AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

18 Ekim 2011 08:16
Ji rêxistinên kurdan peyama yekitiya neteweyî

Ji rêxistinên kurdan peyama yekitiya neteweyî Di dawiya hefteyê de rêxistinên kurdan ên li Swêdê li hev civiyan û pêþketin û geþedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê gotûbêj kirin. Di civînê de bal hate kiþandin ku divê kurd li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê tekoþîna xwe xurtir bikin û ev yek jî bi xurtkirina yekitiya neteweyî dibe

Di dawiya hefteyê de rêxistinên kurdan ên li Swêdê li hev civiyan û pêþketin û geþedanên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê gotûbêj kirin. Di civînê de bal hate kiþandin ku divê kurd li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê tekoþîna xwe xurtir bikin û ev yek jî bi xurtkirina yekitiya neteweyî dibe.
Li ser bangawaziya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) piraniya wan nûnerên rêxistinên kurdan beþdarî civîna li Navenda Perwerdeya Karkeran a Stockhlomla paytexta Swêdê bûn. Civîn ji aliyê Þoreþ Reþî û Behzad Pirmûza ve hate birêvebirin. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Bengî Haco axaftinek kir.
Haco der barê rewþa têkoþîna azadiya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê de û pirsgirêkê wan de agahî da. Haco destnîþan kir ku herî zêde kurd niha bi êrîþan re rû bi rû ne û bal kiþand ser yekitiya neteweyî. Li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hesen Hatemî axivî û diyar kir ku ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî tu þertên wan tune ne û rexne kir ku hin rêxistinên rojhilatê Kurdistanê li derveyê nîqaþên Yekitiya Neteweyî dibînin. Hatemî wiha got: “Di rastiyê de me Kurdistanê di serê xwe de jî parçe kiriye. Divê em ji bo yekitiya neteweyî tu þertan daneynin pêþiya xwe. Em ê van hemû di civîna xwe ya ku wê di 22-23’ê cotmehê de bê lidarxistin de gotûbêj bikin.”
Elî Îsmaîl Ferec jî li ser navê Tevgera Goranê axivî û bi bîr xist ku dewletên dagirker ên paþverû gelê kurd di warê erdnîgarî, mezheb, bîrdozî û saziyan de parçe kiriye. Ferec bal kiþand ku ji bo pêkhatina Yekitiya Neteweyî roleke mezin dikeve ser milê KNK’ê.
Rizgar Îsmaîl jî bi navê Yekitiya Niþtîmanî Kurdistan (YNK) axivî û diyar kir ku ew ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî hêvîdar e û ji her kesê re serkeftin xwest.
Mahîr li ser navê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) axivî û got: “Em yekitiya neteweyî ya kurdan wekî dewlemendiyeke pîroz dibînin. Ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî, tiþta ji me bê em ê bikin û di vê çarçoveyê de em ji bo hemû hevdîtinan amade ne. Divê em hemû rêxistinên kurdistanî bi boneya li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê bicivin û yekitiya neteweyî pêk bînin. Divê tu rêxistin ji vê yekê nereve û ji bo yekitiya neteweyî tiþta ku dikeve ser milê wan bi cih bînin. Divê em berjewendiyên gelê xwe li ser yên partiyên xwe re bibînin. Divê bi tu awayî ji bo þerekî navxweyî destûr neyê dayîn. Kerkûk jî di nav de, divê em hemû bi hev re li hemberî êrîþên li ser Kurdistanê rabin û biparêzin.”
Her wiha Rêbiwar Hesen, Naîle Aras, Kurdo Baksî, Dr. Osman Aytar, Nazîf Mayî, Dr. Husseyin Xeligî û Ahmet Karamuþ jî beþdarî civînê bûn. ANF

Ev nûçe 1176 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.