AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

06 Aralik 2011 08:01
Gel di mîhrîcanê de tecrîd û operasyon nalet kirin

Gel di mîhrîcanê de tecrîd û operasyon nalet kirin Þaredariya Hezexê bi beþdariya hezaran kesan Mîhrîcana Perwerdeyê pêk anî. Di mîhrîcanê de bi hezaran kesan operasyonên siyasî, leþkerî û pêkanînên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan þermezar kirin

Þaredariya Hezexê her sal Mîhrîcana Perwerdeyê pêk tîne. Bi hezaran kes beþdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de girtina siyasetmedar, Þaredarê Hezexê Resul Sadak û mercên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tên þermezar kirin. Mîhrîcana ku diviya bû berê pêk bihata ji ber erdheja Wanê ya di 23’yê cotmehe de pêk hat hatibû taloqkirin. Di çarçoveya mîhrîcanê de li Qada Newrozê ya taxa Atakentê konser hate dayîn.
Di mîhrîcanê de pankarta ku wêneyên þaredarên Cizîr, Silopî, Hezex û Þirnexê û nivîsa ‘Vîna me nayê kelepçekirin’ li ser bû hate daliqandin. Bi hezaran kesên beþdarî konserê bûn bê navber dirûþmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Êrîþ me bêzar nakin’, ‘Ocalan’ û ‘PKK gel e, gel li vir e’ berz kirin. Di mîhrîcanê de Þaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endam û rêveberên BDP’ê jî amade bûn.

‘EM BI YEKITIYÊ BIHÊZ IN’
Mîhrîcanê bi rêzgiritinê dest pê kir. Piþtre Wekîlê Þaredarê Hezexê Selahattîn Acar, axivî û polîtîkayên AKP’ê û Cemaeta Gulen rexne kir. Acar, anî ziman ku gelê Kurdistanê her tim li rûmeta xwe xwedî derketiye û li hemberî zext û zordariyan tu carî serî danîne.
Serokê BDP’a Hezexê Niyazî Çevrîm jî anî ziman ku bersiva herî mezin a li hemberî van zext û zoraryan têkoþîn û yekitiya gelê kurd e. Çevrîm, anî ziman ku 130 roj in parêzer nikarin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevditinê bikin û wiha got: “Ev tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tê meþandin nayê qebûl kirin. Partiya me kampanyaya endaman daye destpêkirin. Hedefa me milyonek e. Em ê bi vê kampanyayê bersiva herî xurt bidin zext û zordariya dewleta dagirker. Bila her kes baþ bizanibe gelê Kurdistanê tu carî serî natewîne, dê bersiva dewleta dagirker bi her þêwazî bide.”
Þaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî bertek nîþanî operasyonên siyasî da û got ku hikûmet çareseriyê naxwaze. Þaredar Sadak, xwest pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibin û hevdîtinên bi Ocalan re ji nû ve dest pê bikin.
Piþtî axaftinan Koma Navenda Çanda Bahar a Êlihê, Koma Hîvron, koma NÇM’ê ya Qoserê, Koma Jinê Azad û Koma Navenda Çandê ya Laleþê derketin ser dikê û stran gotin. Piþtî konserê girsê li ser kolana Adile Naþîtê kom bûn û oprasyonên siyasî û pêkanînên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan þermezar kirin. ÞIRNEX - DÎHA

Ev nûçe 446 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Çand û Huner
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.