Ciwanên kurd li her derê bi ruhekî fedayî li hemberî hêzên dagirker tevdigerin û bi awayekî qehremanî navê xwe di dîrokê de dinivîsînin. Yek ji van jî Baz Mordem û Bager Firat ên ku di nava xebatên ciwanan de cih girtine bi awayekî qehremanî tevli karwanê pakrewanan bûne. Li hemberî zilma dagirkeran ciwanên kurd dibin hêza parastina gelê xwe. Çi li serê çiyan û çi li qadên siyasî û di nava gel de roleke mezin danîne ser milên xwe û peywira xwe bi cih tînin. Ciwanên kurd ku ji bo azadiyê berê xwe didin çiyayên Kurdistanê bi ruhekî fedaî tevdigerin.
Li çiyayên Kurdistanê dîroka qehremantiyê ji nû ve dinivîsînin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî têdikoþin. Ev sekn û helwesta ciwanan hêviyên azadiyê yên gelê kurd hêj xurtir dike.
Tevgera Ciwanên Kurd Komalên Ciwan, ji bo gerîla Baz Mordem (Emrah Bayer) û Bager Firat (Kasým Karaboga) di 8’ê cotmehê de li Katoyê di pêvçunekê de jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyeke nivîskî da û bang li ciwanên kurd kir ku divê ala berxwedana ciwanan tu carî le erdê neyê hiþtin û her bê bilindkirin.
Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniyê de da zanîn ku Tevgera Azadiyê û gelê kurd 2 rêhevalên xwe þehîd da û daxuyanî wiha dom kir: “Em ji malbatên Rêheval Baz Mordem (Emrah Bayer) û Bager Firat (Kasým Karaboga) re sersaxiyê dixwazin. Serê gelê kurd û ciwanên kurd sax be. Em wekî ciwanên kurd careke din soza xwe ya li hemberî têkoþîn û berxwedana her du hevalên xwe, þehîdên þoreþê dubare dikin. Em tu carî di têkoþîna xwe de tawîz nadin û ala van bilintir bikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîþankirin ku Baz Mordem di nav Tevgera Ciwanan a Apociyan de gihîþtiye û wiha hate gotin: “Þehîd Baz Mordem di nav Tevgera Ciwanên Apocî de kadroyeke pêþeng bû. Di temene xwe yê biçûk de Têkoþîna Azadiyê nas kir. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nav xebatên Tevgera Ciwanan de cih girt. Di nav xebatên ciwanan de her tim bi fedakariya xwe û bi biryarbûna xwe, bi girêdanbûna xwe ya xeta têkoþîna Serok Apo û her wiha bi keda xwe di nav têkoþînê de bû pêþeng. Heval Baz di sala 1999’an de piþtî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewlest nîþan da, li dijî dagirkeriya dewleta tirk, nêzîkatiyên înkar û îmhayê, ji bo parastina rûmeta azadiya gelê kurd berê xwe da çiyayên azad. Piþtî 2001’an di nav gerîlayan de wekî gerîlayek, mîlîtaneke Apocî cih girt. Dîsa li gelek qadan berpirsyarî girt. Heval Baz yê ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nav xebatên YCK’ê de cih 5 sal jî di nav rêxistina ciwanan a li çiyê cih girt. Her wiha heval Baz di nav nûkirina damezirandina rêxistina ciwanan de jî rol û mîsyonek girîng list, di damezirandina TECAK’ê de cih girt. Cara yekem li çiyê Kongreya Ciwanan pêk hat û li vir ji bo koordînasyona ciwanan hate hilbijartin. Ligel vê jî di Konseya Rêveber a KCK’ê de jî berpirsyarî girt. Di wezîfeyên xwe de her tim serkeftinê esas digirt. Heval Baz li dijî tasfiyeya sala 2004’an de di nav têkoþînê de bû û di nav damezirandina nû ya PKK’ê de cih girt. Heval Baz tu carî di nav têkoþînê de di xeta PKK’ê de tawîz neda. Bi ruheke fedayî di nav Têkoþîna Azadiyê de cih girt.”
