NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Ev serê 10 mehan e her roj nûçeyên mirinê ji Sûriyeyê tên û di dema dawî de hejmara kuþtinan zêde dibe û her 24 saetan zêdeyî 24 kesan tên kuþtin. Di encama operasyonên roja þemiyê ên li bajarên Sûriyê de 29 kes hatin kuþtin. Bi dehan kes jî hatin girtin.
Komîteyên Herêmî yên Sûriyê diyar kirin ku di operasyonên li çend bajarên Sûriyê de 29 kes hatine kuþtin. Li gorî vê yekê li Îdlîb 12, li Hûmisê zarokek, 2 kes jî di encama îþkenceyê de û bi giþtî 9 kes, li Þamê 6, li Deraa û Hemayê jî 2 kes di encama operasyonên ji aliyê rejîmê ve hatine kuþtin.
Komîteyê her wiha diyar kir ku gelek kes birîndar bûne û ji aliyê rejîmê ve hatine girtin.
ROLA TIRKYEYÊ
Cîgira Serokomarê Sûriyeyê Necah El Ettar diyar kir ku pêwendiyên navbera gelê Sûriyeyê û Tirkiyeyê ne bi qeyranên siyasî ve girêdayî ne û got: “Erdogan niha serkêþiya kampanyaya dijberiya Sûriyeyê dike.”
El Attar, Serokê Giþtî yê Partiya Saadetê yê Tirkiyeyê Mustafa Kamalak û þanda pê re di meqama xwe de qebûl kir û got: “Siyaseta Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê Sûriyeyê de zererê dide gelên her du welatan, xizmeta welatên Rojavayî dike û bo herêmê aloziyê tîne.”
Li gorî malpera Prensa Latina News, Cîgira Serokomarê Sûriyeyê El Atar got: “Di destpêkê de Erdogan, Serokomarê me Hafiz Esed wek hevalbendekî girîng didît û bi Sûriyeyê re peymana hevkariya stratejîk îmze kir. Lê piþtre, ji niþka ve hemberî me fikra xwe guhert. Niha serkêþiya kampanyaya dijberiya Sûriyeyê dike.”
Tiþtê herî balkêþ ew e ku Tirkiyeyê piþtî gelek fort û zirtên germ niha jî wekî hikûmet bêdeng maye û ji bo sererastkirina pêwendiyên bi Sûriyeyê re hin aliyên din ketine dewrê. Dibe ku mirov serdana partiya Saadetê jî di vî warî binirxîne lê nayê zanîn ku çiqasî haya wan û hikûmeta AKPê ji hev heye an na.
VEKIÞANDINA ÇAVDÊRAN
Komkara Ereban ragihand ku tu niyeta wan a vekiþandina þandeyên xwe yên çavdêran ji Sûriyeyê tune ye.
Li gorî nûçeya AFP’ê, Alîkarê Sekreterê Giþtî yê Komkara Ereban Ednan Îsa ragihand ku di rojeva Komîteya Wezîrên Ereban de vekiþandina çavdêran ji Sûriyeyê tune ye.
Îsa diyar kir ku li Sûriyeyê heta niha 153 çavdêr li Sûriyeyê ne û tê payîn ku îro jî 10 çavdêrên din ji Urdinê bên û got; “Em behsa vekiþîna vê mîsyon nakin, em behsa bihêzkirina wan dikin.
REWÞA KURDAN
Tevî hemû cudahî û nakokiyên di navbera partiyên kurd de dîsa gelê kurd ji hemû gelên din ên ku li Sûriyeyê dijîn bêtir bir êk û pêk û bi rengekî rêxistinkirî tevdigerin.
Kurd di hemû meþ û xwepêþandanên xwe de daxwazên xwe bi rengekî aþtiyane tînin ziman û naxwazin ku tundî derbasî bajarê wan jî bibe. Gelek hewldan çêbûn ku bajarên kurdan jî her sibe li ser nûçeyên kuþtinên nû þiyar bibin û her roj darbestên zarokên xwe li ser milê xwe bikin lê tevgera gelê kurd li dijî wan daxwazan bi aqil tevgeriya û hemû rengên tundiyê red kir. Tevî hemû nakokiyên kurdan dîsa jî di daxwazên giþtî gelekî nêzî hev difikirin.
Ev nûçe 816 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>