Xwendekarên tevli Atolyeya Wêneyan a di bin banê Mala Piþtgiriya Perwerdeyê ya Þaredariya Baglarê ya Amedê bûn, pêþangeha wêneyên kiþandin, bi navê ‘Kolan û Ban’ vekirin. Pêþangeh li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hate vekirin. Serokê Daîreya Çandê ya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê Muharrem Cebe, Midura Çandê ya Þaredariya Baglarê Yuksel Aslan Acer, Mamosteyên Mala Piþtgirya Perwerdeyê ya Þaredariya Baglarê û gelek xwendekar tevli pêþangehê bûn. Kurdelaya pêþangehê ji aliyê Midura Çandê ya Þaredariya Baglarê Yuksel Aslan Acer û xwendekaran ve hate birîn. Acer berî vekirina pêþangehê axaftinek kir. Acer, diyar kir ku ew ji ber performansa zarokan gelek keyfxweþ in û wiha got: “Bernameyên em bi zarokan re tevli dibin coþeke mezin dide me. Xebata zarokan enerjiyeke gelek mezin dide me. Ez li ser navê þaredara xwe ji we spas dikim. Ji bo xebatên we ez serkeftinê dixwazim.”
‘HILBERÎNEKE BAÞ DIKIN’
Ji mamosteyên Mala Piþtgiriya Perwerdehiya Þaredariya Baglarê Kîbar Suvarî Bozkuþ jî diyar kir ku ew 4 salin xebatan dikin. Bozkuþ nêrînên xwe bi van gotinan domand: “Li gorî hunera zarokan 2 mehan perwerdeyê didin û piþt re jî li kolanan derdikevin wênekêþanê. Piranî zarok gelek bi heycan dibin. Hilberînekî baþ dikin. Komên xebatên dikin piranî zarokên dibistanê yên pola 5’an in û temenê wan 12 salîne.” Ji xwendekaran Zîlan Gul jî diyar kir ku armanca wan ew e ku bi wan wêneyan malbatan hiþyar bikin da ku zarokên xwe li nav kolanan nedin xebitandin.
Pêþangeha bi navê ‘Kolan û Ban’ dê heya 7’ê kanunê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn vekirî be. AMED - DÎHA
Ev nûçe 524 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>