AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

17 Aralik 2011 07:17
Duh jî 162 kesî got ‘Ez jî heman sûcî dikim’

Duh jî 162 kesî got ‘Ez jî heman sûcî dikim’ BDP’a Enqerî û di nav de rewþenbîr jî heyî bi qasî 100 kesî gotin ‘Ez li virim û xwedi li vîna xwe dertên’ xwe îxbar kirin. Li Rihayê Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de 50 kesî xwe îxbar kir. Li navçeya Adilcewazê ya Bedlîsê jî 12 kesan xwe îxbar kir

BDP’a Enqerî û di nav de rewþenbîr jî heyî bi qasî 100 kesî gotin ‘Ez li virim û xwedi li vîna xwe dertên’ xwe îxbar kirin. Li Rihayê Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de 50 kesî xwe îxbar kir. Li navçeya Adilcewazê ya Bedlîsê jî 12 kesan xwe îxbar kir.
Li Enqerê 100 kesên ku ji rewþenbîr û BDP'iyan pêk tê di çarçoveya kampanyaya ''Ez xwe îxbar dikim, min jî ev sûç kir û ez ê vî sûçî bikim' de ji bo xwe îxbar bikin li ber edliya Enqerê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, pankartên li ser; 'Ez li virim, xwe îxbar dikim' nivîsandî hatin vekirin. Parlamenterê BDP'ê yê berê Hamîd Geylanî, Fatma Kurtalan, Nezîr Karabaþ, nivîskar û rewþenbîr Temel Temîrer, Necmettîn Salaz, Akademîsyen Sîbel Ozbutun û gelek rêveberên partiyên siyasî û endamên BDP'ê tevli çalakiyê bûn. Serokê BDP'a Enqerê Ahmet Aday li vir daxuyanî da û bal kiþand ser operasyonên dijhiqûqî yên hikûmeta AKP'ê. Aday got; di van operasyonên ku ji nîsana 2009'an heta niha dewam dikin de, qasî 7 hezar 748 endamên partiya me hatine binçavkirin û 3 hezar 984 hevalên me hatine girtin. Ji van hevalên me 28 kes Serokê navçe û bajaran in, 46 kes rêveberên navçan in, 13 kes Þaredar û alîkarên wan in, 29 endamên meclisa partiya me ne û bi sedan endamên DTP'a ku hatiye girtin jî di girtîgehan de ne."
Aday, anî ziman ku armanca operasyonên qirkirina siyasî pûçkirina sîstema demokrasiyê û jiholêrakirina nirxên gelê kurd e. Nivîskar Necmettîn Salaz jî got; kesên li Tirkiyê mafê xwe bigerin û li hemberî faþîzma AKP'ê derkevin hevalên me ne. Em têkoþîna wekhevî û biratiya gelan didin. Heke ev fikir û çalakî sûç be, ez jî vî sûçî dikim, ez ê vî sûçî bikim û xwe îxbar dikim." Koma ku hejmara wan qasî 100 kesî heta avahiya adliyê meþiya û xwestin daxwaznameyên xwe îxbarkirinê bidin dozger, lê dozger daxwazname qebûl nekirin. Komê li ser vê yekê daxwazname dan dozgerê berpirsyar ê taybet.
Li Rihayê parlementerê BDP’ê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de koma ku ji 50 kesî pêk tê heta edliya Rihayê meþiyan û xwe îxbar kirin. Polîsên ku bi toma û akreban barîkat danî pêþberî çalavanan, ew ji lêgerînê re derbas kirin. Parlementer Bînîcî li vê derê daxuyanî da û got; di bin navê operasyonên KCK’ê de rêvebir, parlementer, þaredar û endamên partiya me xistin binçavan û girtin. Wan çi kiribe em jî heman tiþtî dikin. Lewma em jî hatine xwe îxbar dikin. Piþtî daxuyaniyê BDP’î derbasî edliyê bûn û daxwaznameyên xwe îxbarkirinê dan dozgeriyê.
Li navça Adilcewaza Bêdlisê rêvebirên BDP'a navçên Tedwan, Norþîn û Xelatê jî di nav de 12 kesên li avahiya BDP’a navçê lihev civiyan daxuyanî dan û piþtre xwe îxbar kirin.ENQERE - RIHA

Ev nûçe 287 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Polîtîka
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.