ÞOREÞA CIVAKÎ Û ÞOREÞGERÎ
Rêxistina ciwana daxuyaniyê wiha domand: “Bi pêþengiya Tevgera Azadiyê, gelê me þoreþeke gelekî mezin a civakî û siyasî dijî” û ev þîrove kirin: “Her wiha hêzên desthilatdarên li hemberî me û hêzên navneteweyî yên ku piþtgiriyê didin wan jî vala nasekinin her dem dixwazin ku vê þoreþê vala derxin û her dem di nava êrîþeke de ne. Ji ber ew qas êrîþ jî, hatina me ya vê rojê fedekariya Serok Apo û berxwedana þehîdê me ya mezin roleke girîng lîstiye. Îro em wek civakeke xwediyê hiþmendiyeke azad, her bêhnstandineke ku em distînin, canê ku þehîdê me dane ya ji bo xweseriya demokratîk a Kurdistanê ye. Wan ji bo jiyaneke azad bi xwîna xwe welatek ava kir, bi jiyaneke ev raxistin ber çavan û rêgezên azadiyê ji me re hîþtin. Peywira hemû ciwanê welatparêz ê Kurdistanê û mîlîtanê rêxistina ciwanê Apocî ew e ku bîranînên wan hevalan, rêgezê wan ê jiyanê û xeta wan ê berxwedanê tu tawîz nede û bijî. Riya jiyaneke bi rûmet tenê ev e. Ciwanê Kurdistanê yê qehreman xwediyê vê rûmetê ne, dê vê rûmetê bi nirxekî herî mezin bide jiyîn û dê Kurdistana Azad a Demokratîk bi berxwedaneke bêhempa biparêze û têkoþînê bilind bike. Em di vê xalê de bawer dikin ku gelê Kurdistanê dê xwedî li van herdu hevalê me derkeve û bîranînên wan bide jiyîn. Her þehadet ji yê dawî re peywirê nû dide barkirin. Em bang li hemî kadro û xebatkarên rêxistinê û rêxistina ciwanên Apocî dikin, divê em di þexsê hevalê Baz û Bager de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin. Bila neyê ji bîrkirin ku bersiva berxwedana wan tenê di xeta Apocî de û di xeta PKK’ê de heta dawiyê jiyîn, e. Ji bo bersivdayîna þahdeta van qehremanên gelê kurd, em bangê hemû ciwanê Kurdistanê dikin ku bîranînên van hevalan di nava refên gerîlayan û ji bo azadiya Kurdistaneke demokratîk bibin temînat û berê xwe bidin çiyayê Kurdistanê.”
BAZ MORDEM
Emrah Bayer (Baz Mordem) di 1980’yan de li gundê Hespistanê yê navçeya Elbakê ya Wanê hate dinê. Baz wekî her ciwanên kurd di ciwantiya xwe de tevgera gelê kurd nas dike. Di salên zanîngehê de hêza ciwanan a rêxistinkirî nas dike û piþtre bi awayekî aktîf di nav de cih digire. Baz Mordem wekî her ciwanên kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera kurd ji nêz ve baþ fêm bike di sala 1999’an de tevli refên gerîlayan dibe. Baz di pêvajoyên herî krîtîk û girîng ên tevgera azadiyê de bi awayekî aktîf cih girt û peywira koordînasyonê ya xebatên ciwanan meþandiye. Baz Mordem berpirsyariya Tevgera Ciwanan hilgirtiye ser milê xwe û di Konseya Rêveber a KCK’ê de cih girtiye. Baz, ji bo vê coþ û heyecana ciwanan derxe asta herî jor berê xwe daye qada Botanê. Baz, di sala 2006’an de bi awayekî aktîf li qadên gerîlayan cih girtiye û peywira xwe meþandiye. Baz Mordem, heta tevli karwanê pakrewanan bû jîbi xebateke cidî têkoþîna xwe meþandiye.
BAGER FIRAT
Kasim Karaboga (Bager Firat) di sala 1990’î de li Wanê hatiye dinê. Bager, di malbateke welatparêz de mezin bûye. Bager beriya ku tevli refên gerîlayan bibe di nava xebatên ciwanan de cih girtiye. Bager, bawer kiriye ku ji bo jiyaneke azad encax têkoþîn li çiyayan bê dayîn di sala 2009’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Bager, li Gare û Metînayê dimîne, ligel ku nû tevli bûye wekî ku kesekî bi salan e li çiyê ye tevdigere. Hemû peywirên ku ji bo wî hatine dayîn bi coþ û bi biryardariyeke mezin bi cih aniye.BEHDÎNAN - ANF
Ev nûçe 1249 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>