AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

17 Aralik 2011 07:37
Ji girtîgeh û avkêþiyê heya efsaneya Mihemed Arifê Cizîrî

Ji girtîgeh û avkêþiyê heya efsaneya Mihemed Arifê Cizîrî Mihemed Arifê Cizîrî ku jiyana xwe bi tevahî ji bo pêþxistina çanda kurdî û parastina wê buhirandiye, tim û tim navê Kurd û Kurdistanê bilind kirye. Dengbêjê nemir li dû xwe bi qasî 350 stranan jî hhiþtiye

Amadekar: KAKÞAR OREMAR

Di nava hemû gelên cîhanê de gelek nirxên netewî hene, ku bi bihûrîna salên dûr û dirêj navê wan wenda nabe. Keda wan wenda nabe û navê wan di dîrokê de wenda nabe. Ew her tim di nava mejî û dilê gelê xwe de dijîn, pir caran tên bi bîr anîn û ji bîr naçin. Çima? Ji ber ku wan di jiyana xwe de berhem, an jî yadigarên dîrokî pêþkêþî civata gelê xwe kirine. Wan ger di çarçov an jî qewareyek kêm de be jî, ji bo mirovahiyê xizmeteke berbiçav kirine. Ji ber wê jî navekî baþ li pey wan bi cîh maye.
Netewa Kurd bi hemû bextreþî û zehmetiyên ku di jiyana xwe de dîtine û niha hêjî derd û elemên bindestiyê dikiþînin, lê dîsa jî hemû taybetmendiyên xwe yên netewî di nava cergê civata xwe de bi rindî parastine. Ji aliyek din jî dagirkirina Kurdistanê, Kurd rastî gelek talankirinên malî û samanên netewî anîne. Bi wateyek din ew hemû zehmetî û reþerojên ku ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi serê Kurdan hatine, ger bi serê netewek din bihatana, ewê bi yek carî li rû dinê wenda bibûna û þûnewarên wan di muzeyan de jî bi dest nediketin!!. Lê ne dehhezar leþkerên Bîzansiyan, ne Mogolên talanker, ne þahên Efþarî, ne jî Kemalîst û Jontirkên faþîst û xwînrêj karîn neviyên Medan ji rûyê dinê wenda bikin. Mayîn û hebûna me û her netewek din bi sê tiþtan ve girêdayiye:
1. Ax, ango erd
2. Dîrok
3. Ziman û Çand

Kurd li rex cîranên xwe ji bilî wê hindê ku xwediyê hemû taybetmendiyên jor in, karîne bi rindî xwe li ber þilqên bi hêz yên talan, asîmîlasyon û qirkirinên dagirkeran biparêze. Di warê parastina ziman, çand û taybetmendiyên millî de, bêguman rolê dengbêj û beytbêjên gerînok gelek zêde ne. Wan karî mîrateyek çend hezar salî, nifþ bi nifþ û sing bi sing heya roja îro bigihînin destê me. Wan karîn piþt bi piþt samanekî netewî ji tinekirinê biparêzin. Çand û wêjeya devkî(þifahî) bi riya van beytbêj û dengbêjan heya roja îro, ku riyek ji hunermend û dengbêjên me yên îroyîn re vekiriye, hatiye parastin. Rastiyek ne veþartiye ku mirov çiqas derheqa rolê wan de binivîse, dîsa jî kêm e.
Netewa Kurd xwediyê gelek zanyar û mirovên mezine ku di gelek waran de ji bo civat û mirovatiyê xebat kirine. Di nava hunermendên Kurd de Mihemed Arifê Cizîrî jî yek ji wan navên nemir e. Li ser jiyana M.A. Cizîrî lêkolînek berfireh pêwîst e. Li vir ez çend aliyên jiyana vî hunermendê nemir radixim ber çavan.

A). Mihemed Arifê Cizîrî kî ye?
Mihemed Arifê Cizîrî di esmanê muzîk û hunera Kurdî de, yek ji wan stêrkên herî geþ e ku dewlemendiyek gelek bi qîmet li ser stranên kilasîk û gelêrî zêde kiriye. Ew her çend mirovekî nexwende û di jiyana xwe de mirovekî sade bû û qet qîmet nedida mal û menalê dinê, lê di cîhana strana Kurdî de nav û cihekî bi rûmet û bilind li pey xwe hiþtiye. Di cîhana hunera resena Kurdî de wî berhemên dewlemend ji bo nifþên piþtî xwe bi cîh hiþtine.
M. Arifê Cizîrî, di rewþ û mercên gelek dijwar de him dest bi jiyana civakî kir û him jî xebata xwe ya hunerî dest pêkir. Heya roja mirinê jî karê xwe yê stranbêjiyê domand. Lê pêwîst e ev jî bê gotin ku di rêya hunermendiyê de rastî gelek reþerojiyan bûye û emê bi kurtî behsa wan jî bikin.
M. Arifê Cizîrî, di havîna sala 1912’an de li navenda Botan(bajarê Cizîrê) li taxa Mîr Elî hat dinê. Cizîra Botan, wek di dîroka Kurdistanê de tê gotin çavkaniya belavbûna hemû Kurdan di Kurdistana mezin de ye. Ji aliyê dewlemendiya çand û taybetmendiyên çanda netewî de, herêma Botan di Kurdistanê de xwedî cîhek taybet e. Heta mirov dikare bêje Botan, deryayek bê ser û bine ji dewlemendiyên toreya Kurdî. Herêm tijî taybetmendiyên netewek dêrîne ku zêdetir ji 4 hezar salan e li ser wê axê jiyan dest pêkiriye. Her tiþtê ku mirov navê çand û ferhenga netewekê deyne ser, li Cizîra Botan peyda dibe. Bi taybet, di warê dewlemendiya stran, ziman, çand û folklorê de her gundekî Botanê mîna zankoyekê ye.
Herwiha di dîroka siyasiya netewa Kurd de jî “Cizîra Botan” yekemîn paytexta dewleta Kurdistanê, di çaxê mîrê Botan Mîr Bedirxan Begê mezin de ye. Cizîr bi kevnarî û þûnewarên xwe yên dêrîn jî navdar e. Tevaya van þûnewarên dîrokî didin xuyakirin ku Kurd netewek kevin û welatê wan Kurdistan jî, ji aliyê kevnariyê ve yek ji kevintirîn cîhwarên despêka jiyana mirovan e.
M. Arifê Cizîrî, di rewþ û cîhekî wiha de hatiye dinê. Wek xuyaye sala ji dayîkbûna hunermendê nemir M. Arifê Cizîrî hemdem e bi wan salên reþ re ku qirkirina Ermenan ji aliyê desthilatdarên Osmaniyan ve dest pêkiriye. Bêhna qirkirin û kuþtina mirovan li her dera cîhwarê jiyana Kurd û Ermeniyan belav bibû. Tel´et(Talat) paþayê xwînrêj û Sultan Ebdulhemîdê Osmanî gihîþtibûn wê biryarê, ku bi navê îslam û misilmantiyê Ermeniyên ku navê „Kafir û Mirtid“ danîbûn ser wan, li ser erdên di bin desthilatdariya Împaratoriya xwe de bi navê “ Þerê Pîroz” qira wan anîn û tevî wana Kurdên Êzîdî jî ketin ber kêra þahên Osmanî. Armanc ew bû ku nemisilmanan bi yek carî ji holê rakin!!.
Tevkujî û fermana Ermeniyan tesîrek pir giran li ser his û ramanên Mihoyê zarok hiþt. Heya roja ku wî xatir ji jiyanê jî xwest, ew bîranînên tehlên çaxê zarokatiya xwe ji bîra nekiribûn. Ji aliyek din þerê cîhanê yê yekemîn jî di sala 1914an de reþe rojên jiyana Kurdan li Kurdistanê tarîtir kiribûn. Împiratoriya Osmaniyan, êdî ber bi hilweþandinê ve diçû û nefesên xwe yên dawiyê dikiþandin. Kedxwar û kolonyalîstên Rojava bi peymana Saykis-Pîko Rojhilata Navîn perçe-perçe kirin. Û ji bo Tirkan jî, hemû mîrasê Împiratoriya Osmaniyan bû Komara Tirkiyê ya îro, ku zêdtir ji nîva axa Kurdistanê jî di nava erdê vê komarê de ye.
Bi giþtî despêka jiyana M. Arifê Cizîrî bi van çar bûyerên jêr re hevçerxe:

