AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

19 Aralik 2011 08:10
Bask û xweseriya demokratîk

Bask û xweseriya demokratîk Baskên li Îspanyayê ji bo ku mafê xwe yê herî xwezayî bi dest bixin têkoþiyan. Lê ji hêla çeteyên dewletê ve hatin qetilkirin. Ev çeteyên ku xwîna mirovan dirijandin, serkêþiya wê jî GAL’ê dikir. JÎTEM’a tirk jî yek ji van çeteyan e

AMED TÎGRÎS

Çend roj berê min pirtûka Necat Ayaz a bi navê Katalonya dabû naskirin û di mijara Katalonyayê de min dîtin û þîroveyên xwe pêþkêþ kiribû. Ez niha jî dixwazin di vê nivîsa xwe de, vê carê pirtûka Zekîne Turkler a ku li ser doza Baskan bi navê “Pirsgirêka Baskê-Bask Meselesi” nivîsiye bidim nasandin û bi wê re bahsa rewþa xweseriya (otonomiya) baskan bikim. Mijara otonomiya Katalon û Baskan herdu hev temam dikin. Ev herdu berhem mijara xweseriya li Spanyayê (Îspanyayê) zelal û diyar dikin. Bi xwendina van herdu berheman xuyaye ku li ser xweseriyên herêmên Katalon û Baskan hene ji navê radibin.
Pirtûka bi navê “Pirsgirêka Baskê – Dîrokek, Otonomiyek, Pirsgirêkek - Bask Meselesi - Bir Tarih, Bir Otonomi, Bir Sorun” ji aliyê rojnamevan Zekîne Turkerî ve hatiye nivîsandin. Weke ku di navê wê yê orjînal de jî diyar e, pirtûk bi tirkî ye û di sala 2007’an de di nav Weþanên Dîpnotê de deketiye. Pirtûk 304 rûpel û du beþ e: beþê yekem li ser dîrok, erdingarî û têkoþîna baskan agahdarî û zanyarî ne û beþê duyem jî bi serokên partî, endamên hukumeta baskan, dem û dezgehên baskan ên karbidestên xweseriyê re hevpeyvîn in. Welatê baskan bi dîrokî û erdnîgariya xwe ji heft herêmê cuda pêk tê. Niha sê herên di nav tixûbê Fransayê û çar herêm jî ketina nav tixûbên Spanyayê. Belê, bask jî wek katalonan di nav dewletên Spanya û Fransayê de hatine parçekirin. Bi giþtî ji beþê ku Fransayê dagir kiriye re dibêjin bakur û ji beþê ku Îspanyayê dagir kiriye re jî dibêjin baþûrê welatê baskan .

ARMANCA PARÇEKIRINÊ
Li gorî serhejmara giþtî ya 2006’an li baþûrê welatê baskan (li Îspanyayê) nifûsa baskan 2.735.558 û lê bakur (Fransa) jî bi qasî 250.00’î ne. Li aliyê Fransê bask bê statûne û li aliyê Îspanyayê ji sala 1976’an ve statuyeke otonomiya baskan heye. Lê belê statuya otonomiya baskan bi tenê ji bo sê herêmên baskan e. Herêma herî mezin û girîng Navarali derî vê statuya otonomiya baskan hîþtine. Navara otonomeke bi serê xwe ye. Dewleta Îspanyayê îdia dike ku li herêma Navarayê hejmara kastîliyan (spaniyan) ji ya baskan zêdetir e û ji ber vê yekê Navara ne axa baskan e.Li ser vê dîtin û bingehî di sala 1982’yan de Navarayê ji van hersê herêmên baskan cihê kirine û wê kirine otonomiyeke serbixwe. Ji derî otonoma herêma Navara, hersê herêmên otonomên din bi hev ve girêdane û navê Civata Otonomên Baskan (CAV) li van hersê herêman kirine. Ev hersê herêmên otonomon baskan Alava, Gîpûzkoa û Bîzkaîa ne. Bi vê re armanca dewleta îspanyol parçekirina baskan e. Niha di nav bask û dewletê de problema harî mezin doza û rewþa herêma Navarayê ye.

