AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

03 Kasim 2011 07:44
Jiyana mexdûrên erdhêjê wek kaosê ye

Jiyana mexdûrên erdhêjê wek kaosê ye Di erdheja Wanê ya 23’yê cotmehê de pêk hat de herî zêde navçeya Erdîþê zirar dît, welatiyên li navçeyê dijîn bi derfetên xwe jiyana xwe berdewam dikin. Gelek welatiyên malên wan ji ber erdhejê hilweþiyan û zirar dîtin li konan dimînin

Li Erdîþê welatî piþtî erdhejê birînên xwe dipêçin, jiyan ji bo jinan zehmetir didome. Malbatên Ceylan û Kiziltan ên ku ji gund hatin navenda navçeyê li cem xizmên xwe, bi roj di axur de dijîn bi þev jî li çadirê dijîn di þertên zor de tekoþîna jiyanê didin. Bi taybetî jî jiyan ji bo jinan wek kaosê ye.
Ji ber ku hewa edî sar e nexweþî jî rû didin. Bi taybet jî ji ber ku zarok nexweþ dikevin malbat dikevin nav fikaran. Navçeya ku hêj birîn wê nehatine dermankirin, li navçe mînakên daxuyaniya rayedaran derew derdixe derdikevin holê. Welatiyan bi taybet gotinên Cigîrê Serokwezîr Beþîr Atalay yên “Me çadir daya hemû kesan hê jî çadirên li ser hev henê” derewandin, diyar kirin hê jî ew bêmal û bêçadir in û terkî qedera xwe hatine kirin. Li navçeya neçarî didome, mînaka herî mezin a ber bi çav jî, jina bi navê Fîgen Ceylan e. Ceylan, bi du malbatên ku ji 15 kesan pêk tê ji gundê Eybelî hatin navçeya Erdîþê li cem xizmên di nav neçariyê de tekoþîna jiyanê dide. Ceylan neçariya xwe wiha anî ziman: “Em hatin cem xizmên xwe. Mala xizmên me jî di erdhejê de hilweþiya. Xizmên me ji bo me çadirek ava kirin. Ceryan tuneye, av û sobe tuneye. Zarokên me ji ber sermayê nexweþ bûn. Ji ber ku em terkî qedera xwe hatine kirin kî çi piþtgiriyê dide em qebûl dikin. Lê di piþgiriyê de cudahiyê dikin.” Ceylan, diyar kir ku hin eþyayên xwe yên ji malê xilas kirin anînê axurê tê de dimînin, bi kar tînin û wiha pêde çû: “Ez û 10 zarokên xwe li vî axurî dimînin. Em bi þev jî jiyana xwe li çadire didomînin. Ji ber tirsa erdhejê em heta serê sibehê nikarin razên. Derûniya zarokên me xira bûn. Hevserê min li Stenbolê dixebite. Nehat vir ji ber ku rewþa me pir xirab e. Dema em diçin qeymeqam û þaredariyê piþtgirî nan din me. Em neçariyeke mezin de tekoþîna jiyane didin. Ez nizanim ku zaroka xwe ya di hembêza xwe de çawa têr bikim.”
Emîne Kiziltan jî, diyar kir ku ew heta serê sibehê nikarin razên û got ji bo jinan jiyan behtir zehmetê. Kiziltan, anî ziman ku pediviyên xwe yên xweþiwþtine, xwarinê û hemû pediviyên xwe li axur û li çadira ku wan bixwe avakirin de pêk tînin. Kiziltan, destnîþan kir ku jiyan pir zehmet e, lê niha tu çareserî tuneye.
Nazli Kiziltan a ji malbata Kiziltan jî anî ziman ku ew bi roj li axur bi þev jî li çadirê dimînin û got piþtî erdhejê jiyan ji wan re bûyê jêhr. Kiziltan, destnîþan kir ku jiyana wan a beriya erdhejê asayî bû lê piþtî erdhejê zor û zehmetiyan dijîn. Kiziltan, îfade kir ku bi þev ji ber tirsa erdhejê nikarin razên, derûniya zarokan xira bûyê. Kiziltan, got ku ew tenê hatine hiþtin û wiha pêde çû: “Ez jî xwendekar bûm, gelek hevalên min û mamosteyên min jiyana xwe dest dan. Xwezî ev erdhej nebûya. Bavê min li Stenbolê dixebite û piþtî erdhejê hate vir, ji me re çadirek anî. Em 5 rojan di van hewayê sar de bêçadir man. Pir sar e zarok hemû nexweþ ketin. Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan pir xemgîn bûn. Xwezî me bikariba demê paþde bînin. Em li vir bi birçî û vekirî jiyana xwe didomînin. Piþtgirî tê lê ji vir diçe mirovên dewlemend. Ev 4 roj in birayê min ê biçûk ji ber ku mama tuneye birçî ye û her tim digirî.”WAN -DÎHA

Ev nûçe 536 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Civak û Jiyan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.