1. Þerê cîhanê yê yekemîn (1914 - 18)
2. Tevkujî û qirkirina Ermeniyan (1908 heya 1915an)
3. Hilweþîna Împiratorya Osmaniyan
4. Çar perçekirina Kurdistanê. (1915 S. Pîko û 1923 Lozan)

B).Tengasiya aborî, xelayî û çend bîranînên Mihemed Arifê Cizîrî.
Çar bûyerên navbirî, rewþa jiyanê ji her alî ve xistibûn nava tengaviyên dijwar. Bi taybetî destpêkirina þerê malwêrankerê cîhanê yê yekemîn, bi yek carî jiyana gel tevlîhev kiribû.
Van bûyerên tal û dijwar Mihemed Arifê ku teze çavên xwe bi roniya jiyana cîhanê vekiribûn, pir diêþandin. Ji ber wê jî, heya roja ku li ser rûyê dinê bû, bi xembarî behsa jiyana wan rojên nexweþ û reþ dikir. Ew bi xem û keserên bêdawî mezin bibû û hestên wî yên nazik ji zarotiyê hatibûn birîndar kirin. Neçar bû bi jiyana nexweþ re lihev were û xwe bi wan nakokiyan re bisazîne. Þerê bi þewat ku her derê cîhanê girtibû ber xwe, di Kurdistanê de rûyekî reþtir hebû. Împiratoriya li ber herifandin û pîrbûyî a Osmaniyan ji bo zêdekirina çend rojên din ji ser temenê xwe yê tejî trajedî û jenosîd û talankirinê, roj bi roj bertîlxwarin û malyat wergirtin li ser Kurd û gelên din yên herêmê zêdetir dikir. Li her derê Kurdistanê, jiyana gel tijî êþ û derd bû û di vê navberê de, derdê herî mezin xela bû ku gelek deverên Rojhilata Navîn girtibû ber xwe. Rûmet, þexsiyet û serfiraziya gel bi giþtî ji hev hildiweþiya û her tiþtê ku bêhna jiyanê jê dihat, wenda dibû. Malbat ji hev belav dibûn û haya kesî ji kesî nedima. Di wan salan de mirin bibû adetek rojan e.
Mihemed Arifê ku xwediyê malbatek xwedî rûmet û mezin bû, her roj dîmenên dilþewat di kuçe û kolanên Cizîra Botan de bi çavên xwe didîtin. Wek dibêjin bûyerên zarokatiyê qet ji bîra mirovan naçin û xuyaye, M. Arifê hest nazik û zarok, qet ew roj ji bîra nekirin. Ew heya roja mir jî, ew rojên ku çend zilaman ji bona xwarna goþtê pisîk, kûçik an jî ajalên din ku ji birçîbûnê ditûpî (disekitî), hev û din perçiqandin, hev û din ji bo têrkirina zikê xwe bi zanîn an nezanîn kuþtin, ji bîra nekirin. Êdî pisîkên nava mal û kolanên Cizîrê bibûn xwarina gelek kesan. Nexweþiyên cur bi cur her derê welat girtibûn ber xwe. Ti rojek nebû ku M. Arifê nûgihiþtî termê çend miriyên bêxwedî di kolanên bajarê xwe de nebîne. Rewþ li gundan hê jî kambaxtir bû û þepirzeyiyên jiyana tijî asteng, êdî hemû sînor derbas kiribûn.
Mihemed Arifê nemir her tim di gotûbêjên xwe de bi xemgînî behsa keçek 4-5 salî dike, ku li kolaneke bajarê Cizîrê dema mijûlî xwarina kerekî nanê hiþk û req bûye, di bin dest û piyên heft-heþt zilamên birçî de, hatiye perçiqandin û kes bi kuþtina keçikê hiþyar jî nebûye, belkî ji bo xwarina wî kerê nanê hiþk, kesên din jî kuþtine.
Mihemed Arif ew roja ku bavê wî yê dilovan bi dehan ji mêrxas û egîdên Cîzîra Botan re bi darê zorê ber bi eniya þer diþandin herêmên dûr ji welatê wan, qet jibîr nekirin. Ger di wan rojan de kesekî ji çûyina þer serpêçî bikira, bi rengekî kirêt û çewt li ber çavê gel û endamên malbata wî dihat ceza û sivik kirin. Li rojavayê Cizîrê girek pehn hebû ku jêre digotin “ Girê Sit Nefsiye”. Cendirmên Osmaniyan di hinek rojên taybet de ciwan û zilamên Kurd li wira kom dikirin û bi tehqîr û lêxistinê ew ber bi qada þer diþandin. Bavê Mihemed Arif di rojek ji wan rojan de li ber çavên wî û xwiþk û birayên wî yên din ji wan dûr ket.
Li ser bûyerên bi vî rengî mîrasek afirandina stranê ji hunermendê nemir re çêbû û navê wî li Kurdistana mezin belav kir.
Huner di mejiyê kesên ku di nava kûrahî û cergê civata xwe de xem, derd û tehliyên jiyana gel dibînin û bûyer li ser hisên wan bi tesîrin, mîna ava kaniyekê diherike. Di gelek ji wan çûyinan de êdî veger tine bû û bi vî rengî gelek malbatên navdar kolbûn û bi yek carî ji nav çûn.

