Komîteya Çapemeniya PAJK’ê bi boneya þermezarkirina binçavkirina rojanegerên kurd û sosyalîst daxuyaniyek weþand û got; “Her ciwana/ê kurd divê weke nûçegihan, rojnamevan, belavkar û kedkarekî çapemeniya azad bixebite.”
Komîteya Çapemeniyê ya Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) got; “ Ev xeta çapemeniya azad xwe dispêre giyan û ramana azad a Apê Musa, Gurbetelî Ersoz û bi sedan þehîdên çapemeniyê yên ku singa xwe di riya heqîqetan de kirine mertal. Çapemeniya kurd bi rojnameya Kurdistan li derveyî welat, li penaberiyê dest bi weþanê kir. Heta niha ji bo vegera welat a çapemeniya kurd jî berdêlên mezin hatine dayîn” û bang li hemû ciwanên kurd kir ku bibin nûçegihan.
TIRSA VÎNA AZAD
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Êrîþa li ser gelê kurd tê meþandin tirsa ji vîna azad e. Dewleta tirk a ku bi dehan sal e li hember gelê kurd polîtîkaya înkar û îmhayê pêk dianî, di encama tekoþîna azadiya gelê kurd a çil salên dawiyê de têk çû. Ev 80 sal in li ser gelê kurd her awayê polîtîkaya înkar û îmhayê hat pêkanîn. Kurd rastî hemû êriþên faþîst ên dewleta tirk hatin.”
PAJK’ê diyar kir Tevgera me PKK’ê li ser vê kevneþopiya berxwedanê weke hêvî û yekane riya azadiyê, ji sala 1970’î yan ve li Kurdistanê li hember van polîtîka û kiryarên dewleta tirk ên înkar û îmhayê tîkoþînekî destanî ya berxwedanê meþand. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta tirk di encama tekoþîna çil salên dawiyê yên di pêþengiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û tevgera me PKK’ê de têk çûn. Di encama vê dîroka berxwedanê ya tijî qehremanî û fedakarî de gelê kurd xwe nas kir, zanebûn û vîna xwe gihandina nasnameya xwe ya azad qezenc kir.”
XULAM Û TAÞERON
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikûmeta AKP ya ku di Rojhilata Navîn de xulamî û taþeroniya hêzên emperyalîst û NATO yê dike, bi hêrsa têkçûn û binketinê, êriþ li ser êriþan pêk tîne li hember gelê kurd û wiha berdewam dike; “ Bi van êriþên faþîzan, terorîst û hovane dixwaze vîna gelê kurd dîl bigre, bi tepisîne û tine bike. Lê weke dîroka gelê kurd, dîroka çapemeniya azad jî xwedî qehremanî û berxwedaniyên mezin e. Ev xeta çapemeniya azad xwe dispêre giyan û ramana azad a Apê Musa, Gurbetelî Ersoz û bi sedan þehîdên çapemeniyê yên ku singa xwe di riya heqîqetan de kirine mertal. Çapemeniya kurd bi rojnameya Kurdistan li derveyî welat, li penaberiyê dest bi weþanê kir. Heta niha ji bo vegera welat a çapemeniya kurd jî berdêlên mezin hatine dayîn.”
AKP BI AGIR DILÎZE
Komîteya Çapemeniyê ya PAJK’ê; wiha berdewamî da daxuyaniya xwe; “Lê dewleta tirk û hikûmeta AKP bi agir dilîze” û got; “Weke rojnamevanê kurd, Abdurahman Gok jî, gotî; ‘divê ji vir û þûn ve her rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad bê rawestan di þûna hevalên xwe yên hatine binçavkirin de jî bixebitin. Gelê kurd, bi taybet ciwanên kurd divê li nirx û rûmetên xwe xwedî derkevin. Li cihê ku heta niha du kes lê dixebitî divê hijmar bigihêje deh kesî. Her ciwana/ê kurd divê weke nûçegihan, rojnamevan, belavkar û kedkarek çapemeniya azad bixebite. Ji bo vala derxistina polîtîkayên þikandin û radestgirtinê yên hikûmeta AKP, divê ji heft salî heta heftê salî her endamek civaka kurd bi giyana seferberiya neteweyî beþdarî pêvajoya niha bibe. Her kurdek li gor hêz û þiyana xwe beþdarî têkoþînê bibe.”
DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Êrîþên li ser gelê kurd tên meþandin di heman demê de li hember demokrasî û pêþeroja azad a gelên Tirkiyê ye. Lewma divê hemû demokrat, rewþenbîr, rojnamevanên xwedî rûmet û aligirên heqîqetan, hemû dijberên faþîzm û terora AKP, gelê Tirkiyê yê bi rastî dildarê aþtî û biratiyê, saziyên civaka sivîl û her mirovê xwedî wijdan, ji vê teror û faþizma AKP’ê re bêje bese û dengê xwe li hember van êriþan bilind bike. Ji ber ev êrîþ bi armanca reþkirina pêþeroja gelan tên pêkanîn. Ger pêþî lê neyê girtin, ne tenê gelê kurd, wê her kes ji vê faþizmê para xwe bigre û pêþeroja Tirkiyê wê di nava tariyan de bifetise.”
NIKARE VÎNA AZAD BIÞKÎNE
Komîteya Çapemeniya Partiya Jinan got; “Divê bê zanîn êrîþ û terora hikûmeta AKP ê wê têkoþîna me lewaz neke, vîna me ya azad nekare biþkîne û wê nekare pêþiyê li vegotina heqîqetan bigire. Em weke xebatkarên çapemeniya Partiya Jinên Azad ên Kurdistanê, êrîþ û terora hikûmeta AKP’ê bi tûndî þermezar dikin. Em bang li hemû gelê xwe, bi taybet jin û ciwanên kurd dikin ku, ji her demê zêdetir tîkoþînê bilind bikin. Rojên em dijîn, rojên dîrokî ne. Zêdebûna di dozan êrîþên li ser gelê kurd tên meþandin, bingeha xwe ji tirs û xufa serkeftina têkoþîna me digre. Bi rihê berxwedana neteweyî em dikarin pêþiyê li her cure êrîþan bigrin û têkoþîna xwe bi azadiyê tacîdar bikin. Bi baweriya min dê ti êrîþ nekaribin pêþeroja me ya azad tarî bikin, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, em hemû berxwedanvanên li girtîgehan silav dikin, soza bilindkirina têkoþînê didin gelê xwe.” BEDHÎNAN-ANF
Ev nûçe 727 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>