AMED DÎCLE
Doza televizyona me ROJ TV 15’ê Tebaxê li Danîmarkayê dest pê kir û niha berdewam dike. Weke ku hatiye plankirin wê ev doz heta meha mijdarê bidome.
Gelê kurd û bi taybet jî temaþevanên ROJ TV girîngî û xebatên televizyonê baþ dizanin. Lê belê bi qasî kurdan û temaþevanan dewlet jî rol û xebatên vê televizyonê baþ dizanin û ji bo xwe weke xeterekê dibînin. Ji xwe mesele jî ev e. Bersiva pirsa çima dixwazin ROJ TV bigirin di vê noqteyê de ye.
Hikûmeta tirk ji destpêka xebatên ROJ TV heta niha bênavber hewlda ku televizyonê bide girtin. Eger ku televizyon bihata girtin an jî were girtin wê gelek leyistok, siyasetên qirêj, êrîþên hovan veþartî bimana û bimînin. Bi vî awayî wê hikûmetê weke ku dixwest û dixwaze li hemberî gelê kurd polîtîkayên xwe bida meþandin û bide meþandin. Her wiha li hemberî têkoþîna azadiyê ya gelê kurd jî hikûmeta AKP’ê vê mijarê weke têkoþîneke diplomatîk digire dest. Ji ber van sedeman girîngîyek mezin didin dozê.
Her wiha gelê kurd jî ji bo ku bi zimanê xwe û bi awayekî rast nûçeyan werbigirin, ji bo ku stranê xwe bistre xwedî li televizyona xwe derket û derdikeve. Lê belê bi salan e dewleta tirk û hin dewletên din ku têkiliyên wan yên aborî bi tirkan re hene li hemberî televizyona me lobiyeke mezin afirandine û niha rewþ a rastîn gelek xeter e. Li gorî xwe senaryoyek amade kirin. Her kes dizane ku doz, dozeke siyasî armanc û piþtperdeya vê doze siyasî ye. Dixwazin kirasekî hiqûqî lê bidin. Rûniþtinên ku pêk tên jî bi vê armancê ne. Em jî dixwazin vê leyistikê deþîfre bikin û nehêlin ku li hemberî saziyên kurdan dewletên serdest leyistokên xwe pêk bînin. Niha têkoþîna vê yekê tê dayin…
Ji ber ku armanca doze aþkera ye naxwazim zêde behsa tiþtên ku di rûniþtinan de diqewimin bikim. Lê belê dixwazim bêjim ku ev doz ne tenê doza televizyonekê ye. Bi vê doze dixwazin êrîþên berfireh ku li tevahiya Kurdistanê bi riyên leþkerî û siyasî dane destpêkirin bigihîjînin astekê. Her wiha bi girtina ROJ TV dixwazin li Ewropajî ji bo saziyên kurd yên din biryareke ku bibe emsal derxînin. Ji ber van sedeman doza televizyonê parçeyekî girîng û mezin yê konsepta tunekirina têkoþîna kurdan e.
Daxwaza me ji temaþevan û gelê me ew e ku bi vê zanebûnê li televizyona xwe xwedî derkevin. Gelek kes dibêjin tiþtek nabe dema girtin em ê yeke din vekin. Ev fikreke gelek xelet e. Çima û bigirin û çima em vekin. Çi mafên wan heye ku bigirin. Beriya her tiþtî dive ji bo ku negirin em bixebitin. Bêguman kurd xwedî hêz û îrade ne. Kes nikare dengê wan bifetisîne. Em hemû rojnamevan û saziyên kurdan heta dawî em ê bidin deng û hawara gelê xwe. Lê belê dive em nehêlin ku ev dewletên hov ji bo armancên xwe yê qirêj mirîþkeka gelê me jî bigirin.
Em weke xebatkarên vê televizyonê baþ dizanin ku gelê me çiqas û çawa xwedî li saziya xwe derdikeve. Doza ku hatiye vekirin ne tenê doza girtinê ye. Her wiha doza desteserkirina hemû alavên televizyonê ye jî. Yanî eger doz li dijî me biryar bide wê dest bidin ser her tiþtî û careke din vekirina saziyeke wiha gelek gelek zehmet dibe…
Doza wê heta meha mijdarê dewam bike. Di van rûniþtinên dawî de dozger îdiayên xwe pêþkêþ dike. Parêzerê me jî wê di meha cotmehê de bersiv bide. Temaþevanên me dikarin bi gelek awayên cuda xwedî li televizyona xwe derkevin. Dikarin name û maîlan biþînin saziyên Danîmarkayê. Dikarin biçin ber deriyên sefaretxaneyên wan û bi awayekî demokratîk daxwazên xwe bînin ziman. Dikarin daxuyanî bidin çapemeniyê. Dive em zanibin ku li her derê em dikarin tiþtekî bikin. Ji ber ku dixwazin dengê me qut bikin. Hemû hêzên serdest ji bo vê yekê bûne yek. Em jî bibin yek li dijî vê yekê!...
ROJ TV ronahiya çavê we ye û li ronahiya çavên xwe xwedî derkevin…
Ev nûçe 1584 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>