AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

08 Kasim 2011 08:31
Ji min re bûkek bîne; kiras û xeftanê wê jî li ser

Ji min re bûkek bîne; kiras û xeftanê wê jî li ser Bê hemdê xwe, dengê wê yê di hiþê min de daleqandî mayî, diherikî ser lêvên min: “Ji min re bûkek bîne, kiras û xeftanê wê jî ser.” Ez nizanim ku min çend caran vî gotinî dubare kir

ADEM AMAÇ*

Ez ê bîranînek xwe vebêjim. Bila ev ji biçûkan re çîrok, ji mezinan re dîrok be. Dîrok, çîroka hiþ û ramana însan. Çîrok vegotina serpêhatiyan. Belê bîranîn, di dîrokek dûv û dirêj de çîrokek. Ya ku ez vebêjim, cewhera rastiya jiyana kurd e. Rastiya ku bi êþ û jan hatî strandin.
Tê zanîn jiyan, ji rista rastiyan pêk tê. Mirov çiqas bixwaze ji vê rastiyê bireve ewqas tê de asê dimîne. Tu caran nikare xwe jê rizgar bike. Ji ber ku jiyan; li her derê û deverê, di her dem û dewranê de dertê pêþberî mirov. Ango rastî, xwe di zîndîbûnê de dihûne.
Rastiya gerdûnê jî, çîroka hebûna wê ye. Ya mirov jî, xwe di heman çîrokê de di de der. Lewre heta jiyan biherike, dê çîroka rastiya me jî pêre biherike, hertim pêre be. Di çîroka hebûna gerdûnê de jiyan, lûtkeya zindîbûnî ye. Lewre, tim di nava herikandinek deye. Ango guharin û veguherîna rastiyê. Hebûna gerdûnê jî, herikandina heqîqetê ye. Tu kes û hêz, lê pêþ jiyan û herikîna demê nikare bisekine.
Jiyan bi dilê man rastiya xwe dihûne. Çiqas xweþî, ewqas ronahî; çiqas ken ewqas girî heye. Lewma jan û êþ jî, wekî kêf û dilxweþî heqîqet vê jiyanê ne þewqa heyvê, heyva sibehê; þewqa stêrkên þevê û þevên bê stêrk. Her tiþt di nava tevayiya gerdûnê de bi hevve girêdayi ye. Erd û ezmana þîn, rastiya herî zelal a li ber çave.
Lê belê êþ, di diyalektîka gerdûn û ya însan de cihekî xwe yê hîmî heye. Bi gotinek din, êþa canê mirov parçayek ji jiyanê ye; ji ber ku jiyan jî parçeyek gerdûnê ye, êþa canê mirov tê wateya êþa gerdûnê. Lewma vegotina her çîrokek raveka rastiya jiyanê ye.
Erê, gelo her rastiya jiyanê hertim mirov ewqas dêþîne? Mesela min bû parçeyek, ji çîroka êþa dîroka min, ji ber ku yekemîn care çîrokek wiha min dêþîne.
Rojek, ji bo bi malbata xwe re biaxivim çûm ser têlefonê. Birayê min ê biçûk têlêfonê ji mir re vekir. Bi merheba û silavên, hêjme rewþa hevdû pirsyar dikir, dengeke nezanîn bi yê birê min re ber guhê min ket.
Dengê zarokekî bû, lê yê kî? Min wî dengî pirsiyarkir, dengê xwiþka min Bêrîvanê bû. Dema hate gotin Bêrîvan e, ez pir kêfxweþ û dilzîz bûm xwiþka min a sê salî, nav Bêrîvan û min qet wê nedîtî ! Wê jî qet ez nedîtime.
Lewre, dema ez ji malê derketim, hêj Bêrîvan nehatibû dinê. Lê ev çendî sal derbas bûne, Bêrîvan mezin bûye û naha dil li min zîz dike!
Min jî birayê xwest ku Bêrîvan were ser têlefonê, bo ez pê re bi axivim. Ew dengê nezanîn dê guhê min de hêlînek veda. Çûka gorî dengekî ji min dûr. Ji bo bi min re biaxive, banî wê kirin. Bêyî ku were ser têlefonê bersiv da, dengê wê ji kurde dihat: “Ku ew kekê min e, çima ne li mal e? Çima ne li ba me ye? Bi dengêkî sîtemkar vana got þûnde qederek sekinî, dîsa berdewam kir: “Dema ku kekê min were malê, bila ji min re bûkekê bîne, kiras û xeftanê wê jî li ser.”
Dema ku min, ew gotinên Bêrîvana biçûk bihîst, kela dilê min rabû. Dilsojiyek ez dorpêç kirim. Di bêdengiya xwede heliyam. Êdî neme min xwest tiþtekî bibihîsim. Bê deng û bê liv mabûm. Dilê min, hew sar dibû. Ev rewþ, wekî mijek spî xwe li min pêça bû. Ta ku bi tevahî ez xistim bin bandora xwe.
Divê rewþê de, bi tena serê xwe, demek di hewþa qawîþê de çûm û hatim. Di bin lingên min de betonek sar û rawestiya yî. Li ser serê min asîmanek çargoþe, singê wê diriqî û þîn. Lê bêdeng, rawestiya yî. Di hiþê min de dengê Bêrîvana biçûk, rawestiyayî! “Bila ji min re bûkekê bîne.” Xwedêyo! Di hembêza gerdûnê de her deng û rawestiye ye. Ba jî naka lorîn, pêl û çiqil razayî. Tenê lingên min dilibin. Hewþa çargoþe, dibê dengiya bîranînek nûde, dengê Bêrîvana bîçûk tê de dicemidand.
