DAVUT AVCI*
Sê roj e baran dibare, sê roj e, em di bin baranê de bêstare dimeþin. Meþ, hêsan be jî baran dilop dilop li me dike. Ji ber ku em koma perwerdeyê ne divê em zû bigihîjin wargeha ku ji bo me hatiye amadekirin. Em çil heval in, mijê em dorpêç kirine.
Baran hê jî bênavber dibare. Þev, mij û baran... Her sê jî wekê bircek ku li kendalek asê hatibe avakirin dûredest in. Bêhtirê hevalê rêzan kes nizane em li ku ne. Pirê ji me bêçek in di tabûrê de.
Baran hê jî dibare, bênavber. Ezman xwe bera rûyê erdê dide. Newalên biçûk bûne wekî rûbaran, çemên mezin bûne lehiyên ku zeptên wan ne pêkan e. Di vê meha baharê de, di vê þeva reþ û tarî de, em ji tixûbên berxwedanek asayî zûde derbas bûne.
Bi rojan meþ, bêxewî û bênavber þilbûn; bedenên me wek pelikên daran talimîne. Em dimeþin û dimeþin, gelek jî westiyan e. Di vêsanek de hevalê fermandar dibêje; “em ê îþev li derek nêz bi cih bibin.”
Ji bo rawestîna tabûrê, hevalê Rêzan bi du hevalan re ji me vediqete. Ew ê cih bibînin, em nizanin dê derek wisa xweþ ku me ji baranê biparêze bibînin an na! Em li benda vegera wan in.
Piþtî demekê heval ji bo em ji meþê re amade bin hiþyarî didin. Em ji ber barana bênavber pir westiyabin jî nikarin razên. Piþtî çend deqeyan kom ji meþê re amade dibe. Em dimeþin, ber bi lûtkeyên çiya ve. Piþtî em demekê hildikþine jor, parolayek tê, em disekinin. Heval dibêjin: “Em ê îþev li vir bin.”
Hinek li jorê me zinarên mezin hene, tê gotin: ‘em ê îþev di binê van zinaran de ji xwe re cih çêkin.’ Em ji manga me re cihek dibînin. Cihek talde ye. Baran nagîhîjê, hinek zuwa jî maye. Em pir bi vê yekê keyfxweþ dibin. Hevalê Baran dibêje; “em ê îþev xewek xweþ razên”. Bi ‘erê’ yan tê xwiyakirin ku ên tevlê heval nebe nîn in. Ji her mangayê hevalek diçe, ji newalê ji bo çay û vexwarinê av tîne bi barmilan. Bi tevî hevalan re nebe jî li gor têra tabûrê barmil bi me re hene. Barmilên spî ne, lê me bi kincên rengtarî nixamtiye. Þev bi baran e, sermayek sivik jî heye. Sarbûna xwêdana me bandor li bedena me dike. Baran, serma û westan... Her sê jî bi tevayê tundiya xwe li ser bedena me bandorên xwe didomînin.
Em dizanin, tembelî despêka xeterayan e. Ji bo bikaribin xwe ji sermayê biparêzên dikevin bin kefiyên xwe, serên xwe didin ser çenteyên xwe û dikevin xewê. Lê belê baran û serma nahêle ku em xewek xweþ razên.
Stara me taldeya zinar e. Baran li me naxe, kasûla li ser me girantir bûye... Bi ‘roj baþ’ê re em hiþyar dibin. Berbang wek zîv diçirise. Piþtî qederek, rojhilat rengê xwe vediguherîne soriyê. Liva tabûrê zêde dibe. Çavên me piran li ser liva rojê ye. Zeraqên rojê ji bandevên çiyê xelas dibin û wek lehiyek zêrîn, li erdnîgariya ku em lê ne belav dibin...
Îro îçtima nîn e ji ber ewlehiyê. Xwarin jî bêçay e, nan û toraq! Em hê nizanin neyar li der û dorê heye an na... ji ber vê yekê heval nahêlin am agir pêxin. Her çiqas zeraqên rojê wek çemek zêrîn biherike jî bi ser me de, em germ nabin. Tenê dilmîniyek çêdike: “Em ê germ bibin.”
