AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

21 Kasim 2011 07:58
Di konê erdhejê de jidayik bû

Di konê erdhejê de jidayik bû Kader Asîm a 29 salî ya ducanî ku li navçeya Erdîþa Wanê dijî ji ber erdhejê û derfetên aborî yên kêm, li þûna li nexweþxaneyê zarok jêre bibe, di konê erdhejê de zarok jêre bû, navê wê kirin Zelîha

Guler CAN - WAN


Piþtî erdheja Wanê zarokên wanî di konên erdhejê ji ber þewat û ji ber sermayê bi nexweþiya zatureyê jiyana xwe ji dest didin. Dayika ducanî ku rastî erdhejê hate di konê erdhejê de zarok jêre bû. Jina bi navê Kader Asîm a 29 salî û dayika 3 zarokan, diyar kir ku ji ber qelþên di dema erdhejê de di mala wan de çêbûn nikarin biçin mala xwe bi hevserê xwe yê bêtal li taxa Þabaniyeyê di konê bi derfetên xwe çêkirin de dimîn e. Asîm, anî ziman ku ji ber erdhejê ducaniya wê hêj bêtir giran bû û ji ber sermayê di kon de her tim di nav cihan de ma. Asîm, da zanîn ku ji ber þertên giran ên di nav de dijîn hewcehiyên wê xwiþka hevserê wê pêktîne. Asîm, bilêv kir ku zaroka wê di 13'ê mijdarê de jêre bû. Asîm, destnîþan kir ku ji ber hevserê wê betal û derfetên wan ên nexweþxaneyê tune, li tax bi alîkariya jinan û di kon de di nav tozê û erdhejên paþîng de zarok jê re bû.

‘XWEDÊYO EZ Ê ÇIBIKIM’
Asîm, derbirî kir ku piþtî zayînekî bi zehmet navê zaroka xwe kir Zelîha û dema ku zaroka xwe hembêz kir got “Xwedêyo ez dê çi bikim” û hîsên xwe anîn ziman. Asîm, anî ziman ku ew dê çawa zaroka xwe di kon de mezin bike wê diltirs dike. Asîm, destnîþan kir ku piþtî zayînê bi nexweþiya þewbê ket û xizmên wan alîkariya wan dikin.

ÞÎRÎNAHIYÊ DIXWAZIM...
Asîm, da zanîn ku piþtî erdhejê yekemîn car e serê xwe diþo. Asîm, bilêv kir ku piþtî hevserê wê yê di înþatan de dixebitî karê xwe winda kir tu hewcehiyên zaroka xwe nikarin bînin cih. Asîm, da zanîn ku ji ber we xwe baþ xwedî nake nikare baþ zaroka xwe jî xwedî bike. Asîm, diyar kir ku ji ber bezên zarokan tuneye ew zaroka xwe bi pateyan girê dide. Asîm, ji ber þertên giran psîkolojiya wê xirabû û tenê daxwaza bezên zarokan dike. DÎHA

Ev nûçe 553 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Civak û Jiyan
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.