MERVAN SERHILDAN
Desthilatdariya AKP’ê, hem di warê leþkeriyê de û hem jî di warê civakî de operasyonên xeternak pêk tîne ku îradeya gelê kurd biçewisîne. Bi vî hewla xwe, diþibe cinawirek êrîþkar. Rojek jî tune ye ku bi top û roketan, bi helîkopteran û bi balafirên þer xaka Kurdistanê gulebaran nake. Di bin kiþkiþa hêzên global de û bi beþdariya çapemenî û burokrasiya nijadperest; bi serhiþkî, bi zalimî û bi bêîdraqî dajo ser gelê kurd. Geh li bakur û geh jî li baþûrê Kurdistanê operasyonan dimeþîne.
Di nezera gelê kurd de AKP û hikûmeta wê, gelo çima diþibe ‘cinawirek bêhawe’? Hem xwe wekî hêzek çareseriyê nîþan didin, hem jî çareseriyê asteng dikin. Sedema vê êrîþkariya berbiçav, diyar e. AKP’ê, hîn navka xwe nebiriye! Ji reh û rîçalên îdeolojiya fermî hêzê û feyzê werdigire. Bi awayek zelal, xwe ji îdeolojiya fermî neqetandiye. Bi destê “dewleta kûr” ve tê piþpiþkirin, tê xwedîkirin û tê kedîkirin. Lewma refleksên ku ev dora sed salî ye bi awayek xwînxwar li ser gelê kurd tên ceribandin, îro AKP jî heman refleksan diceribîne.
PÎVANÊN DEMOKRASIYÊ
Di bin rêvebirina AKP’ê de, serweriya tirk; roj bi roj ji pîvanên demokrasiyê, ji mafên xwezayî û gerdûnî, ji normên navneteweyî û ji nirxên mirovahiyê dûr dikeve. Heke qîçikek exlaq bi AKP’iyan re hebûya; di sala 2009’an de roja ku polîsên wan girt ser malên kurdan û kesayetên ku bi îradeya gelê kurd wek “þaredar”, wekî “endamê meclisê”, wekî “serokê komeleya mafê mirovan” û hwd hatibûn bijartin desteser kirin, wê di heman çirkê de, îstifa bikirana. Lewre mirov çiqasî dijber be jî, dema ku li ser xeta demokrasiyê bimeþe, nikare binpêkirina îradeya gel, daqurtîne yan jî bipejirîne.
Hem AKP û hem jî kurtêlxwirên derdora wê, gelo pêdiviyên demokrasiyê tînin cih, an naynin cih? Siyasetmedarê kurd bi navê Yildirim Ayhanê ku li bajarê Wanê “endamê meclisê” bû, bi destê polîsan û bi guleya “bombeya gazê” hate kuþtin. Tenê vî mînaka jî, têkçûna dewlet û hikûmeta tirk îspat dike. Ji aliyê exlaqî ve, têkçûna AKP’ê nîþan dide. Lewre siyasetmedarek ji partiya raqîbê wan, bi destê polîsên hikûmetê hat kuþtin, lê dîsa jî terka meqamê ku di bin gola xwînê de maye, nekirin. Her çî kesên ku piçek exlaq, wijdan û nirxên mirovahiyê bi wan re hebin; mecbûr in ku vî êrîþkariya bêpîvan bibînin.
QIRKIRINA SIYASÎ
Her roj derdikevin pêþberî gel û îdia dikin ku di çarçoveya demokrasiyê de tevdigerin. Lê ji aliyê din ve jî, ji partiya hemberî wan, bi hezaran siyasetmedar, wekîl, þaredar û endamên meclisan di bin kilîd û qufleyan de tên girtin. Zarokên kurd bi çekan û bi bombeyan tên qetilkirin, wekîlên kurd bi bombeyan û bi panzêran tên birîndarkirin, gelê kurd bi qefîleyan tên êsîrgirtin. Li tax û kolanên Kurdistanê, li ber çavên der û dinyayê li xort û qîzên kurd îþkence tê kirin û her wiha dest û lîngên wan tên þikandin. Rojnamevanên kurd, bi hinceta ku nûçeyên bi PKK’ê re têkildar radigihînin, rehîn digirin. Ma heke Tayîp Temel, wekî nivîskarekî û wek rojnamevanekî bi PKK’iyan re dipeyive; gelo bi Walî, bi Qeymeqam û bi rayedarên ewlekariya hikûmetê re jî napeyive? Vî rastiya, çima PKK nake sedema binçavkirin û girtinê; gelo çima hikûmet dike hinceta zext û pêkutiyan?
