Xebatkarên Rojnameya me Azadiya Welat, binçavkirina Gerînendeyê Giþtî yê Rojnameya Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim û Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarên kovara Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan, þermezar kirin û diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew dê dengê xwe bilintir bikin.
Xebatkarên Rojnameya me Azadiya Welat, der barê girtin û binçavkirinên dawî û binçavkirina Gerînendeyê Giþtî yê Rojnameya me Azadiya Welat Mehmet Emîn Yildirim û Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Modernîteya Demokratîk de daxuyaniyek nivîskî dan. Xebatkaran, di doxuyaniyê de binçavkirina Yildirim þermezar kir û wiha got: "Rojnameya me îro bi manþeta xwe ya ku hevalê me Mehmet Emîn Yildirim avêtiye ya 'Riya çapemeniya azad berdewam e' derket. Bi fermana AKP'ê Gerînendeyê Giþtî yê Rojnameya me Mehmet Emîn Yildirim, Nûçegîhana DÎHA'yê Nîlgun Yildiz û xebatkarê kovara Demokratîk Modernîte Selahattîn Aslan ji aliyê polîsên AKP'ê ve hatin binçavkirin. Armanca terora wan ya binçavkirinê ew e ku dengê me qut bikin. Lê ew jî baþ dizanin ku çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bilindtir bikin."
Xebatkarên rojnameyê dan zanîn ku ne cara yekem e bi terora wan re rû bi rû diminîn û wiha berdewam kir: "Roja ku me dest bi weþanê kiriye heta niha bi dehan caran bi terora wan re rû bir û man. Rojnameya me gelek caran hat girtin. Hevalê me Vedat Kurþun bi 525 salan hat darizandin zîhniyeta çewsîner, zîhniyeta kevneperest jixwe re digot ku ew ê êdî bitirsin, bêzar bibin û dev ji riya xwe berdin. Me dev ji riya xwe berneda û em bêzar nebûn. Ji bo Ozan Kilinç, Emîne Demîr, Bedrî Adanir, Rûken Ergun, ev rojname xurtir derket. Ew ê ji îro þûnde jî xurtir derkeve. Tirkiye bi girtina rojnamevanan re di dîroka xwe de ku bi qirkirin û komkujiyan dagirtiye, komkujiyeke din zêde kir. Hikûmeta AKP'ê û þêwirmendên wê dixwazin 'Împaratoriya Tirsê' ava bikin û kesên ku li pêþiya vê daxwaza qirêj astengin bi girtinan dixwazin bêdeng bikin."
Xebatkarên rojnameyê bal kiþandin ser armanca girtin û binçavkirinê û wiha pêde çûn: "Dixwazin bi girtina rojnamevanan ve gel ji agahî û geþedanan bi awayekî rast û durist serwext nebe. Dixwazin qetilkirina Uguran, Enesan, Ceylanan veþêrin. Dixwazin qetilkirina ciwanan, qetilkirina Aydinan, Mustafayan, Muratan, Þerzanan veþêrin. Dixwazin bûyerên wekî ya Geliyê Tiyarê ku 36 ciwanên kurd bi awayekî hovane û bi kîndariyeke li dinyayê nehatiye dîtîn hatibûn qetilkirin veþêrin. Dixwazin kirinên zîhniyeta xwe ya qetlîamkar ku di gorên komî de hestî bi hestî dertê holê veþêre. Dixwazin qêrîna dayik û bavan yên ku kur û keçên wan ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine windakirin û her roj li kolanan rastî terora dewletê tên veþêrin û bêdeng bikin. Ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne em li ser sond û peymana xwe ne. Ew ê rastî di tarîtiyê de nemîne."
Di daxuyaniyê de hate destnîþankirin ku di salên 90'î de serokwezîrên vî welatî di berîka xwe de bi lîsteya fermana qetîlkirna kurdan digeriya û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Gelek hevalên me di wan salan de hatin qetilkirin. Lê ev pênûs li erdê nema. Me pênûsa xwe, fikr û ramana xwe li hemberî qetlîaman tûjtir kir. Îro roj serokwezîrê vî welatî di berîka xwe de bi lîsteya fermana girtina kurdan digere. Lê em þopdarên Apê Mûsa, dildarên rastiyê wekî þervanên heqîqetê tim li vir bin. Çawa ku serokwezîra qetlîamker niha di sergoya dîrokê de ye. Ew ê heman zîhniyeta ku forma qetlîamê wekî girtînê guhertiye jî bikeve heman sergoyî. Em bangî raya giþtî dikin ku bila li hember qirkirina çapemeniyê bêdeng nemînin. 46 hevalên me demildest serbest berdin." AMED -DÎHA
Ev nûçe 648 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>