Li bûroya DÎHA’yê ya Amedê piþtî lêgerîneke demdirêj hemû metaryalên nûçeyan ê ajansê hatin desteserkirin. Edîtorê DÎHA’yê Abdurrahman Gok bertek nîþanî binçavkirin û serdagirtinê da û diyar kir ku ligel hemû zextan dê têkoþîna xwe bidomînin û wiha got : “Yek tenê jî bimîne dê têkoþîna me bidome. Em hêza xwe ji Apê Musa, Mazlum Erencî û Cengîz Altun digirin.”
Li ajansa DÎHA’yê a Amedê polîsan 5 saet lêgerin kirin û gelek amûr desteserkirin. Ji aliyê polîsan ve 3 kamera, 27 hard dîsk, 2 kasedên deng yê bi markaya panasonîk, 3 flaþ belek, 6 laptop, gelek kovar, pirtûk û lênûskên nûçegîhanan hatin desteserkirin. Her wiha metnên daxuyaniyên çapameniyê yên nûçegîhanan û hezar û 500 kasedên arþîvê, gelek CD û DVD de hatin desteserkirin. Li buroyê kesek nehat binçavkirin û hemû amûr birin Midûriyeta Polîsan. Xebatkarên ajansê polîs bi dirûþmeyên ‘Zext dê me bêzar nakin’ þermezar kirin.
Edîtorê DÎHA’yê Abdurrahman Gok bertek nîþanî polîsan da û wiha got: “Hun dibêjin qey em dê bi van êrîþan bigihêjin armanca xwe, lê ne wisaye. Ji ber ku ev ajans tiþtên tarî derdixe ronahiyê. Ev ajans mîrasa Apê Musa ye. Ev ajans ya mîrasa Mazlum Erenciye. Ev ajans dê tu carî serî netewîne. Belê dibe ku hemû hevalên me bigirin, lê em yek bin jî em dê li vir bixebitin. Emê þûna hevalên xwe bigirin. Ji bo ku em rastiyan vebêjin emê bi þev û roj bixebitin.”
Gok di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê ruyê we yê qirêj û polîtîkayên we deþîfre bikin. Yek jî bimîne dê bixebite. Dihat gotin ku dê operayonekê pêk bînin. Me jî dizanî bû. Lê me tu carî mevzî terk nekir. Ewil jî Rojnameya Haberturk navê ajansa me da û deþîfre kir. Yanî îhbar kir. Yanî hempîþeyên me em îhbar kirin. Ev di dîroka Tirkiyeyê de lekeyeke reþ e.
Dîsa Rojnameya Akþamê jî di nûçeya xwe de ev operasyon vegotibû. Lê bila hemû kes bizanibin ku em dê li hemberî zextên dewleta tirk serî netewînin.Ev weþhet nayê qebûlkirin. Nêzî 30 hevalên me niha di binçavande ne.Wezîrê karê Derve Beþîr Atalay her tim dertê û gefan li me dixwe. Ger ku hinek rumet bi vê çapemeniyê re hebe dê bi weþîne. Dê vê zilmê bi weþîne.
Li navçeya Seyhan a Edeneyê jî bi ser buroya Azadiya Welat a Edeneyê de girtin. Di encama lêgerînan de gelek amûr hatin deseteserkirin. Binçavkirin çênebûn lê Midûriyeta Polîsan ji bo îfadeyê bangî nûçegîhanê DÎHA’yê Hamdullah Keser kirin. AMED-DÎHA
Ev nûçe 314 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>