Li hember vê êrîþkariyê, tekane hêza berpirsiyar, hikûmeta AKP’ê ye. Rayedarên hikûmet û dewletê, nikarin gilî û gazinan ji ber van operayonan bikin. Heke tiliya wan di van operasyonên eskerî û siyasî de tune ye, lazim e ku tavilê îstifa bikin. Na, heke xwediyên ev siyaseta qirêj, ew in; divê ew jî êdî li xwe mikur werin ku vî ‘bernameya faþîst û qirker’, di bin berpirsiyariya wan de tê bi rê ve birin. Kesên ku vî hikûmeta dipesinînin û piþtevaniya wê dikin jî, þirîkên heman sûcan in.
RÛREÞÎ Û BEXTREÞÎ
Bila çi kesên rûreþ û bextreþ derewan nekin û nebêjin, “Weleh hikûmet hewl dide ku demokrasiyê bîne, lê berxwedêrên gelê kurd, dibin asteng”. Her kî vî derew û buxtanê bike, yan bi qestî yan jî bêhemdî; dibe hêmanek pergala qetlîamker û qirker. Çend pêþveçûnên hûrik, xwîn û xuriza ser hikûmetê paqij nake. Di dîrokê de, kujer, qetlîamker û qirkerên cur bi cur hene ku bi “pêþveçûn û pêþvebirinê” dest bi kar kirine. Wekî mînak em dikarin, Hîtlerê Nazîst û Musolînî yê faþîst bijmêrin. Lê mînaka herî balkêþ jî, Îtihatiyên dev bi xwîn in. Mixabin em dibînin ku gelek kes û hêzan, ji vî cerb û pratîka xwînxwar, ders wernegirtine. Em dipirsin: Ev neh sal e ku hûn dewlet û hikûmetê dikin; heta nuha, gelo çima we qanûn û mewzûata Tirkiyeyê, bi hiþmendiyek demokratîk ji nû ve saz nekir?
Tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meþandin, asta bêîdraqiya AKP’ê nîþan dide. Nêzîkbûnek wisa; hem têkçûna îdeolojiya fermî ye, hem jî nîþaneya êrîþkariyek pir xeternak e. Divê ku herkes zanibin, gelê kurd baþ fam dike; da ku pêkanînên bi vî rengî, ne hewla damezrandina demokrasiyek rewa ye. Li bakurê Kurdistanê birêz Ocalan, îradeya gelê kurd temsîl dike. Du milyon û nîv hilbijêr, yanî deh milyon kurd wî bi navê “Serok” hildide. Ew kesên ku li hember vî îradeya mezin rêzê negire; dijmin be jî, ne xwedî nirx e û ne hêjayî rûmetê ye.
HEVDÎTINA OSLOYÊ
Lewma di hevdîtinên ku bi PKK’ê re meþandine de, gotara rayedarên MÎT’ê balkêþ e. Hem gotara “Birêz Ocalan” û “Serokatî” anîne ziman û hem jî di naskirina statuya kurdan de rolek erênî lehîstine ku bi vê hewlê jî, riya aþitî û çareseriyê radest kirine. Encax ji vegotinên Ocalan jî hat famkirin ku protokolên çareseriyê hikûmeta AKP’ê îmze nekirine. Carek din derket holê ku AKP dibe asteng; da ku doza kurd bi rê û rêbazên sivîl û demokratîk çareser bibe. Yanî AKP, riya aþitî, demokrasî û tifaqa gelan dixitimîne. Bi rastî jî, gelo çima rayedara MÎT’ê îstifa kir? Ma sedema helwesta wê ji ber mercên taybet bû, yan na; çima di pêvajoya encamnegirtinê de îstifa kir, gelo dixwest ku þaþitiya hikûmeta AKP’ê deþîfre bike?
Lê cinawir guhên xwe girtine, çavên xwe perde kirine, mêjî û mohrên xwe kor kirine û bênavber dibeze. Rabirdûya wê, tarî ye. Roj û rojeva wê, tarî ye. Dahatûya wê jî, tarî ye.
Ev nûçe 1178 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>