C). Þoreþa Þêx Seîdê Pîran, Girtina Mihemed Arifê Cizîrî û Guherandina Hizir û Ramanên Wî.
Piþtî ku bi hevkarî û hêza gelê Kurd li ser mîrasê Împiratoriya Osmaniyan Komara Tirkiyê hat damezrandin, pêvajoyek nû di jiyana Kurdan de jî dest pêkir. Kemalîstan xebata xwe ya li dijî desthilatdarên Osmanî, ji Anadolê û di nava Kurdan de destpêkirin. Wan soza biratiyê û wekheviyê dan Kurdan ku piþtî avakirina komarê di bin siya banê wê komarê de Kurd û Tirk bê ferq û cudahî di etmosfêrekî azad bi hev re bijîn. Wan salan Kurd û Tirk misilman û bira bûn. Neteweperestî li gor quralên îslamê heram bû. Lê piþtî ku Tirkan bi hevkariya hêza fîzîkiya þervanên Kurd cihê piyê xwe peyit kirin, êdî dest bi qirkirin û înkarkirina hebûna netewa Kurd jî kirin.
Ji vir û pêde þoreþ û serhildanên berbilav li herêmên Kurdistanê dest pêkirin. Li sala 1925’an þoreþa Þêx Seîdê Pîran destpêkir, lê mixabin zêde nekiþand û þoreþ bi xiyaneta hevlingê Þêx Seîdê nemir, Qasoyê welatfiroþ û desteka dewletên biyanî hat têkþikandin. Mêrxas û þêremêrên Kurd kom bi kom hatin girtin û serokê þoreþê û bi hezaran kesên din ji þoreþgerên Kurd bi destê þovînîstên Tirk hatin îdamkirin. Li sala 1926’an Mihemed Arifê Cizîrî û komek ji xizim û lawên egîd li Cizîrê bi hev re hatin girtin. Ew ber bi girtîgeha Amedê birin. Piþtî çend rojan di girtîgehê de M. Arifê Cizîrî her þevê bi çavên xwe didît ku heval û hogirên wî yek bi yek ji wî cuda kirin û piþt re careke din êdî qet ew nedîtin. Ber bi kû çûn û çi bi serê wan hat, her tiþt eþkere bû: Tev di tarîtiya þevên reþ de hatin îdamkirin û gihîþtin karwanê þehîdên doza Kurdistanê.
“Çima û bona çi mêrxasên Kurd bi vî rengê hovane hatin þehîd kirin? Aya guneyê Kurdbûyinê kuþtin û bêparkirina mirovan ji mafê jiyanê ye?... “ Ev û bi dehan pirsên din hertim êrîþ dianîn ser mejiyê lawikê 12-13 salî Mihemed Arifê nûgihiþtî. Tirsa wan þevên tarî û tijî stemkarî, qet ji bîra wî nediçûn. Hemû guneyê wî beþdariya bav, kes û karên wî di serhildana Þêx Seîdê Pîran de bû. Di wan salan de Kurdbûn li gor bîrdoza Kemalîstan gunehek pir mezin bû û mezintirîn guneha Mihemed Arifê nûciwan jî, Kurdbûna wî bû. Piþt re ev helwesta Tirkên þovînîst rêyek nû li ber hunermendê me vekir: Welat perwerî, evîna kûr ji bo xak, ziman û dîroka Kurd û Kurdistanê bû rêbaza wî ya jiyan 74 salan. Pêkhatina hizrek nû li ser nexweþiyên civakî di mejî û ramanên wî de afirî. Riyek rast û paqij ji bo Kurdayetiyek rastîn li ber wî hat vekirin. Carekê ji xwe re wiha got:“ Ger Kurdbûn gunehek wiha mezine, ez soz û qirarê didim ku vê riya bi þan û þeref bernedim.“ Û þêremêrê rojên tengaviyê M. Arif heya dema mirinê dest ji vê soza xwe berneda. Li ser wê helwestê jî di gelek kilamên xwe de mêraniya Kurdan li hember dagirkeran anî ziman:
Kurê baban û eþîr û fîdan e
Va xortên çiyayî dîsa destê xwe dane darê Çapilyane
Ji eskerê xayinan dane erdê
Ji hisaba hezar û çil û çar e
bêje rojekê hinde heval
Li cepekê bê hewar e
Gotîn were serqolo dest hilîne
Rojê qewmandî rojê me mêran e.”

Çima Mihemed Arif di girtîgeha Amedê de nehat îdam kirin û jiyana xwe ya piþtî azadiya ji girtîgehê çawa domand? Mihemed Arifê Cizîrî heya sala 1929’an di girtîgeha Diyarbekirê de bû. Sedema ne edamkirina wî, kêm temeniya wî bû û li gor qanûna Komara Tirkiyê nûciwanekî 12-13 salî nedihat mehkeme û îdamkirin. Kêm temeniyê ew ji mirinê rizgar kir, lê ewî çar sal ji salên jiyana xwe ya herî bi qîmet di nava çar dîwarên girtîgeha Amedê de derbas kirin. Dema ew avêtin zindanê komek ji ciwan, mêrxas û egîdên Kurd bi wî re bûn, lê çaxê ew ji deriyê girtîgehê derket derve, tenê xwe dît û kesek pê re tinebû!. Demekê li ber deriyê girtîgehê sekinî û li bendê bû ku heval û hogirên wî jî bên berdan û bi hev re vegerin Cizîrê, lê serbazekî ber deryê zîndanê bi gotina: Yavrum... burdan defol, gerî donmek istemiyor musun? ..._ Lawo ji vira cehnem be, ma tu dixwazî careke din paþde vegerî?...“, ew ji cîhana xiyalan deranî.
Belê piþtî vê gotinê bû ku wî zanî ji bilî wî kesek nemaye û kesên pê re tev hatine kuþtin.
Piþtî ku ew hat berdan û xwe gehand Cizîrê, þûnewarên þer hê jî li ser jiyana gel mabûn. Destkurtî û xêzaniyê, gel pir þerpeze kiribû. Lê hêviyên ji bo destpêkirina jiyanek nû, di dilê gel de geþ bibûn.

