AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

25 Ekim 2011 08:18
Hiyerarþiyê civak ji cewhera wê dûr xist

Hiyerarþiyê civak ji cewhera wê dûr xist Hiyerarþî wekî têgîn tê wateya ‘rêveberiya pîroz.’ Pîremêrê bi ezmûn bi Þaman re tifaqê datîne û bi vî awayî pêvajoyeke nû destpê dike. Têgihîþtina otorîteyê ya di wê pêvajoya dest pê dike êdî ne têgihîþtina jin-dayikê ye

Civaka hiyerarþîk, serdemeke ku civaka exlaqî û polîtîk wekî cewher û formê civakî yê sereke hebûna xwe berdewam dike û di kêleka wê de jî serdestiya baviksalarî dixwaze wekî sîstemekê xwe rêxistin bike îfade dike. Tê texmîn kirin ku ew serdema dîrokî di navbera salên BZ 6000 û BZ 4000 de hatiye jiyîn. Mirov dikare wê serdemê di heman demê de wekî pêvajoya kaos jî bi nav bike. Di wê rawestgeha dîrokî de sîstema jin-dayikê ya ku xwe dispêre civaka exlaqî û polîtîk dikarî xwe nû bike û ji wê merhelê derbikeve. Bi vê yekê dikarî ji nû ve bibe sîstema sereke. Lê ji wê neqeba kaos sîstema koledar û dewletparêz bi serkeftî derket.
Di serê qadên ku hiyerarþî tê de pêþket Mezopotamyaya jêrîn tê. Di vê mijarê de belgeyên di dest de didin nîþandayîn ku di pêþketina hiyerarþiyê de çanda El-Ubeyd xwedî karaktereke xuyaker e. Çanda El-Ubeyd çanda þivantiyê ye. Di navbera salên BZ 5000 û BZ 3500 de xwe gihandiye astekê ku bikaribe bandoreke neyînî li ser derdora xwe bike. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje civakên Semîtîk di pêþketina hiyerarþiyê de roleke sereke lîstine.

‘RÊVEBERIYA PÎROZ’
Hiyerarþî wekî têgîn tê wateya ‘rêveberiya pîroz.’ Pîremêrê bi ezmûn bi Þaman re tifaqê di deyne û bi vî awayî pêvajoyeke nû destpê dike. Têgihîþtina otorîteyê ya di wê pêvajoya dest pê dike êdî ne têgihîþtina otorîteya serdema sîstema jin-dayikê ye. Bi her tiþtê xwe têgihîþtineke otorîteyê ya nû ye. Ji ber ku þefê eskerî jî digrin nav xwe û pêvajoya ber bi dewletê ve diçe didin destpê kirin.
Otorîte û çanda li derdora jin-dayikê pêþ dikeve, ji ber taybetmendiyên jin dayikê yên wekî zayîn, parastin, xwedîkirin, parvekirin û hwd. bi gîrêdayîneke mezin tê pêþwazîkirin. Ev rewþ bi gotina Rêbertî, dibe çavkaniya dîrokî ya têgîna “dayik” jî. “Ji ber ku dayik di þert û mercên herî zehmet de dizê û xwedî dike. Di vî warî de jî xwediyê roleke sereke ye. Bêguman, hiyarerþî, otorîte û çanda li ser vî hîmî pêk bê, wê girêdan û dilsoziyeke mezin bibîne.Têgîna “dayikê” ji ber vê yekê, heta îro wekî bingehê hebûna civakê bi hêz hatiye û wekî din îzaha vê rastiyê nîne. Wekî ku yeqîn tê kirin, hurmet û rêza ji dayikê re bi sedema taybetiya wê ya zayînê nîne. Hewce ye dayik, wekî rastiya civakî ya herî girîng û têgîna ‘dayika xwedawend’ were fêmkirin. Deriyên wê li rastiya dewletê girtî ne û hemû taybetiyên ku rê nadin dewletê di himbêza xwe de dihewîne.”