Çend heval bi dûrbînê li hawirdorê me dinêrin. Heya niha her der bi ewlehî dixwiyê. Ev agahiyek baþ e. Ne ji ber îhtîmala pevçûnê, lê ji bo ku em ê bikaribin agir vêxin baþ e... Em ji bo agirvêxistinê ji der û dorên xwe êzingan berhev dikin. Ji bo agir dûxan dernexe li êzingên hiþk digerin. Ji bo em bikaribin çaydankê li ser agir bigrin jî ji deviyan çend darên ter amade dikin.
Piþtî agir tê vêxistin, kêfxweþiyek li nava tabûrê bela dibe. Hinek heval ola Zerdeþtiyê ji nû ve kiþf dikin, hinek hevalên din jî welidîna gerdûnê ya ku bi çîkek agir tê ravekirin ji nûve þîrove dikin, lê pirê me ne zerdeþtiyê dizanin ne jî welidîna gerdûnê ya bi çîkek agir... Tenê em dizanin ku agir pîroz e, pîroziyek bê mirin...
Berê em germ dibin, li dû germbûnê, çayek têrþekir jî vedixwin, giyana me ya westiyayî bi serxwe de tê...
Bi çayvexwarinê re hevala Þevîn gotibû; “Niha ne ol, ne jî dîrok ji me re lazim e; germahiya agir û þêrînahiya çayê bes e.” Pirê me tevlê wê bûbûn. Roj hildikþiya jor, bêhna giyayan wekê emberek bê hempa bû. Piþtî baranê. Zeraqên rojê hilmek bizdok radikin ji erdê, bi xwe re jî bêhna xwezayê... Mij zû belav dibe, rojhilat ji ber vê mija bizdok wek dîmenek lîþo dixwiyê.
Bi hilkiþîna rojê re em germ dibin. Dîsa jî agir navemirînin em, lewre wekê kiþanekek me dikþîne xwe. Germahî û þêrînahî, þûna baran û sermayê digrin. Þêrînahî wek daringa jiyanê tê pêþwazîkirin. Lê ezman niha ewrên spî dîmenek xweþ þanî dide, þênahiya ezman xweþiktir dibe.
Þev sayî ye, hinek sar e. Ya baþ îþev baran nîn e. Bayak sar ji lûtkeyên çiyayan radibe ber bi newalên kûr va. Ba di hêlek de xwêdana me sar dike, ji hêlek da jî bêhna me diçikîne. Bi saetan e em di rê da ne. Ji dûr ve dengê seyan tê me, em fêm dikin ku jîwarek li nêz heye. Parolayek ji hevalên serkêþ ber bi paþ ve diçe. Tê gotin: “dê tabûr ji gomê derbas bibe, divê tu kes bi tiþtek din re mijûl nebe.”
Em ji gomê derbas dibin, seyên gomê ewitîna xwe zêdetir dikin. Belî ye ku komeke heval çûne gomê. Lembên hinek malan vêdikevin, demjimêr ji nîvê þevê derbas dibe, lê nizanim çend e.
Em ber bi çiyê ve hildikiþin, rêyek zozanan der tê pêþiya me. Meþ, hêsantir dibe. Piþtî demek di wê rêya zozanan de em dimeþin, digîhîjin hewþikên goman û vêsan tê dayîn. Dixwiyê ku em ê dirêj bimînin. Lewre di dema vêsanê de nan û pêxwarin belav dikin hevala Newroz û Hêlîn. Nan û toraq! Ew toraqa ku þûna tevayê pêxwarinan digre. Piþtê xwarin tê belavkirin li herdû hêlên tabûrê nobedar têne bicih- kirin. Her çiqas em ji bo ranezên bên hiþyarkirin jî, ji ber westiyana zêde tu bandora hiþyariyê li me nake. Dengê xirîna hinek hevalan hema tê...
Bi hiþyariya “heval tên, bila heval amade bin” em ên razayî jî ji xew radibin. Dixwiyê ku berdevê sibê ye. Em li ser þîverêyê rêz dibin. Hevalên ji gomê hatine qet rûnanên, em jî tevlê wan dibin û dimeþin ber bi jor ve… (Dê bidome)
Ev nûçe 1042 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>