Avkêþî û huner
Mihemed Arif ji rûyê neçariyê û ji bona ku nanê zikê xwe peyda bike, li kolanên bajarê Cizîrê dest bi karê avkêþiyê kir. Di wan salan de ava rûniþtvanên bajarê Cizîrê tev ji kanî û cubarên bajar û derdora wê dihatin temîn kirin.
Di wan salan de bû ku hunera M. Arif kifþ bû. Dema ku ew û hevalên xwe di kolanên bajar de li benda bikirekê avê disekinîn, wî dest bi stirînê dikir. Di wan salan de bû ku strana Xezal - Xezal jî carna di nava hevalên xwe de dixwend û derdên giraniya jiyanê dianîn ziman:
Xezal Xezal....
Xezal xerîbe hoy cefayê
Xezal xêzane hoy nemînê
Xêzanî zehmete hoy Xezal
Hoy nemînê
Ezê çi bikim ez û xezala xwe ketînê
Hoy Xezal....”

Bi vî rengî hunermendê navdar M. Arifê Cizîrî liv û lebata li dijî çewtî û zehmetiyên jiyanê da dest pêkirin. Wî dixwest li hemberî nerindiyên civakî û cefayên jiyana tejî kûl û derd li berxwe bide û bibe qehremanê serketinê li dijî hemû nakokiyên di riya jiyanake tije serfirazî da. Bi karê avkêþiyê him bi rengekî bêminet jiyana xwe derbas dikir û him jî bêtir di nava civatê de arêþe, belengazî û erf û edetên gelê xwe hîn dibû. Gotinên pêþiyan yên mîna (þûxil þêr e, dema te dest pêkir dibe rûvî”, an jî:” destê mandî li ser zikê têr û destê karkirî li ser zikê têr e”...) di civata Kurdan de li ser bihêzkirina hisa berxwedana M. Arifê ciwan pir bi bandor bûn.
Mihemed Arif stranbêjî di nava kolanên Cizîrê û di çaxê avkêþiyê de dest pê kir. Bona wê jî di xebat û karê xwe yê hunerî de bû mamoste û ji bo nifþên piþtî xwe bû xwendingehek mezin. Wek tê gotin bingeha her karekî rêkûpêk, di temenê lawîniyê de tê darêjandin. M. Arifê deng xweþ jî di wan salan de him riya xwe ya hunerî peyda kir û him jî li ba wî koka stranên ku bi stirîna wan nav û dengê wî li her dera Kurdistanê belav bû, hatin darijandin.

E). Þîreta Mîrên Botanê, Dengbêjî û Destpêka Karê Hunermendiya Mihemed Arifê Cizîrî.

Hunermend û rewþenbîrê navdarê Ermenî “Aram Xaçatoriyan” derheqa huner û hunermendiya Kurdan de wiha dibêje:“Kurd ji zarotiyê bi hunermendî tên dinê û tevaya Kurdan hunermend û stranbêjin“.
Mihemed Arifê dengxweþ jî di cih û herêmekê de hatibû dinê ku navenda pêgehiþtina hozanên navdar, dengbêjên kilamzan û welatê huner perweran e. Ji kevin de heya roja îro di piraniya malên Cizîrê û derdora wê de, kêm malbat peyda dibin ku yek an jî du kes ji endamên mala wan hozan û stranbêj nebin. Di vê xebatê de cudahî di navbera jin û mêran de nayê dîtin. Ezberkirina stran, qesîde û medîheyan ji kevin de di nava jin û mêrên Cizîra Botan de bûye çandek netewî. Ew vî karî bi wezîfeyek civakî-netewî dizanin. Gelo ev kûltura han ji bo parêzvaniya taybetmendiyên netewî ji kû hatiye?!
Wek bav û kalên me dibêjin: Di çaxên gelek dûr de ji mîrên Botanê mîrek hebû ku di nava gel de gelek birêz û hurmet bû. Di çaxê mîrekdarî û desthilatdariya wî de herêm ji aliyên aborî, civakî û siyasî ve pir pêþketî bû. Ji ber wê rewþa baþ her kesî dixwest di Cizîrê de bi cîhwar bibe û jiyana xwe li wir bidomîne. Rojekê mîrê Kurd bi riya carçî û berdevkên xwe biryarek di nava gelê bajar de belav kir:“ Her kesê ku Cizîrî be û di nava Cizîrê de bijî, ger kilam an jî stranekê nezane an jî qesîdekê nexwîne, bila ji bajarê Cizîrê derkeve.“!
Ev fermana mîrê Kurd ger bi serê xwe bê þirove kirin, tê de felsefeya mayîna jiyana Kurdan tê dîtin. Çima Kurda piþtî ku bi sedan sale welatê wan ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin, hê jî bi rindî ziman û taybetmendiyên xwe yên netewî parastine? Gelo fermanên bi kêr û bêrên wisa çiqas ji mayina Kurdan re bi mifa bûne? Bêguman pêwîst e bê gotin ku zindîmayina Kurdan bi sedemên wiha ve jî girêdayî ye.
Ji aliyek din dayika Mihemed Arif (Edla Xanim) jî di Cizîrê de dengbêjeke navdar bûye ku dengê wê pir xweþ bûye û di nava civatê de ti dawet û þahiyek bêyî deng û awazên wê û deste xwîþkên wê, nedihatin lidarxistin. Herwiha di wan salan de li Cizîrê ji bilî Edla xanima dayika M. Arif, sê jinên din jî hebûn ku ew weke mamostayên hunermendên weke Hesen Cizîrî, Remezan Cizîrî, M. Arifê Cizîrî, Seîd Axayê Cizîrî û hwd dihatin hesibandin. Ji wan: Celoya Kor(Celîla Leilê) ku jinek feqîr û bêkes bû, Êmoya Cizîrî(dayika hunermend Remezan Cizîrî) û Nûrê ya dayika mamostayê hemû hunermendên Cizîrê nemir Eduyê Nûran, mîna Edla xanimê kilam digotin û di civata Kurdan de, gelek hosta bûn. Dema di þahî û dawetan de van xanimên Kurd mil didan hev û bi stranên xwe yên duqulî û sêqulî dewatker diþarandin, pîrejin û kalemêrên sedsalî jî nedikarîn di cihê xwe de bisekinin.
Jiyana Kurdan her dem tejî þadî û xweþiyê bûye û dema ev xanimên Kurd di þahiyan de beþdar dibûn, Mihemed Arifê nûgihiþtî jî bi wan re di þahiyan de amade dibû.
Edla xanima dayika wî gelek li ser awayê stirîna wî disekinî û tecrubeyên xwe yên strangotinê, hêdî-hêdî hînî wî dikirin. M. Arif nûciwanekî bi hizir û bîr bû. Bi hûrbînî têbîniyên Edlayê cî bi cî dikirin û ji wê hîn dibû ku çawa dengê xwe bikemilîne û bikarbîne. Bingeha hunermendiya vî hunermendê Kurd li jêr çavdêriya hunermendên wiha bihêz dr hat darêjandin. Di hemû þahî, xwendina mewludên ji bo pêxemberê îslamê, meha hecê û vegera heciyan ji Mekkê û Medînê, sinetkirina zarokan, þirînî xwarina nîþaniya bûk û zavê, xetimkirina Qûrana pîroz û hwd... Mihemed Arif bi dayika xwe re amade dibû û raz û remzên hunermendiyê ji wê û hevalên wê hîn dibû.