Ligel ev çendî, jiyan di herikîna xwe ya hergavîn de bû. Wekî herikîna Çemê Dîcleyê: Di quncikekî gerdûnê de, herikî nekî ji dîrokê ber bi pêþerojê ve.
Êdî her tiþt dest bi liv û tevgerê kiribû. Tenê navê di hiþê min de bê liv û daleqandî mabû. Gazin û hêviyên wê, wî wextî di hiþê min de kon vedabû. Di nava herikîna Çemê Dîcleyê (jiyan) de, wekî girovekî biçûk û tim bi erdhêj.
Bê hemdê xwe, dengê wê yê di hiþê min de daleqandî mayî, diherikî ser lêvên min: “Ji min re bûkek bîne, kiras û xeftanê wê jî ser.” Ez nizanim ku min çend caran vî gotinî dubare kir. Ji ber ku ez jî mêj ve, derketibûm lêgerîna bûka Bêrîvana biçûk.
Daxwaziya Bêrîvanê dibe ku tiþtek biçûk bi xwe ye. Lê ji bona Bêrîvanê tiþtekî mezin û herî watedar e. Di cihana zarokan, yê wek Bêrîvan de, bûkek kêfxweþiya jiyanê ye. Zindî û ne zindî bûna wê ne girînge ji bo zarokek. Di wateya xwe de, li pey kêfxweþî û dilxweþiya xwe ye. Cîhan bûniya zarokek, di esasê xwede wateya gerdûnê rave dike. Lewma rûxandina bendewariya zarokek, bi wateya jiyanî lîstine.
Xwesteka Bêrîvanê, hêviyeke. Bi vê rengê, xwe tevlîkirina wateya tevahî ya gerdûnê ye. Lê belê, ezê çawa bûkek jê ravivim! Gelo derfetê min heye yan na? Ez ji xwe re kûr û hûr fikirîm. Min bi devekî vala gotibû ku, ezê jê re bikim.
Bêguman çavên Bêrîvanê wekî þewqa rojê, li rêka min bu ye anha.
Li ser wî rêkê, kî dizane çi xeyalên delal ava kirî, wê gavê, rêka di nav bera min û xwede, kê dizane, bi kêjan dilxweþî û bi kîjan lîstikan hûnandî.
Zaroktî û lîstok, zaroktî û rûkenî, zaroktî û bûkên xweþik û rûken. Nav lê bike, azadî. Nav lê bike, Hêvî. Xweþik û awir xweþ. Xweþikbûna wê wek ya ronahî, bê hempa. Dilsojiya wê wek ya Rewþen, bê dawîn. Rûkeniya wê wek ya Bêrîtan, jiyaye. Awirên wê wek yê çelengbûna Nûda û Rewþan.
Belê Bêrîvan delal. Ezê ji te re bûkek, xeftanê wê li ser, ji te re bînim. Nav lê bike, Tekoþîn. Di rengê stêrkande wê hembêz bike. Wek stêrka þevê ya bi navê Zîlan, ronakbir. Bila hezkirin we, wek hezdariya welata Zîlan be, wekî tevahî bêdewiyên cihanê be. Cîhana heft rengî. Ya bî stêrkên ronak xemlandî.
Belê belê Bêrîvana delal! Ez ê ji tere, bûkek xeftanê wê li ser, bînim. Nav lê bike jiyan. Birînên wê ve jê hez bike, wek hezdariya Berîtan ku bi birînen xwe ve çalak û berxwedêr. Bi þewata wê ve jê hez bike, wek hezdariya Viyan ku feda bê, yên ku jî jiyanek azad canê xwe dabûn.
Bûkeke xeftanê wê li ser ez ê ji te re bînim. Wekî delalbûna Þîrînê. Bila kiras û xeftanê wê jî biþibe rengê cihanê hemû rengên cihanê li ser hebin. Hemû nexþa xetên wek keskesor, wek simbil, Þîrîn bila li ser nîgara xeftan hebe. Nexþa gula sor, gula zer û ya spî; bila biþebe rengê berfîna ku nûka serê xwe ji berfê rizgar kirî. Bila li ser nîgara xeftan darekî pelên xwe kesk û li ser çiqilên wî çûkek hebe. Bila li ser, bilbilên rengê xwe cur be cur hebin.
Erê Bêrîvana delal. Ezê ji te re bûkek bedew û bêhempa bînim. Bila bazinên wê ji zîvên Kurdîstanê be. Guharên wê ji zêrên Kurdîstanî bin. Heke min ji te re ne anî, wê gavê, ezê ji pêþeroja te re jiyana wê ya watedar bînim. Heke ez ji nav çar diwaran azad bibim, wê demê ezê ji te re bûkeke di rengê azadiya welatê xwe de bînim.
Heke ez nehatim, min ji te re bûk ne anî, wê demê daxwaziya min ji te; bi pey þopa min bikeve, ka ez çima nehatime.
Bila ez jî, di dilê te de, wekî bûkek cih bigirim. Heke ez nehatim, wê gavê bizanibe ku temenê min terî nekir, wê demê, tu û hemû zarokên erdnîgariya pîroz, li min biborînin.
*Ji Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê

Ev nûçe 1042 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Wêje
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.