PÊÞKETINA QURNAZIYÊ
Hal bû ku otorîteya nû ya ku ji aliyê mêrê qurnaz û bi hêz ve hate pêþxistin, her ku çû ber bi çînbûyîn û dewletbûyînê ve rengê xwe guherî. Me li jorê gotibû ku civakbûyîn li derdora jinê pêþket. Ev rewþ di wateyekê de heya astekê dûrbûyîna mêran ji wê civakîbûyînê îfade dike. ketina mêr a di nav wê civakîbûyînê de di çarçova pîvanên ku ji aliyê jin-dayikê ve hatine diyar kirin de pêk tê. Mêrên ku jin-dayik wana baþ û kêrhatî didît, di xiste nava vê civakbûnê de. Wê ev paþê rê li ber hesûdiya mêrên din veke.
Dê ev, wekî nakokiyekî piþtre veguhere çavkaniya pirsgirekeke girîng. Zarokên kur piþtî heta demeke diyar di nava civakbûna jinê de dimîne þûnde, wexta hate temeneke guncav êdî rê dikin nava mêran. Mêrên ku di koxikên ji rêzê de jiyan dikin ango nîv hovîtiyê de jiyana xwe di domînin heta vê demê jî di maneyeke civakî de ji avakirina çandekî dûr in.
Ji ber vê yekê her ku mêr pergala xwe ya malê saz kir, dikeve nava afirandina çandeke xweserê xwe jî. Beriya vêya mirov wê nikare behsa çandbûnekî xweserê mêr bike. Lê mirov dikare bêje di nava pergala malê ya jin-dayik afirandiye de beþdarî çêkirina çandê bûye. Lê dîsa jî mirov nikare li vir behsa çandeke taybetbûyî ya xweserê jin û mêr bike. Her nirxeke tê afirandin berhemeke hevpar ya civakê ye. Wexta ku em di vî alî de lê dinerin, mirov dikare bêje hemû nirxên çandî yên madî û manewî ku di nava vê pergala malê ango ya kedî de hatine bi dest xistin, berhema hevpar ya jin û mêr e.

JIYANEK BI HEVSENGÎ
Heta vê pêvajoya me behsa wê kir ne rewþeke jinê ne jî ya mêr li ser hev emirwarî û tehekûm çêbike, nîn e. Dibe ku em bi hevokeke ji Bookchîn bigirin re ev rastî baþtir were fêhm kirin. “Di qonaxa destpêkê ya pêþketinên civakî de çandên ku jin û mêr afirandine hev temam kirine û aþkera ye ku ji bo aheng û yekparebûna civakê amûrên pêwîst ên jiyanê bi hevre çêkirine ango dabîn kirine. Ev her du çand bi hevre ne di nava pevçûnê de ne. Eger ji çandeke xwe dispêrin nasnameya cinsî li hember yê/ya din rewþeke emirwarî yan jî dijminî çêbûba, hema hema ne gengaz bû ku komên mirovan yên dema destpêkê bikarin xwe li ser piya bigirin. Ji bo komên mirovan di nava ew þertên xwezayî yên pir zehmet û talûke de jiyana xwe bi domînin, neçarbûn ku eger serî misqalek jî îhtîmala dijminahiyekî di nava têkelên li wir de hebe, bi rêya rêzdariyekê ku bikare hevsengiyekî di nava wan de bide çêkirin, pergaleke civakê dihate sazkirin.”
Otorîteya ku xwe li ser esasê ji holê rakirina hev temamkirina civakî bilind kir, wekî otorîteyeke þexsî pêþdikeve. Bi daneyên ku di dest de hene tê îsbat kirin ku otorîteya hiyerarþîk ku di çarçoveya vê tifaqê de pêþdikeve re derdora jinê tê vale kirin û digihije pergaleke malê. Her wiha tê zanîn ku ev otorîte di destpêkê de li ser mêrên ciwan hatiya pêþxistin. Û em pir bi hêsanî dikarin bêjin ku ev jî li ser esasê propagandeyeke dijber ya pir mezin a li dijî pergala dayikê ya kedî hatiye pêþxistin. Ji ber wê zehmet nebe ku em bêjin ji xeynî vêya þensê xwe yê pêþketinê hebû. Xisletên kesayetî yên wek qurnazî, hîle û derew ku jêdera xwe ji çanda nêçîrvaniyê digire, mîsoger e ku mêr ê bihêz wê serî li riyeke wiha bixe.

