Azadiya ramanê ya welatan ji girtîgehên wan diyar e. Ango kesên ku di girtîgehan de ne diyar dike ku ew welat di warê demokrasiyê de çiqas li pêþ e û demokrat e. Ji serdema hikûmetên AKP'ê ve Tirkiye ber bi dîktatoriyeke faþîst ve diçe. Di vê dîktatoriyê de helbet cih ji fikr û ramana azad re tune ye. Li Tirkiyê ji 14'ê nîsana 2009'an vir ve ku hema bêje bû 3 sal in li hemberî fikr û ramana azad û muxcalîf terorekê bi destê dewletê tê meþandin nêzî 8000 hezar kes ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehan de ne. Pêla van êrîþên qirkirina siyasî gihîþt rojnamevanên ku wijdana gel in. Piþtî ku pêr 39 rojnamevanên çapemeniya azad hatin girtin, duh êvarê jî Gerînendeyê Giþtî yê Rojnameya me Azadiya Welat ku tekane rojnameya li Tirkiyeyê bi kurdî derkdive hat binçavkirin.
Ev nûçe 474 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>