- RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

16 Aralik 2011 07:45
Bi fen û fût cenazeyê Reþîdî defin kirine

Bi fen û fût cenazeyê Reþîdî defin kirine Dozgerê komarê yê Meletiyê bi fen û xapandinê cenazeyê endamê HPG'ê Geylani Reþidi (Sipan Cûdî) defin kir. Dozger ji bavê Geylanî Reþîdî Îmeç Reþidî pirsa "Tu ji bilî Bazîdê tu cihê din qebûl dike?" pirsî. Dozger jî bi fikra ji bilî Bazîdê dibe cihekî nêzî sînor be got "Erê" Li ser vê yekê bêyî ku wecîbeyên olî yên cenazeyê endamê HPG'ê Reþidî pêk bîne ji aliyê peyvirdarê goristanê ve defin kir

Dozgerê komarê yê Meletiyê bi fen û xapandinê cenazeyê endamê HPG'ê Geylani Reþidi (Sipan Cûdî) defin kir. Dozger ji bavê Geylanî Reþîdî Îmeç Reþidî pirsa "Tu ji bilî Bazîdê tu cihê din qebûl dike?" pirsî. Dozger jî bi fikra ji bilî Bazîdê dibe cihekî nêzî sînor be got "Erê" Li ser vê yekê bêyî ku wecîbeyên olî yên cenazeyê endamê HPG'ê Reþidî pêk bîne ji aliyê peyvirdarê goristanê ve defin kir.

Dozgerê Komarê yê Meletiyê bi xapandinê cenazeyê endamê HPG'ê Geylani Reþidî (Sipan Cûdi) yê Îranê defin kir. Dozger daxawznameya "Ji bilî Bazîdê dixwazin zarokê xwe li cihekî din defin bikin" bi bavê endamê HPG'ê Reþîdî Îmeç Reþidî da îmzekirin û ferman da peyvirdarê Goristanê. Ji ber ku Bavê Reþîdî, fikî ku dibe ji bilî Bazîdê cihekî din ê nêzî sînor be daxwazname qebûl kir. Li ser vê yekê bêyî ku wecîbeyên olî yên cenazeyê endamê HPG'ê Reþidî pêk bîne ji aliyê peyvirdarê goristanê ve cenazeyê Reþîdî hate definkirin. Serokê Rêxistina Meletiyê Gaffar Bayram û bavê Reþîdî Îmeç Reþîdî çûn cem dozgeriyê û ji dozgeriyê xwestin ku karê definkirinê rawestînin. Lê dozger diyar kir ku daxwaznameya ku hatiye îmzekirin êdî payve nayê kiþandin.

Piþtî vê yekê rêveberên BDP'ê û bavê Reþîdî Îmeç Reþîdî çûn Morga Goristana Þehîtlîkê ya Meletiyê. Lê rayedarên goristanê û polîsan destûr nedan ku kes biçin ser gorê û tenê destûr dan Îmeç Reþîdî. Peyvirdardên goristanê û polîsan piþt re cenazeyê Reþîdî defin kirin. Beyî ku wecîbeyên olî bi cih bînin cenazeyê Reþîdî bi hîle, fen û xapînokê defin kirin.

Bavê Reþîdî Îmeç Reþîdî bertek nîþanî helwesta dozger da û anî ziman ku dozger lîstik li wî çêkir. Îmeç Reþîdî, da zanîn ku wan serê sibê ji dozger xwestin kucezeyên xwe wergirin, lê dozger daxwaza wan qebûl nekiriye. Me xwest em li Bazîdê defin bikin. Lê ev daxwaza me qebûl nekir. Piþt re got ji bilî Bazîdê cihekîdin dibe? Ez jî fikirîm ku ji bo cihekî nêzîe sînor difikere. Lê ji bo definkirinê behsa Meletiyê nekir. Dozger ez xapandim. Ev bêyî biryara min û daxwaza min pêk hatiye Ez vê yekê qebûl nakim."
Bav Reþîdî, da zanîn ku ev pêkanîna definkirinê li dijî þert û mercên olê îslamê ye û wiha got: "Ez êdî tu tiþtî ji edaleta Tirkiyeyê re nabînim. Kurê min þehîdê kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurdistanê sax be.

TEÞEYA DEFINKIRINÊ DIJÎMIROVAHIYÊ YE

Serokê Rêxistina BD'ê yê Meletiyê Gaffar Bayram jî bertek nîþan da û diyar kir ku ev teþeyê definkirinê li dijî mafên mirovan e. Malbatê xwest wecîbeyên olî pêk bînin û cenaze defin bikin. Lê daxwazên malbatên li ber çavan nehat girtin. Bêyî wecîbeyên olî bi cih bînin cenaze defin kirin. Ev bêhurmetiya li hemberî mirovahiyê ye."MELETÎ-DÎHA

Ev nûçe 1453 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên
» RSS  » Site Map