Komek di bin pêþengiya Tevgera Jinê ya Herêma Baselê de bi armanca balê bikiþînin ser tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bo ku parlamenterên swîsreyî li hemberî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê zextan li rêveberiya Enqereyê bikin,Parlamentoya Kanton a Baselê dagîr kir.
Komek ji kurdistaniyan pêk tê di bin pêþengiya Tevgera Jinê ya Herêma Baselê de di seatên danê nîvro yê de Parlamentoya Kanton a Baselê ya li Mark Platztê dagîr kir. Koma ku pankarta ‘Li hemberî îþkenceya li dijî Ocalan, qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên Kurd û bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin’ alên KCK’ê û posterên Ocalan hilgirt, xwest ku bi Serokê Parlamentoyê re hevdîtinek pêk bîne.
Alîkarê Serokê Parlamentoyê Daniel Goepfert hat salona ku çalakên kurd lêne û diyar kir Serokê Parlamentoyê ne li cihê xwe ye, lê ew dikare daxwazên çalakan ji endamên parlamentoyê re bêje.
Li ser navê komê Serokê Civata Gel a Herêma Baselê Mûhsîn Komur axivî û xwest ku ji bo dawî lê anîna tecrîda giran a li dijî Ocalan, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd û li hemberî çekên kîmyewî yên ji aliyê artêþa rejîma Tirk ve li dijî kurdan tên bikaranîn, parlamenterên Swîsrî bi berpirsyarî û hestyarî tevbigerin.
Komur, xwest ku parlementer meseleyên navborî bixin rojeva Parlamentoya Federal û di vê çarçoveyê de zext li rêveberiya rejîma Tirkiyeyê bikin. Komê piþtre li vir têkildarê meseleyê dosyayek pêþkêþ kirin.
Alîkarê Serokê Parlamentoyê Daniel Goepfert jî diyar kir ku divê mafên zimanî û çandî yên Kurdan bên qebûlkirin û parastin. Goepfert got ku rewþa mafên mirovan a li Tirkiyeyê ji nêz ve diþopînin. Goepfert bi bîr xist ku li Parlamentoyê parlamenterên Kurd jî hene û got ku dê bi meseleyê re eleqedar bibin.
Piþtî hevdîtinê koma ku demekê din li salonê dirûþme berz kirin, piþtre ji avahiya Parlamentoyê derketin. BASSEL - ANF
Ev nûçe 859 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>