PERGALA MALÊ
Em dibînin ku di mêrê qurnaz û bihêz de hêdî hêdî kamil bûn çêbûye. Ango tifaqa sê alî her ku diçe pergala xwe çêdike. Pergala ku çêkiriye jî pergaleke malê ye. Di derdora ev pergala malê de civakbûna xwe saz dike. Pergaleke malê ku bixwe li ser hikûm bike, dixe dewrê. Ango dest ji jiyana xwe ya nîv hovî ya di koxikan de ber dide û dest bi sazkirina pergala malê dike. Du xisletên esasî yên pîr (kal) bûnê heye. Ya yekemîn wekî fizîkî bêhêziye; ya duyem jî zanabûn û gihaþtîbûna dispêre ezmûnan. Ji bo pîre mêr ya yekemîn eger lewaziyek ango qelsiyek be, ya duyem jî tê maneya hêzê. Yanê ji bo ya yekemîn bixe hevsengekî û ew aliyê xwe yê lewaz veþêre, wê aliyê xwe yê duyemîn ku zanabûn û ezmûnin bixwaze bikar bîne. Bicih hatina vêya di pratîkê de wiha ye; pîre mêr ciwanan li derdora xwe kom dike û zanabûna xwe ya heyî dide wan. Yanê di rastiyê de bi ragihandina ezmûnên xwe ji ciwanan re wana di derdora xwede di civîne. Bi vî awayî ji hêza fizîkî ya ciwanan jî sûd wer digire.

XWEBIHÊZKIRIN
Mêrê bihêz û qurnaz ku di zimanê siyasî de wekî jerontokrasiyê tê terîf kirin, ev þêweyê otorîteyê ku pîre mêr ciwanan bi xistina bin bandora xwe re hêz bidest dixe. Her wiha bi ezmûna ku di encama pîrbûnê de hatiye girtin re dibe navendeke hêzê. Wekî jêdera hêzê jî dînamîzma ciwanan ya fizîkî bikar tîne. Pêwîstiya ciwanan ya bi ezmûnan dibe sedem ku werin vêya. Jerontokrasî wekî çandeke desthilatiyê îro jî ji aliyê sîstema þaristaniyê ve yek ji wan rêbazên herî tê bikaranîne. Ji bo dînamîzma ciwanan di nava sîstemê de bigire ango ciwan dernekevin derveyî sîstemê hemû rêk û rêbaz di ceribîne. Di serî vana de jî bi rêya Seks, Huner û Sporê ku em wekî polîtîka 3-5 terîf dikin re, divê ciwanan bêhiþ bikin û di nava sîstema dewletparêz de ji bûyîna talûke derbixînin, tê.
Ligel van jî di serî de saziyên perwerdeyê dibin, bi bikaranîna hemû amûrên ragihandin û gihaniyê re îdeolojiyên wek cinsiyetparêzî-neteweparêziyê û hwd. di nava ciwanan de belav dikin. Bi vî awayî jî heqîqet di asteyeke mezin de tê manîpulasyon kirin û wekî hêzeke herî esasî ya civakî ciwanan jî di rewþeke nikaribin desthilatdaran di lêpirsînêre derbas bikin, çêdibe. Bi vê ciwan wekî encama þovenîzmê timî di rewþeke ku bikar bînin de digirin. Jêdera hemu polîtîkayên ku ciwanan wekî amûreke bikaranînê dest digirin û li gorî wê jî siyasetê pêþdixînin, sîstemeke xwe dispêre serdema hiyerarþiyê.

Ev nûçe 1223 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Forum
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.