Demhat TOLHILDAN - BEHDÎNAN
Di xwezayê de du çêlikên bê parast ên teyrên baz, gerîla wana ji marê ku dikeve hêlîna wan û dixwaze wan bixwe rizgar bike, her çendî balafirên þer ên dewleta Tirk herêmê bombebaran jî dikin, lê dest ji çêlikan bernadin.
Di destê Gerîla Sadiq Goyî de du çêlikên teyrêbaz hene û dibêje; “Me nehiþt mar wan bixwin, em nahêlin artêþa Tirk jî bixwe” û çîroka wan wiha vedibêje: “Gerîla dibînin ku di nava zinarekî de çêlikek ê bazan heye. Gerîla bi roja liv û tevgera bazan diþopînin, rojekê dibînin ku dengekî cûda ji hêlîna wan tê. Gerîlayek bi bê dengî nêzî hêlînê dibe û dibîne ku dengê 4 çêlikan e. Vedigere û tê ji hevalan re dibêje.”
Goyî, da zanîn ku êvarekê dengê mak û çêlikan ji hêlînê tê û deng her ku diçe zêdetir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gerîla dizanin ku baz bi xeteriyekê re rû bi rû ne û bi hewara wana ve diçin. Dibînin ku marekî mezin ketiye hêlînê. Çawa mar gerîlayan dibîne xwe di nava zinarê de winda dike. Lê ji çar çêlikan du winda ne. Çend roj derbas dibin, dîsa heman mar dikeve hêlînê, lê hêlîn di bin çavdêriya gerîlayan de ye. Gerîla mudaxele dikin û mar dîsa direve. Gerîla ji ber vê êrîþa mar, her du çêlikên bazan digirin û tînin û wan xwedî dikin.” Goyî, daxuyand ku dayika van çêlikan, dema vê yekê dibîne, xwe bê deng dike, xwe zêde ji gerîlayan dûr naxe, dema dizane ku çêlikên wê li cihekî bi ewle ne, difire bilindahiya asîmanan. Goyî, wiha axivî: “Gerîla jî ji bo xwedîkirina çêlikan li herêmê digerin û kuliyan kom dikin, carna goþtê ajelan ji wan re tînin û carna jî konserve didin wan. Baz êdî hînî gerîlayan bûne. Her wiha gerîla bazên xwe ligel xwe dibin çeperên ku li hemberî êrîþên hewayî yên artêþa Tirk çêkirine. Cihê wan xweza bi xwe ye. ” ANF
Ev nûçe 1444 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>