AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

19 Aralik 2011 08:06
Bi rengekî din Helepçe

Bi rengekî din Helepçe Derhênerê kurd Ekrem Heydo bi fîlmê xwe yê ‘Helepçe’yê li Dubaiyê xelateke navnteweyî wergirt. Heydoyê ku li Amedê li Konservatuara Aram Tîgran dersên sînameyê dide got ku ew xwestiye bi awayekî din Helepçeyê bigire dest

Çetîn ALTUN - AMED

Trajedî, êþ û azarên gelê herî mezin ê li Rojhilata Navîn ango gelê kurd kiþandine û hê jî dikiþîne, di qada hunerî, wêjeyî de zêde nehatiye vegotin. Hê jî êþ û azarên ku gel kiþandine wekî erdekî beyar e. Lê belê hin kar û xebatên ku mitsek be jî vê vlahiyê dabigirin hene. Yek ji wan jî fîlmî derhêner Ekrem Heydo yê li ser Helepçeya þehîd e. Fîlmê derhêner Ekrem Heydo ya bi navê ‘Helepçe Zarokên Wenda’ di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Dubayî de xelata juriyê ya taybet wergirt. Derhêner Heydo der barê pêvayoya çêkirin ango hûnandina fîlmê de diyar kir ku komkujiya Helepçeyê bi êþ û trajediyeke mezin hatiye jiyîn lê wî xwestiye bi rengekî din Helepçeyê bide nîþandan. Ligel êþên hatine jiyîn mirovên Helepçeyê hêviyê didin mirov û jiyana xwe ya rojane didome.
Derhêner Ekrem Heydo li bajarê Serêkaniyê ya baþûrojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li Almanyayê bi dest karê sînemayê kiriye û li wir perwerdeya kamera û derhêneriyê dîtiye. Heydo niha jî li Konservatuara Arama Tîgran a Amedê wekî mamoste perwerdeya sînemayê dide.
Ekrem Heydo anî ziman ku mijara komkujiya Helepçeyê ji aliyê kurdan ve gelek tê zanîn lê der barê mijarê de zêde xebatên hunerî wekî mînak fîlm nehatine kiþandin an jî di hîn fîlman de wekî beþekî cih digire û wiha got: “Min çiqas lêkolînkir dît ku li ser Helepçeyê yan tiþtek nehatiye çêkirin an jî pir kêm tiþt hatine çêkirin. Di salvegera Helepçeyê de bernameyên televîzyonê tên çêkirin lê fîlm zêde nehatine çêkirin. Em dikarin dehan fîlm li ser Helepçeyê bikiþînin.”
Heydo yekem car di sala 2004’an de diçe Helepçeyê û piþtî ku di 2007’an de diçe Helepçeyê biryar dide ku der barê Helepçeyê fîlmekî bikiþîne û bi dest kiþandina fîlmê dike. Helepçe wekî bajar hem di ware erdnîgarî û hem jî gelê Helepçeyê bandorê li ser Heydo dikin. Heydo der barê mebesta kiþandina fîlmê de wiha axivî: “Tiþtê ku ez teþwîqî kiþandina fîlmê kirim wekî gel, wekî cografya ne. Li Helepçeyê mirov hê jî pozîtîf in, jiyana rojane didome. Min digot tiþtên hatiye serê wan hemû xelk þikestiye lê hêviyê didin te.”

WEKÎ SAHNEYA ÞANO
Heydo diyar kir ku xwestiye Helepçeyê bi rengekî din bide nasîn û wiha got: “Dema mirov Silemaniyê diçe bajar wekî sahneya þano bibîne. Min hez kir ew dîmenên min dît bi rengekî din nîþan bidim. Bûyereke bi êþ çêbû lê hê jî li vir xelk dijî. Bi rengekî din Helepçeyê nîþan da, bi rengekî din der û dor nîþan da. Bi rengekî din dîrokê dînêrî. Gelo rewþa wan çawa ye. Min xwest Helepçeya îro nîþan bidim.
Di 2007’an de bi dest kiþandina fîlmê dike lê çîrokeke fîlmê ya xurt nebû. Di komkujiya Helepçeyê de herî zêde çîroka zarokên winda bala wî dikiþîne û windabûna zarokan wekî çîroka fîlmê dijbêre û wiha axivî: “Ev ne mirîne jî, trajediyeke pir mezin e. 300 zarok windabûne lê tu nizanî li ku ne. Birayê wan, diya wan, bavê wan heye. Tu zanî kesek heye lê tu nizanî li ku ye, çi dike çawa dijî.”