Eduyê Nûran
Li Cizîrê hunermendek din jî ku gelek kes di bin çavdêriya wî de hînî hunera kilambêjiyê bûne Eduyê Nûran (kurê dengbêja navdar Nûrê) ye ku di Botanê de pir bi nav û deng bû. Lê mixabin dengê wî li ti deran nehatiye tomar kirin û ji ber girêdana bi malbatê ve û xweþiya rewþa jîna wan, mîna M. Arif, Hesen Cizîrî û yên din xwe negehandiye radioya Kurdî li Bexdayê. Bi mirina wî re hunera wî ya dewlemend jî hatiye bin ax kirin, lê wî gelek þagirtên mîna Mihemed Arif, Remezan Cizîrî û Hesen Cizîrî þandin nava civata me û ew tev bûn hunermendên navdar.
Pêngava yekê...
Hunermend M. Arif di van þert û mercên wiha de li ber destê Edla xanima dayika xwe û hunermendên din yên ku navê wan hat anîn, yekemîn pêngava stranbêjiyê avêtine. Bîr û rayên wî bi wê toreya paqij a dayikane hatin avdan û geþkirin. Rêyek ron li ber çavên wî vebû û ew siwarê hespê kehêlê hunermendiya resen, roj bi roj pêngavên xwe baþtir û peytir ber bi pêþ ve avêtin. Ji dayika xwe stranên mêrxasî û egîdiyê hîn bû. Þerê eþîrên Kurdan û nakokiyên di navbera wan de nas kirin, aliyên Kurdan yên olî bi rindî fam kirin û ji bona wê jî di civata gelê xwe de bû hunermendê rastîn û ji gel re bû mal û samanek netewî û dîrokî.
Dema þagirdek mîna Mihemed Arifê Cizîrî bi vî þêweyî ji mamostayên xwe hînî hunermendiya resen bibe û derd û elemên civata gelê xwe nas bike, bi rindî jî dikare wan xem û melûliyan bike stran û bîne ziman. Hemû tiþtên ku ji çaxê zarokatiyê ji dayika xwe û hunermendên din hîn bibû, ji hunera wî re bûn kevirên esasekî giran û bi hêz. Ji bona wê jî ew ji nifþên di pey xwe re bû xwendingehek dewlemend. Gel ji deng û stranên wî pir hezkir, çimkî di axîn û nalînên wî de hemû derd û xembariyên xwe didîtin.

F. Mihemed Arifê Cizîrî û Qedera Hunera Wî Piþtî Damezrandina Komara Tirkiyê
Li bakûrê Kurdistanê piþtî ku komara Tirkiyê hat damezrandin, Kurdan jî li herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê li dijî desthilatdariya wan serîhildan û rewþa aboriya welatê Kurdan tevlîhev bû. Mihemed Arif jî bi karê avkêþî û strangotinê debara jiyana xwe dikir, lê di Komara Tirkiyê de stranên Kurdî û zimanê Kurdî qedexe bûn. Ew riha sivik û tejî hisên nazik ku di bûhiþtek weke Kurdistanê de, di nava laþ û canê Mihoyê ciwan de hatibû perwerde kirin, nedikarî bê zindan û berbend kirin. Bêdengkirina wî ne mumkin bû. Ew pêhesiya ku di welat, bajar û mala wî de, dixwazin hebûna wî înkar bikin. Ji bona wê jî di temenê 18 saliya xwe de, bi birayê xwe yê mezin re çû baþûrê Kurdistanê û demekê li bajarê Zaxoyê akincî bûn. Piþtre bi yek carî, li bajarê Dihokê ku wê demê bajarokek biçûk bû, bi cih û war bû. Ew li wir xwediyê tiþtekî nebûn. Strangotinê jî (mîna þûxil) zêde di nava gel de cihê xwe venekiribû. Ji xeynî hunera strangotinê wî zêde bi þûxil an jî karekî din nedizanî. Wek Mihemed Arif bixwe behsa wan salên jiyana xwe dike:“ Carina ji bo toxarek genim an jî ceh, ez û Hesen Cizîrî heya berê sibê di koþk û dîwanxaneyên axa û dewlemendan de distirîn“
Li herêma Behdînan deng û awazên wî ji aliyê gel ve bi germî hatin pêþwazî kirin. Hunermend M. Arif li vir dergehek nû û vekirî li pêþberiya xwe dît û bi mifa wergirtin ji derfetên ku jêre çêbibûn, ji nava malên axa û mîran heya nava malên hejaran û di nava kolanên Dihokê de jî qêr dikire stirna. Bi wî dengê xweþ her kes mendehuþ dibû.
Li bajarê Dihokê piþtî ku rewþa jiyana wî hinekî baþ bû, li wir xwaringehek biçûk ji xwe re kirî. Di rojên ku li xwaringeha xwe dixebitî jî gel li dora wî kom dibûn û bi bihîstina kilamên wî dilþa dibûn. Jiyanek asayî ji bona wî destpêkiribû: Bi piranî rojê di xwaringeha xwe de dixebitî û þevê jî di dewat, þahî an jî di nava xem û xweþiyên feqîr û di dîwanxaneyên axayên herêmê de distirî.

