AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

19 Aralik 2011 07:48
Ciwan li dijî tecrîdê derdikevin çiya

Ciwan li dijî tecrîdê derdikevin çiya 12 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de tê ragirtin. Piþtî ku AKP’ê zext û tecrîda li ser Ocalan giran kir, hejmareke zêde ya ciwanên kurd berê xwe dan çiyayan. Piþtî ku hikûmeta AKP’ê ji 27’ê tîrmehê ve dest bi þidandina tecrîda li ser Ocalan kir, ciwanên kurd jî zêdetir berê xwe dan çiyê

12 sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de tê ragirtin. Piþtî ku AKP’ê zext û tecrîda li ser Ocalan giran kir, hejmareke zêde ya ciwanên kurd berê xwe dan çiyayan.
Piþtî ku hikûmeta AKP’ê ji 27’ê tîrmehê ve dest bi þidandina tecrîda li ser Ocalan kir, ciwanên kurd jî zêdetir berê xwe dan çiyê. Ciwanên kurd sedemê tevilbûna xwe ya nava refên gerîlayan wiha vedibêjin;
Nûman Siyabend: Tekoþîna li van çiyayan tê meþandin, hêviya azadiya gelê me ye. Hevalên min ên herî nêzî bi guleyên polîs û leþkeran dihatin qetilkirin. Min nekarî çavên xwe li vê yekê bigirim. Rêbertî jî mijara herî zêde ez têde hesas bûm. Di mijara rewþa Rêbertiyê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê ciwanan. Diviyabû min ji bo Rêber Apo tiþtek bikira. Di dawiyê de min biryar da û tevli gerîlayan bûm.
Mordem Avaþîn: Zextên li ser Rêbertiyê hatin zêdekirin. Teror polîsan a li ser gelê kurd tu hed û hesabê nas nedikir. Dayikên me her roj li kolanan bi terora polîsan re rû bi rû diman. Zarokên kurdan bi awayekî hovane dihatin îþkencekirin. Ajantiyê dispartin wan û dibûn qurbaniyên kuþtinê bê daraz.
Axîn Gever: Her çendî gelek sedemên min ên tevlîbûna nava refên gerîlayan hebe jî, lê ya herî zêde bandor li biryara min kir, esareta Rêber Apo bû. Her roj cenaze dihatin Geverê û her roj gelê me li qadan li ber xwe dida. Armanca min a herî mezin azadkirina Rêber Apo ye. Tecrîda li ser Rêbertiyê di min de rê li ber kîn û nefreteke mezin vekir, û vê yekê hiþt ku ez tevli nava refên gerîlayan bibim. Ez bang li jinên kurd dikim ku ger dixwazin ji bo azadiya Rêbertiyê û gelê kurd hin tiþtan bikin, bila berê xwe bidin çiyê.

Kawa Berxwedan: Ez li metropolên Tirkiyeyê dijiyam. Ji ber ku ez kurd bûm, li rastî hemû pêkanînên nijadperest û cûdakar ên dewletê hatim. Gelê kurd li Tirkiyeyê têne qewitandin. Ez di sala 2005’an de çûm leþkeriyê. Min leþkeriya xwe li Amedê kir. Ez beþdarî gelek operasyonên li Kurdistanê bûm. Li rexmê vê ji min re digotin terorîst. Li kêleka min hevalên min ji aliyê leþkeran ve dihatin kuþtin. Ez piþtî ku ji leþkeriyê vegeriyam, min dest bi xebatan kir. Min dest bi xwendina pirtûkên Rêbertiyê kir û min PKK nas kir. Min biryar da ku divê ez derkevim çiyayên Kurdistanê. Lê weke gerîlayekî.
Brûsk Dorþîn: Em ji bo rûmeta xwe þer dikin û ji bo rûmeta xwe dijîn. Ji ber wê jî êrîþên li hemberî Rêbertiyê di rastiyê de li hemberî hemû kurdan in. Dirûþma me ya sereke ev e: Ez ê ji bo azadiya Rêbertiyê heta dilopa xwe ya dawiyê têbikoþim. Ji bo vê li çiya me. Ez ciwanan vedixwînim çiyayan. ANF

Ev nûçe 957 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Polîtîka
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.