Serokwezîra Swîsreyê Calmy-Rey diyar kir ku ew mafê stargeha siyasî didin kurdên ku li Tirkiyeyê li rastî zextan tên û bal kiþand ku Tirkiyeyê Þertnameya Mafên Neteweyî û Kêmaran a Ewropayê mohr nekiriye.
Parlamenterên Partiya Sosyalîst operasyonên KCK’ê ya ku heta niha nêzî 5 hezar siyasetmedarên kurd jê hatine girtin û her ku diçe vediguhere qirkirineke siyasî birin rojeva Parlamentoya Swîsreyê.
Parlamentera Partiya Sosyalîst a Vaûdê Josiane Aubert û Parlamenterê Cenevreyê Carlo Sumarruga, di 7’ê kanûnê de bi daxwaza Serokwezîr Micheline Calmy-Rey bi bersivîne, du pêþniyar pirs pêþkêþî parlamentoyê kirin. Parlamenteran di pêþniyarpirsa yekem de bal kiþand ser rewþa Ragip Zarakolu û kesên di bin navê KCK’ê de têne girtin û pirsa “Gelo Swîsre li hemberî van girtinên ku ne li gorî pîvanên DMME’ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin e, çi dike?”
MAFÊN KÊMARAN NANASE
Di pêþniyarpirsa din a ji aliyê Aubert û Sumarruga ve bi sernavê ‘Swîsre bo mijarên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê çi dike’ de ev tiþt gotin: “Tirkiye mafên kêmaran nas nake. Hemû xwepêþandanên demokratîk ên gelê kurd, mafên wan ên partî û kolemeyan bi tundiyê diçewisîne. Konseya Ewropayê da diyarkirin ku ew di meseleya azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê de bi fikar e. Gelo Swîsre ji bo mafên kurdên li Tirkiyeyê xebatekê dimeþîne?”
Serokwezîr Calmy-Rey duh di parlamentoyê de bersiv da pêþnûmeyê û diyar kir ku ew bi awayekî hayjixwe di meseleya têkiliyên ligel Tirkiyeyê de tevdigerin û wiha got: “Di çarçoveya peywendiyên siyasî yên rêkûpêk de, hikûmeta Swîsreyê di her carekê de pirsên der barê mafên mirovan de ji hikûmeta tirk dipirse û di van mijarane de daxwaza agahiyan dike.”
Calmy-Rey ragihand ku ew di çarçoveya polîtîkayên xwe yên derve de, aþtiya di nava gelan de û mafên kêmeneteweyan diparêzin û bi bîr xist ku ew mafê stareya siyasî didin kurdên ku li Tirkiyeyê bi zextan re rû bir û dimînin. Calmy-Rey bal kiþand ku Tirkiyeyê Þertnameya Mafên Neteweyî û Kêmaran a Ewropayê mohr nekiriye û diyar kir ku di têkiliyên wan ên ligel Tirkiyeyê de ew her tim mafê kêmaran, azadiya ramanê û çareseriya pirsgirêkan a bi riyên siyasî tînin rojevê. ZURÎH
Ev nûçe 335 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>