AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

21 Ekim 2011 07:46
Dêra Sûrp Giragos a Ermeniyan dikeve meriyetê

Dêra Sûrp Giragos a Ermeniyan dikeve meriyetê Dêra Surp Gîragos a Ermeniyan ku 350 salî ye, di 22-23’ê Cotmehê bi tevlibûna Serokê Giþtî ya Patrîkxaneya Ermeniyan a Tirkiyeyê, Pîskopos Aram Ateþyan deriyê xwe ji îbadetê re vedike û dikeve meriyetê

Dêra Surp Gîragos a Ermeniyan ku 350 salî ye, di 22-23’ê Cotmehê bi tevlibûna Serokê Giþtî ya Patrîkxaneya Ermeniyan a Tirkiyeyê, Pîskopos Aram Ateþyan deriyê xwe ji îbadetê re vedike û dikeve meriyetê.
Dêra Surp Gîragos a Ermeniyan a li navçeya Surê ya Amedê di sala 1517’yan de hate çêkirin. Dêr di salên 1827 û 1880’yan de þewitî û piþtre jê re xaniyên pêvek hate çêkirin. Piþtî pêvekan, dêr bi 7 sitûnan ji bo 3 hezar kesan hate amadekirin. Dêra Surp Hagop Þapelî jî di dema van pêvekan de hate avakirin.
Dema ku mirov li dîroka Dêra Surp Gîragos dinere, dibîne ku dêr ji bo pir tiþtan hatiye bikaranîn. Di sala 1915’yan de dema ku ji bo ermeniyan “Qanûna Miþextkirin” derket ermenî ji welat koç kirin û çûn Ewropa û Rojavayê welat. Di wê demê de Surp Gîragos bi munasebeta Þerê Cîhanê yê yekemîn weke bargeha almanan hate bikaranîn û piþtrejî Sumerbank dêr ê weke barxaneya pembûyê bikaranî.
JI ÞAREDARIYÊ 1 MÎLYON TL
Wekfa Ermeniyan a Surp Sarkîs Gîragos ya Amedê sala 2008’an de li Amedê ser dêrê lêkolîn pêk anî û starta restorasyonê da. Wekfa Ermeniyan ji bo restorasyonê dikaribe pêk bîne serî li Wezareta Tûrîzm û Çandê da. Lê Wezaret bersiva “Ger ku dêr bibe buze em dê restore bikin” da. Li ser vê yekê Wekfê li Ewropa û Emerîkayê ji bo aborîyê þev lidar xist lê dîsa ji bo restorasyonê pere têr nekir. Piþtre Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji Wekfê re 1 mîlyon TL alîkarî da û restorasyon destpê kir. Di serî de avahîya navenda dêrê, dêr a biçûk a nav baxçê, mala keþe, mutfex û dibistanê de restorasyon li gor xwerû ya xwe hate xelas kirin. Piþtî ku dêr bikeve meriyetê naqos dêrê ya ku di sala 1915’an de hatibû xerakirin ji nû ve dê were çêkirin.
Li Dêra Surp Giragosê bi tevlibûna Serokê Giþtî ya Patrîkxaneya Ermeniyan a Tirkiyeyê, Pîskopos Aram Ateþyanê dê di 22’ê Cotmehê saet 15.30’an de bi þahiyekê bê vekirin. Dê ji çar aliyê cihanê Ermenî bên beþdarî ayinên li Dêrê bibin. AMED - DÎHA

Ev nûçe 1048 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Civak û Jiyan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.