Bûyereke wekî bûyera Erdal Eren ê ku hêj 17 salî temenê wî hate mezinkirin û di 13’yê kanuna 1980’an de hate darvekirin, di serdema Serokwezîr Tayyîp Erdogan ê ku her tim behsa Eren dike, pêk hat. Dema S.B. hate binçavkirin hêj 15 salî bû û yekmîn car hêj di bin çavan de ji bo tesbîta temen birin Saziya Tipê ya Edlî ya Zanîngeha Çukurovayê. Di testê de temenê S.B. 16 salî derket û di 18'ê tebaxa 2009'an de cara duyemîn disa birin heman zanîngehê. Heman saziya tipa edlî vê carê biryara “Di encama muayene û lêkolîna grafîyên hestiyan, temenê wî 19 saliyê derbas bû û zilmakî hêj 21 saliyê derbasnebûyî ye” da. Skandal bi vê yekê re sînor nema. Piþtî îtîrazê di sala 2011'an de S.B. þandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê û li vir jî rapora “20 saliyê derbas bû û hêj 22 saliyê derbas nebûye” hate dayîn. Bi vê yekê saziya tipa edlî îmza avêtin bin skandalekê.
TEMENÊ WÎ MEZIN KIRIN
Piþtî raporên skandalê temenê S.B. di dema bûyerê de ji 18 saliyê derbas bû nîþan dan û 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê jî bi îdiayên “Yekitiya dewletê û ewlehiya welat xera kir” û “Bi zanebûn rayedarê dewletê Ferdî Ozkan kuþt” 2 caran cezayê muebetê yê giran dayê û bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" salek cezayê girtîgehê dayê. Ji S.B. re di qanûnê Ceza ya Tirk de cezayê herî li zêde hate dayîn û heke li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê pêk hatiba dê S.B. hatiba darvekirin. Bavê S.B. Fahîr Bahadir û parêzerê wî Tugay Bek, bertek nîþanî ceza dan.
ZEXT Û ZORDARÎ
Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku bûyer weke bûyera Erdal Eren ê ku di derbeya 12'yê Îlonê de hate darvekirin e. Bek, anî ziman ku temenê muwekîlê wî mezin kirin û cezayê herî zêde yanî 2 caran cezayê muebeta girankirî lê hate birîn. Bek, da zanîn ku piþtî mirina polîs li ser zarokan zext hatin pêkanîn da ku li ser S.B. îfadeyan bidin. Bek, bilêv kir ku îfadeyên zarokan di bin zext û zordariyeke gelek mezin da hatin girtin û li gorî îfadeyên ewil ceza dan.
DÎMENÊN KAMERAYAN
Bek, anî ziman ku dadgeh bêyî ku dîmenên qemereyê temaþe bike ceza da û wiha got: “Heke dîmen hatiban temaþekirin dê hatiba zanîn ku ew kes S.B. nîn e. Di bûyerê de polîsek mir û ji ber vê yekê ji bo cezayê herî zêde bidin S.B. hemû rêgezên hiqûqê hatin binpêkirin û ceza hate dayîn.”
JI BO CEZA HEWLDAN
Bek, diyar kir ku di lêpirsînê de temenê S.B. ji 18 saliyê mezin nîþan dan. Bek, da zanîn ku tenê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê biryara temenê S.B. ji 18 saliyê mezin e nîþan da û ev yekê jî ji zanistiyê dûr e. Bek, bilêv kir ku 3 caran testa hestî hate kirin. Bek, da zanîn ku ew dê biryarê temyiz bikin û dê bibin DMME'yê.
DI 1994’AN DE HATE DINÊ
Bavê S.B. Fahrî Bahadir jî diyar kir ku zarokê wî di sala 1994'an de hate dinê û heta niha tu karên fermî de tu pirsgirêk nejîn. Bahadir, anî ziman ku tu eleqeya kurê wî bi bûyerê re tuneye û piþt hate binçavkirin ji bo sûcdar bê dîtin temenê wî mezin kirin. Bahadir, da zanîn ku kurê wî di binçavan de û li girtîgehê rastî îþkenceya polîs û gardiyanan hat. Bahadir, destnîþan kir ku kurê wî 3 salan li Girtîgeha Pozantiyê ma û piþt re jî birin Sîncanê. Bahadir, anî ziman ku di dema bûyerê de kurê wî 16 salî bû û niha 21 saliye û wiha got: “Ji bo polîsê mir kiryarekî digeriyan kurê min hate hilbijartin. Ez dê ji bo kurê xwe têkoþînê bidomînim. Ez dê serî li DMME'yê bidim.”
DÎHA
Ev nûçe 203 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>