RODÎ ZINAR
Ez bawer im ku kesê sernivîsa min bixwîne, dê bizanibe ku zilmek heye û kesê bi zilmê re rû bi rû mane jî heye, mîna peyveke qehrê û serhildanê dê fêm bikin, mîna jêqerînekê dê fêm bikin; rast e, wisa ye, kesê lbi zilmê re rû bi rû maye, her dîmeneke nû bijî; dibêje ma ev jî hebû, mîna ku “ewladê însana vê jî bi hevdu dike?”
Lê di mantiqa dagirkeriyê de, di rê û rêbaziya dagirkerî de, yan di mantiqa dijminantiya rengê xwe ji fetîþîzmê digire de; her rê maf tê dîtin û rengê mirovahî ji holê radibe, wê demê, qarîn heye, barîn heye û her rê û rêbazên deng bihîstinê heye ku; zalimê li mirovên mirov civiyaye; bila veciniqin an bila hinek deng bibihîze ku werin alîkariyê.
Di vê dema dawîn de bi ser navê KCK’ê rayedarên BDP’ê tên hevdan û dixwazin raya giþtî jî; van siyasetmedaran mîna terorvan bizanibe, bêaqiliyeke mezin jî dixwazin kurd heman rayedarên partiyê terorvan bizanibe.
Tiþtekî balkêþ e ku mînakên di jiyana gelê kurd de pirî diþibin hevdu, berê gerîlayên ku dihatin kuþtin; leþkeriyê bi darê zorê, bi dayik û bava kaxiz destnîþan dikirin ku zaroyê me terorîst r û em cenazeyê wan qebûl nakin, kiryariyeke wisa hebû, gelo li cîhanê dayikek û bavek dê bê dîtin ku cenazeyê zaroyê xwe qebûl nake, “lê ev dewlet e” û “divê min got, divê bibe” lê nabe heyran nerast e.
Ev mantiqa dewleta ku xwediyê her tiþtiye û tiþtê ku dewlet bibêje nabûn tune ye hatiye guherîn, ev nêzîkbûna dema engîzîsyonaye, dema ku qîz bi saxî dixistin binê kûmê ye, divê ev nêzîbûn bê guherîn, hêviya gel jî ku tiþtê ji dewletê hêvî dikirî hatiye guherîn, gel ev guherîn qebûl kiriye, divê dewlet û rayedariya wê jî qebûl bike.
Mirov partiyekê bifikre ku rayedarên wê; ji hezar kesan, hefsed kes hatiye girtin, serokwezîrê berê derdiket digot ez dayik im û biryara kiþtina ewladê dayikan dide, a niha jî serokwezîr behsa demokrasiyê dike û kîjan pêkanînên neyînî hebe; tê jiyandin, serokwezîr mecbûr e ku temaþe bike, an tevli biryarê dibe.
Divê mirov; niyeta wî ji xwedêteala bipirse, lê tiþtê berbi çav heye ku di her du deman de serokwezîr bê fonksyonin.
Her du mînakên li jor çiqasî diþibe hevdu.Min di pê operasyonekê re dîtiye ku çil gerîlayê PKK’ê jiyana xwe ji dest daye û aneha jî nêzî evqasî jî leþkeran, polîsan jiyana xwe ji dest daye. Îro ne tenê leþkera jiyana xwe ji dest daye, gerîlayên PKK’ê jî jiyana xwe ji dest daye.
Ev þer e û di þer de herdu hêl jî wendahiya didin, divê sedemetiya vî þerî ji holê rabe (dagirkeriya mafê kurd’e) ez wê demê jî xemgîn bûm û anehajî xemgînim ku, insan tên kuþtun, êþa kezebê dibe kul, dibe bargiranî û dikeve ser dilê dayikan, çend roj derbas dibe derdor belav dibe, derdor ji bîr dike lê dayik qet ji bîr nake û bi heman bargiraniyê re dijî her roja ku diçe bar girantir dibe, dev ji dagirkeriya mafê kurd berdin.
Kesên; dagirkeriya mafê, dibe sedemê pevçûnê dike, zaroyên wan di vî þerî de wenda nabe, di vî sîh salî de 6. Reîsêcimhûr, 10 serokwezîr, 13 serokleþkerê giþtî û 3 hezar 500 wekil hatine û çûne zarokê tu ya jî ji wan di vî þerî de nemiriye.
