîga 4. bû. Keçên Dalkurdê 119 gol avêtin û hemberên wan tenê 4 gol avêtin.
Tîma Dalkurdê ya zilaman çar maçên li pey hev bi serket û ji van maçan 12 pûan girtin û tevî 41 pûanan bûn lîderê (Division 1, Norra) Lîga Yekemîn a Bakur. Li dû Dalkurdê Vasby tê û 40 pûanên wê hene. Serokê Kluba Dalkurdê Ramazan Kizil bi bîr xist ku yek maçek Vasby kêm e û eger ew vê maçê bi sernekevin lîderiya Dalkurdê mîsoger dibe, lê Kizil got, “Ez dikarim ji niha de bêjim ku lîderî nebe jî me rêza duyemîn ya ku þansa Play Offê heye, garantî kiriye.“
Sezona Lîga Yekemîn ya Bakur ku dalkurd tê de dieyîze di 24ê Cotmehê de bi dawî dibe û heta vê demê 5 maçên Dalkurdê hene ku sê li derve, 2 jî li mala xwe dileyîze. Serokê klûbê Kizil daxuyand ji van 5 maçan tenê yek dibe ku zehmet derbas bibe, jiber ku wan hemû maçên xwe yên li himberê tîmên favorî leyîstine, lê got, “Maçên Vasby yên zehmet hene, lewma em zêde ji bo xwe guman nakin.“
Maça vê heftê Dalkurd bi tîma yûnanî Akropolîs re dileyîze. Kizil got wiha got: “Tenê yek tirsek me heye, saheya Akropolîsê pir xirab e, ez hêvî dikim ku maç tê de bê pirsgirêk bê leyîstin.“
MUMBO BÛ KRALÊ GOLAN
Futbolîstê Dalkurdê yê Kenyayî Robert Mambo Mumba bi 12 golan bû Kralê Golan yê lîgê. Mumba ji van 12 golan dehan bi serî avêtine, du gol jî bi lîngê xwe avêtine. Mumba di kadroya tîma netewî ya Kenya de cih digire û ji destpêka vê sezonê ve formaya Dalkurdê lixwe dike. Mumba di saheya navîn de dilîze. SWÊD (rudaw)
Ev nûçe 1270 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>