Aygul YILDIZ - LONDON
Bi piþtgiriya kesayetên weke Michael Connery, Colin Firth, Emma Thompson, JK Rowling û Desmond Tutu ew hatibûn rojevê. Hikûmeta Îngilîstanê ji bo malbata kurd a xwedî 4 zarokan dersînorê Almanyayê bike, 13 meh di girtîgehê de ragirt. Di dawiyê de jî biryar da ku tazmînatê bide malbata kurd. Çîrokek trajedîk a malbatek penaber a kurdan ku qet ji bîra me naçe.
Çîroka wan ji salên 1980’yê dest pê dike. Bi gotina wan a li Kurdistanê “Li Ewropayê mafê mirovan hene” berê xwe dan xerîbiyê. Malbata Yûrdagul û Salih Ay a ji Þirnexê, weke her bi hezaran malbatên kurd berê xwe dan xerîbiyê û gihiþtin Almanyayê.
Sirguna ku ji Almanyayê dest pê kir, heta Yewnanîstan, Îngilîstan, Skoçya û dîsa Almanyayê, bi qasî 20 salan berdewam kir. Malbata Ay, bi rêyên qaçaxî xwe gihandin Almanyayê û bi dehan car ji bo penahiyê (îltîca) serlêdan kirin, lê belê di her carekê de hate redkirin. 10 sal derbas bûn, lê bi awayeke veþarî dijîn. Yûrdagul û Salih Ay bi çar zarokên xwe ve dibêjin ‘Îngilîstan ji Almanyayê bi însaftir e” û dikevin ser rê.
Bi rêyên qaçaxî xwe digihînin Îngilîstanê. Lê li wir jî kamp, lêpirsîn û þert û mercên dijwartir ên penaberiyê têne ber wan. Vê carê jî, bi hinceta li Almanyayê serlêdana penahiyê kirine, daxwaza wan li vir jî tê redkirin. Di sala 2002 de mehû endamên malbatê hatin girtin û avêtin girîtgeha li Dungavel Skoçyayê ya li derveyê sînor. Medya 7, Dilovan 11, Newroz 12, Bêrîvan jî 13 salî bûn.
Piþtgiriya ji bo malbatê bi rêya bernameyek a radyoyê dest pê kir û her ku çû berfireh bû. Piþtgiriya “Azadî ji Malbata Ay re” ji Skoçya heta Îngilîstanê belav bû û bû rojeva rojnameyên mezin. Nivîskara pirtûka Harry Poter JK Rowling, Xwediyê pirtûka “Keþtiya Schindler” Thomas Keneally, Derhêner Ken Loach, Xwediyê Xelata Nobelê Desmond Tutu, Sean Michael Connery, Colin Firth, Emma Thompson û Philip Pullman jî piþtgirî dan kampanyayê.
TRAVMA BERDEWAM KIR
Malbat di sala 2003 de ji Almanyayê hatin dersînorkirin. Li balafirên hatin siwarkirin û maûbeleyên sucdaran lê hate kirin.
Yûrdagûl Ay der barê dersînorkirina malbata xwe dibêje ; “Cara yekem bû keça min a biçûk Medya li balafirê siwar dibû. Min xwest li ban min rûne, lê nehiþtin. Gotin ger tu dengê xwe derbixî, em ê destên te li pêþ çavên zarokên de kelemçe bikin. Pêþî em birin çewlikek li Frisenhagenê, me tenê karî 3 hefteyan xwe li wir bigirin.
Li wir tu wesayît tune bûn. zarok nedikarîn biçin dibistainê. Ne otobus ne jî dibistan hebûn. Em çûn daîreya civakî û em bi hev re giriyan. Me anîn malekê û gotin hûn ê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Bi salan li Almanyayê dijîn, lê mafê penahiyê nadin wana, Ay vê yekê wiha rave dike ; “Me li Kurdistanê got li Ewropayê mafê mirovan heye û em hatin. Me got li vir ji derdê mirovan fam dikin. Gelo çi sucê 4 zarokên min ên li Ewropayê ji dayîk bûn hene?”
TRAWMAYEK DOMDIRÊJ !
Piþtî bi salan, malbata Ay dîsa hatin Îngilîstanê. Rojnameya The Guartian nivîsand ku dê Wezareta Navxweyî ya Îngilîstanê tazmînata 6 xaneyî bide malbata Ay. Ji ber zagonon, tazmînat bi aþkereyî nehate nivîsandin.
Dadgeha Îngilîz piþtî bi salan biryara “Endamên malbatê bi awayeke ne hiqûqî û demek dirêj di bin çavan de hatine ragirtin” da û Wezareta Navxweyî mehkûm kir.
Lê dîsa jî ew trajediya malbata Kurd ku sala bi tu tazmînatan nayê jibîrkirin.
Sirguna ku ji Almanyayê dest pê kir, heta Yewnanîstan, Îngilîstan, Skoçya û dîsa Almanyayê, bi qasî 20 salan berdewam kir. Tu carî ji bîra mirovan naçe. ANF
Ev nûçe 252 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>