G). Çend karên Din Ku ji Xeynî Hunermendiyê Mihemed Arif Ket Pey Wan û Bi Riya Wan Bêtir Xem û Derdên Gelê Xwe Naskirin:
Di sala 1932yan de M. Arif bi Fatmayê keçek ji herêma Torê (bakurê Kurdistan) re zewicî û ji wê bû xwediyê du zarokan( Kerîm û Asiya ). Mihemed Arif herçend li gor hinek ji dost û hevalên xwe, rewþa wî baþtir bibû, lê qet xwe ji mirovên bêçare û xizan dûr nexist. Bi dengê xwe, germahiya jiyanê di nava dilê wan de germtir dikir. Li ser berxwedana mêrxas û egîdên Kurdan ji wan re distirî û ew dubendiyên di nava eþîrên Kurdan de bi zimanê stranê mîna çîrokên þirîn beyan dikirin. Gelek salan bi vî rengî jiyana xwe domand. Di wan salan de êdî dengê wî li piraniya herêmên baþûrê Kurdistanê di nava gel de belav bibû. Gelek kes bi rojan ji gundên dûr dimeþiyan û xwe digehandin xwaringeha Mihemd Arifê Cizîrî, li bajarê Dihokê. Lê him ji bona ku gel nekeve zehmetiyan û him jî baþtir kilamên civata Kurdan hîn bibe, di pêngavek din de ku M. Arifê Cizîrî ber bi pêþve avêt û hunera xwe bêtir ji berê di nava gelê herêmê de belav kir, gera wî ya di nava gund û bajarên baþûrê Kurdistanê de bû. Di gund û bajaran de ew diçû malên xelkê û ji wan re distirî. Ji bo hilbijartina malên ku ew diçûyê, pîvaneke wî tinebû, wî deng û hunera xwe ji her kesî re mal dihesiband û bi can û dil ji wan re distirî.
M. Arif ji sala 1938an û pê de bû sinetker û meþa xwe ya ber bi gundên dûr ve dest pêkir. Çenta xwe hildida û ber bi gundên deþta Mûsil, herêma Berwara Bala, herêma Soran û ber bi zozanên Kurdistanê dimeþiya. Ev kar û xebata nû him Mihemed Arif bêtir bi gel da nasandin û him jî wî baþtir dab û nerîtî, rewiþt û toreya gelê xwe nas kirin. Ew di nava kûltura resena netewa xwe de pijiya. Armanca M. Arifê hunerperwer jî, ji hilbijartina vî karî, ew bû ku him bi rengekî bêminet nanê jiyana xwe û zarokên xwe yê rojane peyda bike, him jî di warê hunerî de kilamên cima’eta Kurdan baþtir nasbike û piþtre wan bixwîne. Xebatek bi vî rengî M. Arif kir xwediyê xezîneyek dewlemend ji huner û stranên netewa wî. Herwiha vî karê han ew di hunera stirînê de hosta û dewlemendtir kir.
Mihemed Arif mirovekî germ bû û kêfa wî pir bi pîremêr û pîrejinên xwedî tecrûbe dihat. Di þevên dirêj yên zivistanê de, demeke dirêj bi wan re di odeyên teng û tarî de rûdiniþt û bi têbîniyek balkêþ guhê xwe dida xeberdan, stirîn û çîrokên wan yên tijî peyvên zimanê paqij û %100 Kurdî. Çîrok, beste, lawik, lorîk, heyran, meqamat û melodiyên cûr bi cûr ji wan hîn dibû. Þansê wî jî di vir de pir hebû ku ji zarokatiya xwe, di bin çavdêriya dayika xwe û gelek kesên din de, þarezayiyek baþ li ser hunera gotin û stirînê peyda kiribû û þev û rojan bi wan re jiyabû.
Rastiyek zanistiye ku dema mirov evîndarê karê xwe be, dikare li hemberî her astengekê li berxwe bide û di karê xwe de bigehe serê çiyayê serfirazî û serkeftinê. Bi taybet ger mirov ji zarotiyê mejiyê xwe li ser karekî taybet biwestîne, dikare di kar û xebata xwe de bibe pisporekî gelek zana. Hizra Mihemed Arif ya hînbûnê jî, ji çaxê zarokatiyê de bi rindî hatibû perwerdekirin. Wî hemû stran û çîrokên mêrxasiyê û miqamên ku dibihîstin di cih de ezberdikirin û par û þaxê ku stran diketê, zû jê re kifþ dibû. Wî dikarî bizanîbe kanê her stranê taybetmendiya wê çiye û çawa yê bê gotin. Tama civakî, çîrok, peyv, herêma ku serpêhatiya stranê tê de qewmiye, zû ji hev cuda dikirin. Bi wateyek din Mihemed Arif ji ber ger û þarezayiya ku li ser zarave û devokên zimanê Kurdî li herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê peyda kiribûn, dikarî bi rindî stranên ku dibihîstin, ji hev veqetîne.
Mamostatî û hunera bilind a M. Arifê Cizîrî, êdî navê wî li her derê Kurdistana mezin belav kiribû. Li ser wê helwestê, wî jî di warê dewlemendtirkirina hunera xwe ya resen de, hertim pêþketin û dîtinên nû pêk dianîn.
Êdî rûbarê pêþketina jiyan û hunera wî ketibû ser riya xwe û bi rijdî ber bi pêþve dimeþiya. Di meþa wî de sal bi sal guherînên mezin, rengê xwe geþtir dikirin.
Mihemed Arif mirovekî misilman û Xûdêtirs jî bû. Piþtî ku demek dirêj bi hejarî jiyabû, rûpelên jîna wî ya berê hatibûn wergerandin. Ev ji bona wî mîna xelatek asmanî dihat hesibandin. Ji ber wê jî ji bo ku jiyana hejariya xwe ji bîr neke û ji rêvîngên jiyana derwêþiyê dûr û cuda nekeve, li sala 1946’an komek olî bi hevkariya çend hevalên xwe yên bawermend pêk anî. Ew û Remezan Cizîrî jî bûn sergêrên koma xwe ya olî. Ji bilî wan Evduyê kurê Eþedê Cizîrî, Liyas Hacî Liyas, Hesenê Hemdanî û Arifê Hemdanî jî di komê de cih girtibûn. Ev kom li herêmên cûr bi cûrên baþûrê Kurdistanê digeriyan û bi xebat û karê komê Mewlûdnameya Mewlewî bi dengê xwe yê xweþ ji gel re dixwendin. Ji Hewlêrê û derdora wê bigire heya digehije gundên derdora çiyayê Hemrîn, herêma Germyan(li derdora bajarê Kerkûk) û gundên deþta Mûsil, vê komê bi karê hevbeþ ev xebata xwe ya olî didomandin. Ji bilî van kesan endamên din jî, di van herêman de gehiþtin nava koma wan, lê ew mîna M. Arif û hevalên wî nedigerîn û dema kom diçû gund an jî cihê jiyana wan, ew jî tevlî komê dibûn. Li wir û di xebata bi vê komê re bû ku M. Arifê Cizîrî stranên olî jî hîn bû. Piþtî nêzî du salan û dûrbûyina ji malbatê, Mihemed Arifê hunerperwer carek din bi yek carî vegerî bajarê Dihokê.

H). Dergehek Nû: Ji Mala Elmas Xanê Heya Radyoya Kurdî li Bexdayê.

