AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

23 Aralik 2011 07:25
Ji Davutoglu bo Þamê name: Bila haya we ji kurdan hebe!

Ji Davutoglu bo Þamê name: Bila haya we ji kurdan hebe! Hikûmeta AKP’ê dema ku mijar dibe ne tenê li Bakur li her aliyê cîhanê dest bi karê xwe dijîtiyê dike, derkete holê ku Tirkiye ji Beþar Esad xwestiye ku haydar be û mafên kurdan ne de wan

Salih HESEN - HELEB


Desthilatiya AKP’ê ku di 2 salan de, li bakurê Kurdistanê bi hezaran siyasetmedarên kurd avêt girtîgehan, ev car jî li hemberî daxwazên demokratîk ên kurdên rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zend û bendan bada.
Li gorî agahiyên çavkaniyên kurdan dane ANF’ê, Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu di meha cotmehê de ji Serokê Sûriyeyê Beþar el Esad re nameyek þand û ji Esad xwest ku li hemberî kurdên li Sûriyeyê ‘haydar bin.’
Hate zanîn ku Davutoglu di nameya xwe d eji rêveberiya Þamê xwestiye ku kesên li herêma kurdan têkiliya wan bi PKK’ê re hene bigirin û di meseleya perwerdehiya bi kurdî de tu pêngavan neavêje.
Her wiha, di nameyê de tê gotin ku divê Sûriye di çarçoveya Peymana Endeyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de agahiyên sîxurî yên der barê PKK’ê de bide Enqereyê.
Li gorî agahiyên nûnerên kurdên rojavayê Kurdistanê dane ANF’ê, hikûmeta tirk ne tenê name ji Esad re þandine, lîsteke li hemberî daxwazên kurdan pêþkêþê muxalefeta radîkal a ereban Birayên Misilman jî kiriye.
Alîkarê Serokê Komîteya Neteweyî ya ji bo Guhertinên Demokratîk û Serokê PYD’ê Salih Muhammed, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo desthilatiya piþtî rejîma Beþar Esad mafên welatiyê yên kurdan nas neke, þer danîne pêþiya Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê. Muhammed diyar kir ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Stenbolê ye, van mercan qebûl kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nîvê meha cotmehê de belavokekê aþkere kiribû ku li hemberî kurdan di navbera Tirkiye û Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Stenbolê ye de peymaneke li dijî kurdan hatiye morkirin.
PYD’ê xalên wê peyman bi raya giþtî re aþkera kiribû. Li gorî daxuyaniya PYD’ê ev xal di peymanê de cih digirin:
3 Dema ku Rejîma Baesê li Sûriyeyê hilweþiya, hikûmeta ku bikeve cihê wê pêwist e hevpeymana di navbera Tirkiye û rêjîma Baesê de ya di sala 1998’an de pêk hatiye, biparêze.
3 Pêwîst e ji hêla hikûmeta nû ve derfet neyê dayîn ku kurd di makezagona Sûriye de werin bicihkirin.
3 Astengkirina rola partiyên kurdan bi giþtî û bi taybetî jî Partiya Yekitiya Demokratîk PYD di nava muxalefetê de.
3 Alîkariya dewleta Tirkiyeyê di heremên kurdan de yên ku dikevin nav sînorên Sûriyeyê li dijî terorê were kirin.
3 Derfetdayîna hewldanên Tirkiyeyê yên di warê çapemanî, propaganda û perwerdeyê de li hemberî tevgera kurd li Sûriyeyê.
3 Ku pêwîst be, alîkariya dewleta tirk di warê levbazî û þopandina terorîstan de di hindirê sînorê Sûriyeyê de were kirin. ANF

Ev nûçe 352 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Cîhan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.