DARA DÎROKÎ
Hilbijartina parlamentoya baskan ji 4 salan carekê dibe. Ji her heremek 25 parlamenter tên hilbijartin. Herweha parlamentoya baskan ji sê herêman ji 75 parlamenteran pêk tê. Ew di nav xwe de hukumet û serokê hukumet û parlamentoyê hildibjêrin. Hikûmet ji serok, du alikarên serok û 19 wezîran pêk tê. Peytexta Civaka Otonomên Baskan bajarê Viktoriayê ye. Li gel wê bajaroka Gernîka jî di dîroka baskan de ciyekî xwe yê girîng û pîroz heye. Ji sala 1452’yan ve li bin dara Gernikayê qiralê baskan civîn li dar xistiye, biryarên ku li bin wê darû meclisa wê demê hatine girtin heta niha tomar kirine û weke dokumentê dîrokî mane. Her sal dema civin çêbûne li bin vê dara dirokî pêk hatine. Niha ji dema parlamentoya baskan vedibe wek sembol li bin heman darê dest bi xebata xwe dike. Ew dar heta niha çend car hiþk bûye û di þûna wê de yeka nû datînin.1

TÊKOÞÎNA ETA YÊ
Dewleta Îspanyayê ji aliyê din ve dibêje:
“Binêrin me ji bo mafê gelan sîstema otonomiyan li Spanyayê avakiriye. Demokrasiya herî pêþketî li Spanyayê ye…”
Lê belê mirov dikare bibêje statuya otonomiyan a herî aloz û xerab li Spanyayê ye. ETA herî zêde li dij sîstema otonomiyan e û bi taybetî jî dijî perçekirina otonoma herêma Navarayê ye. ETA dibêje:
“Di referandûma 1978’an de herêma Navarayê nexistin nav Civaka Herêma Baskan. Lê belê Navara jî axa baskan e. Bi plan û zanebûn Navarayê li derî referandûmê hiþtin. Divê dewleta Îspanyayê ji gelê Navarayê bipirse “hûn dixwazin bi baskan re di nav otonomiyê de bin an na?” Bi vê lîstika siyasî carek din welatê me perçe kirin. Parçekirina Navaranê tu carî naye qebûl kirin. Heta di qanûna bingehîn de guhertin çênebe, otodetermînîzma otonoman qebûl nebe û Navera nekeve nav Civaka Herêmên Otonomên Baskan em ê têkoþîna xwe didomînin…”
Îspanyayê bi zanebûn sîsteman parêzgehan (wîlayetan) avakiriye û Spanyayê kiriye 17 parêzgehên cuda. Rengê eyaletên sexet daye wan. Sistemeke wiha ava kiriye ku pêþî li ber yekitiya netewiya Katalon, Bask û Galîsî û yên din bigire
DESTHILATIYA BURJUVAZIYÊ
Li herêmên baskan ji destpêka otonomiyê heta niha birêvebiya parlamentoyên otonom û þaredariyên baskan di destê partiya burjûvazî ya baskan PNV’ê de ye. ETA û partiya wê ya legal Batasuna ji destpêka otonomiyê ve heta niha di hilbijartinan di rêza sêyem de maye û di birêvebiriya otonoman de cih negirtiye. Carnan jî hilbijartinê protesto kiriye û beþdarî hilbijartina herêma baskan nebûye. ETA û Batasuna partiya Baskan a PNV sûcdar dikin dû îdîda dikin ku: “Heke PNV û partiyên baskan ên din ji destpêkê ve, vê sîstema otonomiya sexte qebûl nekiribana û li gel wan têbikoþana heta niha mafê serxwebûneke otodetarmîsaziyonî ji zû ve girtibûn. Navera jî hatibû nav CAV’ê, PNV ji bo desthilatdariya vê otonomiya sextê bûye hevkar û hevparê hukumeta Madrîdê…”

