AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

23 Aralik 2011 07:29
Di dilan de hatin vesartin

Di dilan de hatin vesartin Cenazeyê endamê HPG’ê Agît Acerê ku li navçeya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li Pîranê ji aliyê hezaran ve hate definkirin. Di merasîmê de mamê Acer, Siddik Acer (54) ji ber xemgîniyê qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da

Cenazeyê endamê HPG’ê Agît Acerê ku li navçeya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li Piranê hate definkirin Her wiha cenazeyê Perîhan Ergunê HPG’î yê ku bi 36 hevalên xwe re li Geliyê Tiyarê tê îdîakirin bi çekên kîmyewî jiyana xwe jidest da li Wanê ji aliyê bi sedan kesî ve li ber dirûþmeyan hat veþartin.
Piþtî cenazeyên 3 endamên HPG’ê yên li çoltarên Lîceya Amedê jiyana xwe ji dest dan nehatin nasin, piþtî testa DNA’yê malbata Endamê HPG’ê Agît Acer (Agît Pîro) cenaze ji Saziya Tiba Edlî hate girtin û ber bi navçeya Pîranê ya Amedê ve bi rê ket û anîn navçeyê. Bi hezaran kesên li ber Mizgefta Navendî kombûn cenazeyê Acer bi slogan û çepikan hate pêþwazîkirin. Þaredarê Pîranê Mustafa Uyguner, Þaredarê Erxaniyê Fesîh Yalçin, rêveberên BDP’ê yên Pîran, Erxanî, Çermûg û Hênê û bi hezaran kes tevli merasîmê bû. Piþtî vecîbeyên olî hatin bicih darbesta Acer ji aliyê girseyê ve hate girtin û ber bi goristanê ve meþiyan. Cenazeyê Acer li goristinê bi xwendina telkîn a zaravayê dimilkî yê kurdî hate definkirin.
Piþtî merasîma defînê bavê Acer Alî Acer jî diyar kir ku dema kurê wî hate dinê wî navê “Fermandarê Fermandaran Agît” lê kir û wiha got: “Ew jî layîkî vî navî bû. Divê mirov layîkî kurê xwe bibe û wê rûmetê hilgere. Minafikê Fethullah piþtî deryayan fermanan dide. Li malên kurdan lorîk bi dawî nabin. Lê ewladên gelê kurd dê hesabê ji vê zihniyetê bipirsin.” Axaftina Acer bi sloganên “Þehîd namirin” bi dawî bû.
Piþtî karên defînê girseyê careke din bi sloganan heya ber mizgeftê meþ li dar xistin. Dema girse li ber avahiya Midûriyeta Polîsan re debas bû ji ber tedbîrên ewlehiyê yên berfireh bertek nîþandan û kevir avêtin. Piþtî rêveberên BDP’ê ketin navberê rageþî bi dawî bû. Piþtî girse hate mala þînê hînbûn ku dema cenazeyê Acer ji mizgeftê hate girtin Mamê Acer Siddik Acer (54) ji ber xemgîniyê qrîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piþtî vê agahiyê girseyê slogana “Þehîd namirin” berz kir. Piþtî vecîbeyên olî cenazeyê Acer jî li goristana navçeyê definkirin.

‘EV WÊNEYÊN ZILMÊ NE’
Îþkenceyên ku ji salên 1990'an heta 2000'an bi awayekî sîstematîk li ser cenazeyan dihat meþandin, di demên dawî de dîsa tê dûbarekirin. Destpêkê li Geliyê Tiyarê ya naveya Çelê ya Colemêrgê 36 HPG’î ku tê îdîakirin bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin û canê wan parçe parçe bûne. Ev wêneyê wehþetê bûn. Hema piþtî vê bûyerê 3 cenazêeyên HPG’iyên di operasyona bejahiya Çewlikê de jiyana xwe ji dest dan jî parçebûyî hatin dîtin. Malbata Agît Acerê ku li bejahiya navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe jidest dayî jî diyar kir ku canê Acer parçe parçe bibû. Beda wî þewitî bû. Malbatê diyar kir ku ev wehþet wekî lekeyeke reþ ket dîrokê û gotin; ev wêneyê zilmê ye.

ERGUNÊ HPG’Î JÎ VEÞARTIN
Cenazeyê Perîhan Ergun (Ruken Serhat) a li Geliyê Tiyarêya navça Çelêya Colemêrgê bi 35 hevalên xwe re tê îdîakirin bi çekên kîmyewî jiyana xwe jidest daye li gundê Doganciya navçeya Erdîþa Wanê hat veþartin. Malbata Ergun ku ji ber berê nedihat nasîn cenazeyê keça xwe Perîhan Ergunê bi cenazeyê Suna Ozdemîrê re tevlîhev kiribûn û Ozdemîr veþartibûn. Piþtî cenaze wergirtin dayîka Ergunê Hatîce cenazeyê keça xwe þuþt û wecibên olî hatin pêkanîn.
Jinan jî di ketina gund de darbesta Ergunê danîn ser milên xwe û dest bi meþê kirin. Piþtî nimêjê Ergun li ber dirûþme û zimêran hat veþartin. AMED - DÎHA

Ev nûçe 692 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.