Rêveberên ÎHD û xizmên windayan, di çarçoveya çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” ku her hefte pêk tîne, di hefteya 152’an de li Amed û Êlihê çalakiyên xwe domandin. Malbatan xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û parêzer karibin biçin hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin.
AMED: Endam û Rêveberên ÎHD û xizmên windayan, di çarçoveya çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de di hefteya 152’an çalakiya xwe berdewam kirin. Kom li Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koþuyolu ya Amedê kom bûn û li edaletê geriyan. Di çalakiyê de endam û rêveberên MEYA-DER û SES’ê jî piþtgirî dan çalakiyê. Li ser navê komê Sekreterê ÎHD’a Amedê Raci Bîlîcî daxuyanî da û diyar kir ku 3 sal in aqûbeta windayan dipirsin. Bîlîcî, da zanîn ku hikûmet polîtîkayên xetimandinê pêþ dixe.
Bîlîcî, xwest kujer bên darizandin û winda bên dîtin û wiha got: “Hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tê astengikrin. Tu aliyê van astengiyan ên hiqûqî tune û mafê wî yê hevdîtinê tê astengkirin. Divê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe. Li gorî kesan hiqûq çênabe. Tecrîd û îzolasyon, li dijî heq û hiqûqa mafên mirovan e. Li dijî peymana navneteweyî ye. Disa li dijî peymana Neteweyên Wekbûyî û Yekîtiya Ewropayê ye. Divê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe û parêzer karibin biçin hevdîtinê pêk bînin.”
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
Bîlîcî, destnîþan kir ku ji ber pirsgirêka kurd demek dirêj e nayê çareserkirin pevçûn jî didome û wiha pê de çû: “Ev tecdît dê pevçûnê zêdetir bike. Vi welatî pir êþ kiþand û divê dawî li van êþan bê. Divê êdî ev komkujî, kuþtina zarokan û pevçûn bi dawi bibin. Ji bo vê jî divê heq û hiqûqa mirovan bê parastin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Em weke parazvanên mafên mirovan dibejin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li dijî peymanên mafên mirovan ên gerdûnî ne. Ger ku hûn ji xwe re dibêjin ‘Em welatekî hiqûq û hemdem in’ wê demê divê ev pêkanîn bi dawî bibin. Divê hûn dest bi diyalog û muzakereyan bikin.
Piþt re birayê Cemal Yarar Abdulkerîm Yarar ê di sala 1993’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê winda bû çîroka birayê xwe vegot. Abdulkerîm Yarar da zanîn ku birayê wî di 15’e cotmeha 1993’an de tahliye bû û hêj ji girtîgehê derneket hate windakirin. Yarar, da zanîn ku ji wê rojê heta niha agahiyê ji birayê xwe nagirin. Çalakî piþtî rûniþtinê bi dawî bû.
ÊLIH: Li Êlihê jî rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi heman armancê li kolana Gulîstanê kom bûn û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, endam û rêveberên Þaredariya Êlihê, nûnerên Egîtîm Sen’ê, Weqfa Derdorê û rêveberên BDP’ê amade bûn. Li ser navê komê rêveberên ÎHD’ê Osman Kunteþ, daxuyanî da. Kunteþ, da zanîn ku hêj kujer nehatine darizandin û heta kujer bên darizandin dê çalakiya wan berdewan bike û wiha got: “Di sala 1990’an de welatî dihatin kuþtin, niha tên binçavkirin û girtin. Di feraseta dewletê de tu guhertin çênebûye.” Komê piþtî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniþtinê pêk anî. DÎHA
Ev nûçe 377 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>