AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

02 Aralik 2011 07:29
Gelo depo bi zanebûn hate þewitandin?

Gelo depo bi zanebûn hate þewitandin? Li Wanê malzemeyên hatin depokirin li welatiyan nayên belavkirin û welatî zehmetiyên mezin dikiþînin. Ligel ku welî di vê rewþê de ne jî depoya ku amûrên alîkariyê tê de bûn þewitî

Piþtî erdheja Wanê li geleke aliyên Tirkiyeyê bi TIR'an alîkarî hate þandin û li depoyên saziyên fermî hatin rewastandin. Alîkariyên ji gel re hatin nayên belavkirin. Du roj berê depoya li Kampa Rêyên Bejayî ya Wanê ku barê 8 TIR'an alav û amûrên alîkariyê hebû þewitî. Welatiyên Wanê diyar kirin ku ew bawer nakin depo bi xwezayî þewitî be û xwestin ku mijar bê lêkolînkirin.
Piþtî li Wanê erdhejên hêza wê bi 7.2 û 5.6 pêlan qewimîn li gelek bajar û navçeyan bi sedan TIR alîkariya erzaq, kon, cil û alavên malan hatin þandin. Ev bar ji aliyê Walîyê Wanê ve hatin destserkirin û li depoyan hatin rawestandin. Melzemeyên hatin depokirin li welatiyan nayên belavkirin. Li bajar hemû depoyên saziyên cemawerî tije melzeme ne. Ji ber li bajar kargehên welatiyan girtîne, welat ji bo erzaq peyda bikin pirsgirêkan dijîn. Herî dawî 8 TIR'ên melzemeyên hatin ên li depoya 11'emîn Midûriyeta Herêmê ya Rêyên Bejayî ya girêdayî Walîtiya Wanê hatin rawestandin þewitîn û êdî nayên bikaranîn. Li gel Waliyê Wanê têkildarî mijarê de lêpirsîn da destpêkirin, gelê Wanê bawer nake ku depo ji ber pirsgirêkên teknîk hatine þewitîn. Welatiyan, destnîþan kir ku depo bi zanebûn hatiye þewitandin û divê berpirsiyar bên derxistin. Welatiyan, pirsa çima ev alav û amûr li gel nayê belavkirin pirsîn û xwestin bersîv bê dayîn.
‘EM BAWERNAKIN '
Welatiyê bi navê Seyîthan Îbîþ, diyar kir ku, 2 roj berê 8 TIR melzemeyên jiyanê þewitîn. Îbîþ, anî ziman ku alîkariyên ji bajarên din ji bo mexdurên erdhejê hatin nayên belavkirin û wiha got: “Alîkariyên ji bo Wanê hatin têra gel a bi salan hebû. Gel di bereqeyan de dijîn. Gelê Wanê perîþan bûye, lê Walîtî alîkariyê li welatiyan belav nake. Piþt re jî dibêje melzeme þewitîn. Em bawer nakin ji xweber þewat derketibe. Divê Walî daxuyaniyek me înka bike bide." Welatiyê bi navê Selîm Oktay jî diyar kir ku gumana dike ku melzeme bi zanebûn hatibe þewitandin. Oktay, da zanîn ku welatî alîkariyê dixwaze û dibêje "em ji ber sermayê di cemidin" lê hikûmet û walî guhên xwe li daxwazên gel digire. Konên kizilayê ji ber sobeyan ceyranê her roj diþewitin. Gelo li Wanê tenê di depoyên erzaq de þewat der dikeve? Em bawernakin ku þewat bi xwe derkeve."

DIBÊJIN TUNEYE LÊ…
Welatiyê bi navê Tayfur Guntaþ jî diyar kir ku betanî tune bavê ser sarokê xwe û divê têkildarî 8 TIR beteniyên hatin þewitandin lêkolîn bê kirin. Guntaþ, pirsa “Gelo li cîhê bûyerê qemere hebûn an na? kir û xwest lêkolînek serbixwe bê kirin. Guntaþ da zanîn ku gelek alîkari tê kirin û ev alîkarî ji aliyê Walîtiyê ve tê desteserkirin û nizanin bi kuve diçe. Guntaþ, bibîrxist ku wan alîkariya bataniyan ji Wali xwestiye, lê walî gotiye tune û batanî nedane wan.
Walîtiyê Wanê Munîr Karaloglu jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku lêkolîn dikin û nizanin ku ji ber çi þewat derketiye. WAN - DÎHA

Ev nûçe 514 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Civak û Jiyan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.