ÇÎROKA ELÎ Û FEXRETÎN
Derhêner Heydo di çapemeniyê de nûçeya Elî ku dema komkujiyê de 3 mehî bûye ji bo tedawiyê dibin Îranê, li wir malbatek Elî xwedî derdikeve û piþtî salan Elî vedigere Helepçeyê dixwîne û ev çîrok bala wî dikiþîne. Heydo ji bo fîlmê ji bilî Elî, 5 malbatan re diaxive û di fîlmê de piranî çîroka Elî û malbata mamoste Fexretîn tê vegotin û Heydo der barê amadekariyan wiha axivî: “Mamoste Fexretîn ji bo vegotina çîroka Helepçeyê tercîheke baþ bû. Ji ber ku hem bav bû, hem mamoste bû, hem jî hunermend e hem jî însanekî hunermend bû ku karibe li ser êþên xwe bi min re bipeviye. Herkes nikare wî tiþtî bike.”
Ekrem Heydo da zanîn ku di fîlmê xwe de xwestiye ku kesên fîlmê temaþe dikin kamera wekî çavên wan be û wiha pê de çû: “Min xwest bila kamera pir nêzîkî wan be. Wekî dostekî lê dostekî li paþ wan be, wan aciz neke, wan guhdarî bike. Ji bo çîroka wan nas bike, ji bo wan însanan fêm bike. Çawa dijîn, dema behsa xwe dikin çawa diêþin. Kamerayê ew temaþe dikir, dida du wan.”
Ekrem Heydo bi bîr xist ku fîlmê di Mîhrîcana Dubaiyî de xelat wergirtiye vê xelatê diyariyê gel û zarokên Helepçeyê her wiha diyariyê gelên Sûriyeyê dike.

HELEPÇE BÛYE SEMBOL
Derhêner Heydo diyar kir ku Helepçe ji bo kurdan wekî nimûneyekî ye û bûyera Çelê ku 36 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatibû qetilkirin bi bir xist û wiha got: “Komkujiya Helepçeyê ji bo hemû perçeyên ku kurd lê dijîn bûye sembol. 36 gerîla bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ev jî wekî bûyerekî Helepçeyê ye. Mesele ne hejmar e, her yek jiyanek e, zarokatiya wan çawa bû? Divê em jiyana wan niþan bidin. Sûretê kuþtinê ne pêwîst e em bidin. Ew ne 36 hejmar in, 36 jiyan in.”
Heydo bi lêv kir ku li ser dîroka kurdan zêde fîlm nehatine çêkirin, mînaka fîlmên li ser komkujiya cihûyan hatiye kiþandin da û wiha axivî: “Komkujiya Dêrsimê heye, girtîgeha Amedê heye gelek bûyerên bi vî rengî pir in. Dîroka kurdan di sînemayê de hê nehatiye bi kar anîn. Dikarî 100 fîlmî li ser Helepçeyê, Dêrsimê çêbikî. Li Dêrsimê çîrokên balkêþ hene. Heta niha cihûyan der barê tiþtên hatiye serê wan gelek fîlm kiþandine û her fîlmek jî ya din xweþtir e. Kesekî ne gotiye bes em aciz bûn. Ev dubare nîn e, dubare ew e ku em tenê di salvegera bûyeran de wan bidin û bibêjin ev tiþt bûn.”

Ev nûçe 944 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Çand û Huner
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.