Kurê Tansu Çîller li navenda bajarê metropolê leþkerî kirî û kurê wê di ewlehiyê de bû, ji kesên dimirin re digot kezeba min jî diþewite, lê nerastbû ku biryara kuþtuna kezebê dayika dida, kê jê re digot tu wisa dikî! Axafdêr dida dadgehê û ceze li wan dibirî, a niha jî derdora birêz Erdogan jî wî tîne asteke wisa û dema ku birêz Erdogan li têkçûnê hayê nebe.
Dê aqûbeta Tansu bijî, lê guherîneke di leþkeriyê de çêbûye ku, ev jî ji herkesî re þense ku, kesê lîbasê sivîl; xwediyê lîbasê leþkerî davêje girtîgehê, an wan didin dadgehê û tên darizandin, divê ev guherîna, an dimena civaka normalî, rasterast bi encam bibe, an encam dê xeteriyê derxîne holê.
Ji xwe çend nivîs berê min gotibû ku dewlet ne dewleta berê ye û PKK ne PKK’a berê ye, dema ku herdu hêz bi hevdu kevin; dê þerê dema dêwa derkeve holê û ev jî encameke ku kes naxwaze bibîneye û a niha jî dîmenê ku mirov naxwaze bibîne derdikeve holê.
Alîgirê serokwezîr dibêje em ê hezar qatî bersivê bidin, dema ku bîst û çar leþker û pênc polîs bê kuþtun, dewlet bîst û neh hezar gerîla bikuje; lê bîst û neh hezar gerîla li çiyê nîne, pênc hezar gerîla bên kuþtun, dimîne bist û çar hezar kes, gelo kêmanî ew ê ji gelê sivîl bên temam kirin?
Divê mirov dev ji van peyvê beradayî berdin û mirov li ser çareseriyê bifikre!!! Evqas insan bên kuþtun jî gelo pirsgirêk dê çareser bibe? Ez ji serî de dibêjin pirsgirêk çareser nabe.
Kî dibêje çi, bila bibêje ku ev bedêldayineke girane, divê kesek qebûl neke û nakokiya ku bûye sedemê vê pevçûnê, divê bê çareser kirin ku êdî kî þer derxîne em bikaribin bibêje tu neheqe, ji xwe pergela neheq ji xwe re bandoreke mertalî dadimezirîne û êdî kesên rostgo an kî bibêje tu neheqe, wan ceze dike, mirov li girtîgeha binêre; bi hezaran mînak heye.
Divê van tiþtê ku em dibêjin; berê xwediyê dewleta nijadperest bibihîze, kesê ku dibêje ez xwediyê dewletê me bibihîze û qebûl bike ku; siyasetmedar ji lîstokiyê derkevin.
Nekevin þûna zarokan, mîna ku digotin; ez rastiya kurd nasdikim (Silêman Demîrel) di pêy vê peyvê re; ev zat raket û careke dinê qet behsa pirsgirêka kurd nekirî, digotin riya mirovahiyê an riya tevlêbûna Ewropayê di Amedê re derbas dibe (Mesut Yilmaz) pozê wî þikandin û ew çû li cihê xwe rûniþt, li Amedê got pirsgirêka kurd heye (R.T. Erdogan) a niha jî dibêje pirsgirêka kurd’a heye.
Mînakên a niha û yên berê hatiye jiyandin gelekî diþibe hevdu û divê mirov bizanibe ev dema ku em tê de dijîn û dema Þêx Seîd naþibe hevdu û ew neheqiya ku berê hatiye jiyîn, divê di vê dema mirovahiya pêþketî de, di vê dema nûjen de neyê jiyandin.
Divê ev lîstika kesên, sistemên hesabê dûr û kûr dike, çavê wan li nexþeya Anatoliyê ye xirabibe. Berî ku bar girantir bibe, yên ku tiþtek ji destê wan tê, dest bavêjin vê iyê û ev herdu gelê biqasî hevdu hêjane; bikaribin ji dil li nava çavê hevdu binêrin ku ev bihevrebûn bidome.
Ev nûçe 628 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>