AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

03 Ekim 2011 08:18
Birqa te

Birqa te Di bejna te ya dutakîrî de, çavê te dibirûsî. Ji çengên te yên badayî dîmenên pergala herîmî çêdibe. Ji çavên te þewq, ji lêvên te ken, ji dilê te hez û ji rûdêna te þanazî diniqute

SADIQ ÞEN

Tu bi ber çavên min ketî.
Di gewrika êvareke heytehol de, birqa te bi ber çavên min ket, te sergovenda dîlaneke ji þîn û girî li dar xistî digerand; dîlaneke dem-lê-þikestî.
Çi li bejna te ya ne seridî dihat govendgerî!..
Çi li bejna te dixwar ew figurên kedî-nekirî
Bedena te ya hûrik, ew dilê te ji gewde ranedigirt.
Ew dilê te yê weke fîteke neditebiti. Bedena te þîrîn hestên te yên delodîn zeft nedikir.
Hestên te yên weke rûbarên welatê min rabû jî, pêl bi pêl vediherikin deryayên di dilê te de þêlandî.
Serê te ji þekxwarî bilind bû; bi qasî heta ber erþê xwedê bilind ew qasî jî þaþwaz bû.
Eniya te ya wek Cûdî vekîrî, ji yezdanokan re meydan dixwend.
Dîmenên raperîna rasteqîn li ferþê eniya te dizêriyan û çirîskên arê Newrozê ji çavê te yên neniqandî ve dibehiyan û di taristana înkarên bêserûberkirî de çîk vedidan û di rûdênên destkîsên înkarkeran de diteqiyan. Gewdeyê te yî biçûk.
Gewdeyê te ji netewiyayî di ekranê hilnedihatî.
Tu di wijdanê mirovatiyê de, dîmenekî jî dîmenên lanetkirî çêdikir û di valahiya wijdanên xang de wisa hilawistî dimînî.
Xuzî sicûdê (secdayê) dibî.
Tu kesên dibêjin “Em mirov in” mecbûrî sicûd û kemerbestiyê dikî miqabilî îhmalkariyên necêlandî.
Wêneyê te. Wêneyê te jî sorxwînî dibe mizgîn. Resmê te wisa sabît, wisa bikeyskirî, cumle alemê hildibeyine ji oqyanusa xeflete û hiþyar dike ji xewa mirinê.
Kêdaretên te yê fetisandî xeyalên ezebmayî vediherîkirin ser robarê hêviyên netewandî û weke kulîlkên Newrozê yên rengoreng, di destpêka bihareke derenghatî de liba dibin.
Helhelokên ji çavê diya te digindirin dibin xof.
Hêsirên çavê te.
Hêsirên ji çavê te dibarin ne ji tirsan ji hêrsan bûne hêrsa xweîfadenekirina bi awayekî din.
Çi zor e hawarên bênçikandî, parastina bi dilê rût û tazî…
Ew ne rondikên çavê te, yên min bûn. Hêsirên di hinarekên te re rêz dibûn. Vediherikin dilê min î biharê þehitî.
Ya mehdê te digermiçand û dilê te diqurmýçand ne êþ û jana ji jehra kedxwar bû, peydanekirina straneke azadiyê bû. Bindest-ne-xistina payizokeke li ber teqînê.
Lewre, qerîn û nalîn li bejn û bala te nayê. Tu girî bi þanaziyên xwe yên destlêdayî, lê netewandî nadî xwarin.
Pêlên jana axivî, xwe li qeraxê rûmeta te dide û mujê nabe.
Serê te ji nixûndir. Sernixûniya te ne itaet û radestî.
Dutabûna bejna te ne sicûda li ber xwedênenasan. Dilxelîna ji rûçikên zebaniyan e.
Di bejna te ya dutakîrî de, çavê te di birûsin.
Ji çengên te yên badayî dîmenên pergala herîmî çêdibe.
Ji çavên te þewq, ji lêvên te ken, ji dilê te hez û ji rûdêna te þanazî diniqute, vîna dayikên dilþewitî.
Ez, em û em û xîretkêþ, ji hêrsan di kevçiyekî av de dixeniqin, lê tu bixwe hê jî wisa bî þanaziya xwe heft bavê felekê bêminet diki…

Ev nûçe 1257 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Wêje
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.