Sala 1947an Mihemed Arif çû Bexdayê û li wir mîna gelek ji hunermendên din xwe gihand radyoya Kurdî. Li wir bû ku cara yekem xanima hunerdost û hunerperwer Elmas Xan (1894-1974) nas kir. Di mala wê de hunermendên navdarên Kurd jî yek bi yek naskirin: Hesen Cizîrî, Nesrîn Þêrwan, Tahir Tofîq, Meryem Xan, Elî Merdan, Fewziye Mihemed Amêdî, Resûl Gerdî, Karapêtê Xaço û gelek ji hunermend û rewþenbîrên Kurd mîna endamên malbatekê li dora hev kombibûn û bi hevpiþkî xebatên xwe yên hunerî, çandî û rewþenbîrî didomandin. Di mala Elmas Xanê de, ji bilî çalakiyên hunerî û kûlturî, rewþenbîrên Kurd jî li ser ziman û strana Kurdî û pirsgirêka Kurd bi hunermendan re diaxivîn. Wê demê þerê di navbera nemir Mele Mistefa Barzanî û dewleta navendiya Îraqê bi serokatiya Ebdulselam Arif qediya bû û hêzên nemir Mistefa Barzanî ji bo hevkariya Kurdên Rojhelatê Kurdistanê û psihtgîriya komara nûavabûyî xwe gihandbûn bajarê Mehabadê. Þoreþa Kurdan li baþûr þikestibû, lê li hemberî nasyonalîzma Ereban, Kurdên baþûrê Kurdistanê, ji çaxê Þêx Mehmudê Berzincî heya bizava azadîxwaziyê ya bi serokatiya nemir Barzanî þoreþek giran dabûn destpêkirin. Hunermend, siyasetvan, xwendevan û rewþenbîrên Kurd di etmosfêrekî wiha da nedikarîn xwe ji pirsgirêka gelê xwe dûr bigirin û di mala Elmas Xanê de li ser rewþa gelê xwe jî diaxivîn.
Li vir tê xuya kirin ku Elmas Xan miroveke gelek xêrxwaz, rewþenbîr, têgihîþtî û nîþtimanperwer bûye. Wê li xerîbiyê Kurdên camêr û zana li dora hev civandine û di navbera xwe de hevgirtinek siyasî-civakî pêkanîne.
Mihemed Arifê Cizîrî bi hevkariya Elmas Xanê çû radyoya Kurdî a Bexdayê. Li wir piþtî ku dengê wî ji aliyê berpirsyarên para muzîk û hunerê ve hat bihîstin, bi germî hat pêþwazî kirin. Berî wê di azmûna deng û stirînê de ku ji aliyê xwediyên kompaniyên qewan çêkirinê ve dihat li darxistin, M. Arif bi baþî hatibû pejirandin. Dema bo yekemîn car li ser qewanan hinek ji stranên M. Arifê Cizîrî di nava gel de belav bûn, di demek pir kêm de bi hezaran qewanên wî hatin firotin. Lê mixabin li gor firotina qewanên wî, mafê wî nedihat dayin. Dîsa bi vê re kêm be jî rewþa jiyana wî hinek ji berê bêtir bû.
Li para Kurdî ya radyoyê fikira wî hê jî ji berê bêtir vebû û cîhan li ber çavên wî bi rengekî din hat dîtin. Herwiha ji ber istîla wî ya taybet, daxwaza gel û dengê wî yê xweþ, her du rojan carekê çend stranên wî bi rengekî zindî di radyoyê de dihatin pêþkêþkirin. Wê demê ji ber pêþneketina teknîkê, piranya stranên ku dihatin belav kirin, bi þiklekî raste-rast(zindî) dihatin weþandin. Wan salan li Kurdistanê lihevnehatin û nakokiyên siyasî di navbera Kurd û dewleta navendiya Îraqê de hebûn û berpirsyarên radyoya Kurdî li Bexdayê ji bona ku dengê xwe bigehînin her derêaKurdistanê, qîmetek giranbiha didan wan hunermendên dengxweþ û pispor di karê dengbêjî û hunermendiyê de. Di vî warî de M. Arif bi temamî desthilatdar bû û gelek qîmet dida karê xwe. Ev derfeta zêrîn ew li hemû Kurdistanê da nasandin û dengê wî li her dera ku Kurd tê de dijîn, belav bibû. Bi riya radyoyê peywendiyên di navbera wî û gelê Kurd de ji rewþa herêmî derket û ji Kurdên Êrîvanê bigire heya Botan, Serhed, Erdelan û hwd name digehiþtin radyoyê. Ji radyoyê daxwaza stranan ji dengê hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Hesen Cizîrî, Nesrîn Þêrwan, Elî Merdan û ewên din dihat kirin. Dema evqas pêþwaziyên mezin ji wî û hunera wî hatin kirin, bêtir ji berê li ser naveroka kilamên xwe disekinî û bi hêzek mezin di kar û barê xwe de bi pêþ diket. Ji aliyek din ew mirovek pir dilovan û mirovperwer bû û mirovatiya xwe ji her kesî re dida xuya kirin. Wî dixwest ger xwediyê pariyek nan be, bi dost û hevalên xwe re parve bike. Wî tama feqîrî û nedariyê pir kiþandibû û hertim di rûniþtin û hevpeyvînên ku pêre dihatin kirin, ew bîranînên xwe dianîn ziman.

I). Naveroka Stranên Mihemed Arifê Cizîrî:
Mihemd Arifê Cizîrî nêzî 350 stranên xwe (bi gotinek din 333 stran) bi rengekî fêrmî di para Kurdî ya Radyoya Bexdayê de tomar kirine. Di nava stranên wî de folklor û stranên gelêrî, dîroka Kurdistan, mêrxasî û camêriya Kurdan, jiyan û evîna ji bo mirovatiyê, bedewî û wefadariya jina Kurd, dilgemariya neyar û dagirkerên Kurdistanê tên dîtin. Xizmeta herî mezin ku M. Arif bi riya hunera xwe de pêþkêþî civatê kiriye, sax û zindîkirina stranên folklorî ye ku piþtî xwendina wan bi dengê xwe, ew stran li hemû Kurdistanê belav bûn û ketin ser zarê gel.
Di yekemîn bihîstina dengê M.A. Cizîrî de, mirov ji rûyê dengê wî yê germ êþeke giran jî hiss dike. Belkî xema dûriya ji Botanê bandoreke taybetî li ser dengê wî jî çêkiriye.
Hemû bûyerên dîrokî û siyasî ku di dirêjahiya dîrokê de li Kurdistanê qewimîne, ji aliyê gel ve bi rengê stranê hatine xwendin. Ew mîna samanek netewî ji gel re bûne mal, lê piraniya wan nehatine bihîstin an jî kêm hatine bihîstin. Dema stranbêjek navdar wan kilamên gelêrî bi dengê xwe dixwîne, ew kilam li her dera welat belav dibin û gel bêtir bi bûyerên welatê xwe yên çaxên berê dihese. Gelek ji stranên gelêrî, M. Arifê Cizîrî ji qalibê herêmî derxistin û ew kirin Kurdistanî. Bo nimûne stranên mîna: Derwêþê Evdî, Þêxê Canê, Xezal-Xezal, Çûme Urfayê, Mîrê Botan, Bavê Seyro, Qasimê Meyro, Hesenîko Qûrban, Hesenê Mala Mûsa, Cembeliyê kurê Mîrê Hekariya, Lawikê Medenî, Eyþana Elî, Filîtê Quto, Mebrum Xanê(Mebruma Þikak), ay Babiko, Befir barî û hwd her çend gelêrîn e, lê piþtî ku bi dengê M. Arifê Cizîrî hatin xwendin li her derê Kurdistanê hatin bihîstin û di nava gel de belav bûn.
Xem û derdên bindestî û mêrxasiya Kurdan di stranên M. Arifê Cizîrî de pir tên bihîstin:
“ Ezê bi hafa Dîgorê ketim wa bi dar e
Ez nizanim kîþ çiya ye?
Navbeyna wî çiyayî ketim ber de deþt e
Ser de zozan e, willeh wa bi dar e
Ev e serê çend salan kavil e û gor e
Biye xêrana singan û dewran e
Kurê baban û eþîr û fîdan e
Va xortên çiyayî dîsana destê xwe dane darê Çapilyan e
Ji eskerê xayina dane erdê
Ji hesaba hezar û çil û çar e
Bêje rojekê hinde hevala
Li cebhekê bê hewar e
Gotîn were serqolo desthilîne
Rojê qewmandî, rojê me mêran e....”

