AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

07 Kasim 2011 08:31
Dewletê tecawizkarê S.O. ya 9 salî veþart

Dewletê tecawizkarê S.O. ya 9 salî veþart Li vî welatî roj tune ye ku li hemberî jinê destdirêjik û wehþetek pêk neyê ev bûyera ku hatiye serê S.O. ya 9 salî mirovan ji mirovatiyê dide þermkirin. Li hemberî vê bê exlaqiyê, dozger û darêz jî bê dengiya xwe diparêzin

Bîlal MUTLU - BEHDÎNAN


Di rojên derbasbûyî de ANF’ê nûçeya bi sernûçeya “S.O. li ku ye? Tecawizkarê wê kî ye?” weþand. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dewlet û malbatê dest dane hev û hewl didin ku bûyerê veþêrin
S.O. di 9 saliya xwe de li rastî tecawizê hat. Di 10 saliya xwe de bû dayik. Malbata wê ew da þivanekî. Piþtî mehekê þivan dîsa S.O. ji malbata wê re þand. Pitika (bebek) wê mir, malbatê ew bi veþarî defin kir. Ligel van hemû bûyeran dewletê bi hemû saziyên xwe ve hewl da vê yekê veþêre. Ne S.O. tenê, bi hezaran zarok li rastî bûyerên destdirêjiyê tên, lê li hemberî tawanbaran jî peywirên ‘Bavtî, birayetî, xaltî û mamtî” berdewam dikin!
Di rojên derbasbûyî de ANF’ê nûçeya bi ser nivîsa “S.O. li ku ye? Tecawizkarê wê kî ye?” weþand. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dewlet û malbatê dest dane hevdu û hewl didin ku bûyerê veþêrin. Dema S.O. di adara sala borî de bû dayîk, tenê 10 salî bû. Ji ber êþa zik ew rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya Xîzanê. Di encama kontorlê de hate zanîn ku S.O. 9 meh in ducanî ye. Bijîþk rewþê ji malbat û dozgeriyê re got. Li þûna ku dozgerî lêpirsîn bide destpêkirin, destûr da ku malbat S.O. bibin gund.

DADGEH XWEDÎ DERNEKET
Li gorî xala 5395’an a Qanûna Parastina Zarokan, diviyabû dozgeriyê bo parastina zarokê tedbîr bigirta. Lê dewletê peywira xwe bi cih ne anî, lê tundiya li hemberî zarokê bi dawî nebû. Malbatê vê carê S.O. da þivanekî, piþtî ku þivan zanî S.O ducanî ye, vê carê jî S.O. ji malbata wê re þand. S.O. dema xwe ya din a ducaniyê li gundê Nûrs ê navçeya Xîzan a Bedlîsê derbas kir. Her çendî dihate zanîn ku ducanî ye, lê ew her tim hate revandin.
S.O. di 21’ê adara 2010 de zarokek bi giraniya 3.5 kîlo anî dinê. Lê ev zarok piþtî demekê mir. Malbatê zarokê bi awayekî veþarî li derveyê gund veþartin. Lê gundiya agahî da cendirmeyan. Cendirmeyan serî li dozgeriyê da û gora wê hate vekirin. Cendirmeyan xwest bo otopsiyê S.O. û pitika wê bibin nexweþxneya sewletê. Lê malbatê zarokê nebir nexweþxaneyê, cenazeyê zaroka di bin axê de xistin kartonekî de û þandin Nexweþxaneya Dewletê ya Xîzanê. Bi hinceta di nexweþxaneyê de bijîþkên pispor tune ne, biryara veguhestina otopsiyê hate dayîn. Ji bo veguhestin her tiþt hate amadekirin, lê malbatê cenazeyê pitikê revand û bire cihekî din veþart. Dozgeriya Xîzanê êdî der barê bûyerê de ket nava liv û tevgerê. Lê li þûna parastina zarokan û cezakirina bersûcan, bi hinceta “malbatê mexdûr kirine” û “peywira xwe bi xirabî kar anîne” doz li du bijîþk û hekîmekî ên di Nexweþxaneya Xîzanê de vekir.

BÛYERA SOSRET
Di nava tomarên Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Xîzanê de tu agahiyên der barê S.O. de tune ne. Di dema dadgehê de hate zanîn ku S.O. ducanî ye û agahiyên bijîþkan ên kontrolê jî winda ne. Li gorî qeyîdên fermî, S.O. zarok neaniye dinê. Lê tê dîtin ku Semra O.’ya di 17 mehan de du caran zarok aniye dinê. Di nava tomarên bijîþkan de tenê Semra O. ya xizma S.O. li þûna S.O’yê hey.

DOZGER LI KU YE?
Gundî dixwazin ser bûyerê zû bigirin. Dibêjin ku ev yek dê bibe sedema diyarkeriya têkiliyên hin malbatan jî. Li gorî wê jî, rojnamevanê di rojên borî de, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, mirovê S.O. bû û di heman demê de jî nîþaniyê Dozger Nûrdan Cengîz a li Dozgeriya Komarê ya Xîzanê xebatkar bû.
Gundî diyar dikin ligel vê jî heta niha tu lêpirsîn an jî pêvajoyên darazê nehatine destpêkirin. Li Tirkiyeyê jimara êrîþên zayendî yên li ser zarokan balê dikiþînin. Di nava 20 salên dawiyê de jimara zarokên ku di nava malbat û xizmên xwe de li rastî îstîsmara cinsî di navbera 350 û 400 hezarî de diçe û tê. Ji van tenê 600 çûne ber destê darazê. Di sala borî de nêzî 7 hezarî rastî tecawizê hatin, lê heta niha nayê zanîn doz li kîjan van hatiye vekirin an nehatiye vekirin.ANF

Ev nûçe 1044 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Forum
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.