Kurdên li Ewropayê bi dirûþma “Ji Ocalan re azadî, ji mafên kurdan re statûya siyasî” xwe ji bo meþeke dirêj amade dikin. Meþ dê li ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenewreya Swîsreyê dest pê bike û heta Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêþîlêgirtina Îþkenceyê (CPT) ya li Strasbourga Fransayê berdewam bike.
Kurdên li Ewropayê dijîn, dê piþtî daxuyaniya ku dê di 31’ê çileyê de ji aliyê nûner, rewþenbîr û hunermendên kurd ve bê dayîn, dest bi meþê bikin. Meþ dê 18 rojan, ango heta salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd berdewam dike. Meþ bi qasî 400 km ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) ve tê ogragnîzekirin. KON-KURD’ê banga beþdarbûna meþê li hemû kurdan kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê KON-KURD’ê ve hate dayîn de, hate diyarkirin ku Tirkiyeya ku endama Neteweyên Yekbûyî û berendama Konsey û Yekitiya Ewropayê, di van demên dawiyê de komkujî û qirkirinê li ser gelê kurd zêde kiriye.
KON-KURD’ê komkujiya Roboskî yak u 35 kes têde jiyana xwe ji dest dan û komkujiya Kortek-Qendîlê ku têde 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi bir xist û bal kiþand ku hikûmeta Enqereyê li gel zextên xwe yên li ser gelê kurd ê li Tirkiye û Kurdistanê, dixwaze bi rêyên dîplomasî û bazirganiyê saziyên legal ên kurdan ên li Ewropayê bigire. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku evane hemû ligel þidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lez û bez dest pê kirin û bal kiþand ku bêdengiya saziyên pewendîdar ên navneteweyî yên weke DMME, CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî. KON-KURD’ê diyar kir ku wana li ser navê Kurdên li Ewropayê û dostên wan biryareke wiha girtine û ragihand ku dê meþ di 31’ê çileyê de ji ber avahiya NY ya li Cenewreya Swîsreyê dest pê bike û heta 18’ê sibatê li bajarê Strasboug a ku Parlementoya Konseya Ewropa, DMME û CPT lê ne berdewam bike.
Di daxuyaniyê de wih hate gotin; “Doza Ocalan hîna jî li DMME’yê berdewam dike, Tirkiye jî berendamê Konseya Ewropayê ye, ji ber wê jî ev mesele wana yekser dike muxata, ji ber wê jî divê Konseya Ewropa, DMME, CPT ji bidawîkirina îþkenceya bi fîzîkî û psîkolojîk û fizîkî ku bi salane li Îmraliyê berdewam dike û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê tê binpêkirin, berpirsiyartiyên xwe bi cih biînin bikevin nava liv û tevgerê.” KON-KURD’ê bang li hemû nuner, hunermend, rewþebîrên kurd û dostên kurdan ên li Ewropayê û hemû Kurdan kir ku beþdarî meþê bibin. BRUKSEL - ANF
Ev nûçe 1700 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>