Ji 350( bi gotinek din 333) stranên hunermendê nemir M. A. Cizîrî, bi piranî tev di nava gel de belavin û gelek kes hene ku di arþîva xwe de hemû kasetên wî parastine. Wî bi hunermendên mîna Meryem Xan, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Þêrwan, Eyþe Þan, Elmas Xan, Îsa Berwarî re stranên duqolî xwendine, an jî bi wan re rûniþtiye û kasêt tejî kirine. Heya dawiya jiyana xwe hevaltiya wî bi piraniya helbestvan, nivîskar û hunermendên Kurd re hebûye. Di jiyana xwe de xwedî kesayetiyek giran bûye. Ti caran ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re stran nexwendiye. Ji bona wê jî giranî û navê xwe di nava gelê Kurd de bi rindî û paqijî hiþtiye.
Mihemed Arif Cizîrî xwendegehek e ji wan kesan re yên ku dixwazin zimanê xwe baþ hîn bibin, an jî koka kilam û stranên bav û kalên xwe yên gelêrî û otantîk binasin. Sifetên: Mêranî, þerafet, jiyana bi rûmet, qîmet û nirxên mirovanetiyê, tev di deng û stranên Mihemed Arifê Cizîrî de tên bihîstin.

J). Mirin û Wexera Dawiyê
Jiyana nemir M. Arifê Cizîrî di çend qonaxan de derbas dibe: Ji zarokatiyê ji ber rewþa tevlîheva cîhan û Kurdistanê, bi xizanî mezin dibe, di temenê 13-14 saliyê de ket girtîgeha Diyarbekir(Amed)ê, lê kêmtemeniya wî, ew ji mirinê rizgar kir. Ji bo ku azad bijî, xweþ bistire, Kurdî bîbêjê û debara jiyana xwe bike, derbasî baþûrê Kurdistanê bû û çû radyoya Kurdî li Bexdayê. Di civata hunermendan de cihekî taybet ji xwe re çêkir. Di salên 1950î de rewþa jiyana wî pir baþ bû. Ji sala 1949an û pê de heya sala 1972an bi fêrmî di radyoya Kurdî de xebitî û xwedî miaþê mehane bû. Li sala 1979an çû mala Xwedê û bû Hecî Mihemed Arifê Cizîrî. Piþtî wê demekê strangotin terikand, lê piþtre dîsa dest bi kilam gotinê kir. Ji 1980ê û pêde piraniya jiyana xwe di bajarê Dihokê û di nava gel de derbas kir. Sala 1984an ji ber kalbûnê nexweþ bû û ket nava ciyan. Piþtî du salan þer û berxwedana li dijî mirinê, dilê wî di þeva 17. Kanûn. 1986an li nexweþxaneya bajarê Dihokê(Nexweþxaneya Azadî) dilê wî ji lêdanê sekinî û gehiþte rêza wan navên nemir ku hertim bi serbilindî Kurd yê navê wan bi bîr bînin. Tirba Mihemed Arifê Cizîrî li goristana Þaxkê li rojavayê bajarê Dihokê ye.
M.Arifê Cizîrî ji binemalek navdar û xanedan e. Ew yekemîn kes bû ku tembûr bir baþûrê Kurdistan û bi gotinek din hemû Îraqê.
Gerên wî yên hunerî bi piranî bo welatên Suriyê, Libnan, Îran û Kuwêtê bûne. Piraniya jiyana xwe bi hunermend Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî re derbas kiriye. Mixabin demek kurt piþtî wefata wî, kurê wî Kerîm jî, di dema þerê Îran û Îraqê de çû ber dilovaniya xwe. Asya keça wî bi dayika xwe re bi tenê û bêkes man, lê xêrxwazên Kurd gelek hebûn ku li wan xwedî derketin. Piþt re Asya û dayika wê jî çûne rehmetê û niha neviyên wî li Dihukê dijîn.

Di vê navê de pir pêwîst e zehmetiyên nemir Segvan Ebdulhekîm û rêzdar babê Mêvan, ku derheqa hunermend M. Arif û malbata wî de, zehmetiyên mezin kiþandine, neyên ji bîr kirin.
M. Arifê Cizîrî bi riya strangotinê evîna jiyanê di dilê mirovan de þîn û geþ tir kir. Di warê bihêzkirina vîna mirovan ya li hember arêþe û nexweþiyên jiyanê de, rolekî mezin lîst. Niha jî dema du an jî çend kes li dora hev rûdinin û li ser feqîriyê û derdên nexweþiya jiyanê diaxivin, vê gotina Mihemed Arif bi bîra hev tînin ku di strana Xezal- Xezal de dibêje:
“ Xêzanî zehmete Xezal... hoy hoy cefayê...“.

Jêder û chavkanî
1. Segvan Ebdulhekîm: Gotûbêj bi Mihemed Arif re (Radyoya Bexda)
2. Got û bêj bi jina Mihemed Arifê Cizîrî li bajarê Dihokê li sala 1991an.
3. Li ser kesayetî û exlaqê Mihemed Arifê Cizîrî hevpeyvîn bi çend kes ji xelkê Dihokê re.
4. Hevpeyvîn bi nemir Resûl Gerdî re.
5. Hevpeyvîn bi Mamoste Xalid Dilêr re.
6. Mihemed Arifê Cizîrî: Stranbêjê mirov perwer, Ehmedê Cizîrî.
7. Arþîva Akademiya Kurdî li bajarê Neus.

Ev nûçe 653 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Çand û Huner
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.