ÇETEYÊN DEWLETAN ‘GAL’
Li Îspanyayê di dema hikûmeta Partiya Sosyalîst de, di navbera salên 1983-1986’an de ji polîs û jandermeyan bi navê Koma Azadiya Antîterorîst (Gal) bi dizî hatiye avakirin. Taybetiya GAL’ê bi pereyekî pir bi polîs eskerên ku teqawîd bûne li dijî baskan çalakiyên girtin, kuþtin û revandinê didan kirin. Yanî endamên GAL’ê bi xwe ne dikir, lê bi wan didan kirin. Di destpêkê de di nav baskên li Fransayê baskên aktîv digirtin û dibirin Spanyayê û piþtî lêpirsînê dikuþtin. Piþtre li herêmên baskan ên li Spanyayê jî dest bi van karên kontrawarî kirin. Heta sala 1986’an kes bi rêxistineke weha nedizanîbû. Di 1986’an çend endamên GAL’ê li ser kar hatin girtin û rêxistina kontrgerîla eþkera bû. Ji endamên GAL’ê yê ku eþkera bû yek jî polîsê kevn Gonzalez Pacheco bû. Li ser pirsa rojnamevanek Gonzalez Pacheco bi hêrs wiha bersiv dida:2
“Min bi tenê fermanên ku dane min, min bi kar anî. Heke hûn dixwazin hîn bin GAL çi ye, ji aliyê kê ve hatiye avakirin û heta niha çi kiriye, herin ji qiral û wezîrê karê hundir bipirsin.”
Niha li Tirkiyeyê jî weha ye. Ji Mehmet Agar pirsîn ka JÎTEM çi ye? Got “sirekî dewletê ye. Heke ez bibêjîm wê demê dê dewlet serobino bibe, loma nikarim bêjim.” Endamên JÎTEM’ê jî eynî wek vî polîsê GAL’ê bersiv da û got: “Ji hêla dewletê ve ferman dan me û me jî li ser navê wan kir…”

HETA SERKEFTINÊ BERXWEDAN
Gelek balkêþ e ku li Kurdistanê jî di dema serokwezîriya Tansu Çîller de JÎTEM hatiye avakirin û ji sala 1993’yan bi þûn ve dest bi “kuþtinên kiryar nediyar” kiriye. Wiha xuya dike ku dewleta tirk ne tiþtên baþ, lê tiþtên xerab piþtî 10 salan li Îspanyayê hîn bûye û li Kurdistanê bi kar anîne. Kê dizane ka berî ku JÝTEM dest bi çalakiyan kujerî bike çend car endamên xwe þandina Îspanyayê ku der barê rêxistin û çalakiyên GAL’ê de çi hêlî perwerde dîtine. Encax Xwedê dizane û dest bi xwînên wekî Suleyman Demîrel, Tansu Çîller û Mehmet Agar dizanin ku ew di salên 1990’î de çi derd û elem bi gelê kurd dane kiþandin. JÎTEM’a ku wan avakirbû Kurdistanê kirin wekî goristaneke bê keleber.
Li gorî statîstikên salên1998 û 2001’ê li herêma Civata Baskan di nav partiyan de hejmara deng û parlamenteran ji ber ku makeqanûna Îspanyayê antîdemokratîk e û xwe li ser berjewendiyên Îspanyayê avakiriye jî li gorî derfetên heyî diguhere.

MAKEQANÛNA HEYÎ
Serçavî û bingehê pirsgirêkên di navbera gelên bask û îspaniyan ji qanûna bingehîn a Îspanyayê ya antîdemokratîk tê. Hemû partiyên baskan dema ji hikûmeta navendî re pêþniyazeke guhertinê dikin an dibin, partiyên îspanî an jî hukumet statuya otonomiyê dide pêþ wan û dibêje:
“Ev li dij qanûna otonomî û qanûna bingehî ya Spanyayê ye. Ev pêþniyaza we yekitiya netewî û axa Spanyayê perçe dike û êdî em nikarin careke din di destûra otonomiyande guhertin çêbikin.”

SÎSTEMA OTONOMIYÊ
Bi kurtî hemû partiyên baskan qîma xwe bi statuya sîstema otonomiya heyî nayînin û hertim daxwaz û israr dikin ku heta ew mafê otodetermînasyonê bi dest nexin, dê têkoþîna xwe bidomînin. Dewleta Spanyayê qanûna xwe ya bingehîn kiriye weke toqa lanetê û xistiye stuyên partiyên katalon, bask, galîsî û mînorîtên din.
Hemû partiyên dewletê bi hev re li herêma Civata Otonomiya Baskan ji sedî 40’ê dengan û li herêma otonomiya Navarayê jî, ji sedî 80’ê dengan digirin. Partiyên dewleta navendî li ser hejmara van dengan xwe li herêmên otonom mafdar dibînin û dibêjin:
“Baskî li gel me ne û ev xweseriya ku heye ne kêm e, heta zêde ye…” Bi vê vegotinê bi xwe jî diyar e azadiyê bi sînor dikin.

1 Zekine Turkerî, Pirsgirêka Baskan R. 178
2 Zekine Turkerî, Pirsgirêka Baskê R. 97

Ev nûçe 2290 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Forum
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.