- RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

30 Mart 2012 08:34
Balefirên þer nikaribûn coþa Newrozê vemirînin

Balefirên þer nikaribûn coþa Newrozê vemirînin Ji bo ku em jî xwe bigihînin qada Newrozê, em jî bi komeke gerîla re çiya bi çiya dimeþin. Li gelek ciha me avên mezin qut kir û me berê xwe da lûtkeyên çiya, yên herî bilind

HINDISTAN PENABER


Þeva 21’ê Adarê çîksayî bû. Ji derveyî hîva kevan û Gelawêja rûgeþ a aso, hîna stêran xemla xwe bi ser rûyê asîmanan de winda nekiribû. Lê ji derveyî baya ku ji lûtkeyên çiyan xwe ber dida nava pêtên agirê ku di giyanê gerîla de geþ bûye. Ew coþa Newroza ku ji ruhê milyonek Amedî hatî girtin, di giyanê gerîla de bi leza rayê xwînê ketibû nava liv û tevgerê. Çirûskên hîva kevan weke þewqa banuya þevan, xwe li meþa berbangê ya gerîlayan dipêça. Weke her carê gerîla kom bikom, yekîne bi yekîne, tîm bi tîm berbi cihê pîrozbahiyê de diherikîn.
Wê rojê hîv, roj, gerîla, çiya, ronahiyê ji bedenên hevdu diafirandin. Ji ber kele kela di dilê wan hemûyan de, bi yek newayî diavêt. Di bîr û hiþên me de tenê wêneyê Newrozê hebû. Em di wê kelecanê debûn ka bê em ê li rastî kîjan gerîlayan werin û wê çiqasî gerîla li qada Newrozê kom bibin? Ji ber me li kîjan aliyê xwe dinêrî, gerîla diherikîn.
Piþtî gotinên hukumet û dewleta Tirk yên ku dibêje; ‘‘gerîla li çiya nemane û edî du gerîla jî nikarin werin gel hev’’, ji bo ku gerîla Newrozê pîroz bikin, wê rojê 2 sed gerîla kom bibûn.
Weke hemû gerîlayan maceraya me ya bi gerîlayan re jî, bi derbaz kirina çiyan re meþa me didomiya. Her ku em dimeþîn, em bi dîmenên xwezayê yên bedew re rû bi rû dihatin. Ev dîmen jî, dilê her gerîlayekî zindî dihêla, bitevger dihêla û serfiraz dihêla. Di hem wext de me jî bextewarî û aramiyekî mezin ji vê bedewiyê digirt.
Ji bo ku em jî xwe bigihînin qada pîrozbahiya Newrozê, em jî bi komeke gerîla re çiya bi çiya dimeþîn. Li gelek ciha me avên mezin qut kir û me berê xwe da lûtkeyên çiya, yên herî bilind. Bi westandinekê mezin piþtî me xwe gihand lûtkeyê, bi qasî nîv saetê jî em di nava berfînan de meþîn. Lê ne tenê berfîn, her wisa ji bêhna zêde ya Nêrgiz, Beybûn û Sosinan henase li mirovan diçikî.
Her gerîlayekî ku bi mere rêwîtî dikir, bi coþa Newrozê di nava liv û tevgerê debû. Dilê me hemûyan gelek zindibû. Weke agirê ku li nava pîroziya çiya vêketî, mîna quntarên çiyayên ku bi bêhna azadiyê xwe þuþtî.
Roj, ew roj bû. Roja nû, yanî Newroz. Di saetên sibehê de bi awayekê giþtî hemû gerîla li cihê qada Newrozê kombûn. Berê ku bernameya ji bo Newrozê hatî amede kirin destpê bike, bergira ku rewþeke êrîþê derbikeve ji aliyê qumîta amedekar de hatibû girtin û hemû gerîla ji vê hatibûn hiþyar kirin. Hem bi coþa Newrozê gerîla dest bi rojê kir û hem jî li himberî hemû êrîþên ku werin li darxistin, gerîla bi hemu awayî bi bergir bûn.
Piþtî ku gerîla hemû li qadên Newrozê kombûn, bi qasî ji dilê wan hat hevdu himêz kirin û bi coþa dilê xwe cejna rêhevalên xwe pîroz kirin. Di vê rojê de gelek gerîlayên ku bi salan bû hevdû nedîtibûn, bêrî kirina xwe bi coþa newrozê re parve kirin. Li ser bedewiya xwezaya rengîn, vê carê germahiya rêhevaltiyeke dilsoz serwer dibû li ser coþa Newrozê.
Piþtî pîrozbahî û silavekê germ ya ji bo gerîlayan, di destpêka rojê de newroz bi merasîmeke leþkerî hate destpê kirin. Piþtî merasîma leþkerî bidawî bû, fermandarê biryargeha navendî ya HPG’ê li ser girîngiya Newroz û pêvajoyê ji gerîlayan re civînekê li darxist.
Piþtî civîn bi dawî bû, hemû gerîla bi awayekê rêk û pêk, bi rêz berbi dika þahiyê ve birêketin. Vê carê coþa Newrozê hîn bêhtir kete astekê bilindtir. Ji ber piþtî þahiyê gerîla wê bi hevre serkêþiya govenda azadiyê bigirtana.
Her hêzekê gerîla li aliyekê bicih bû û þahî destpê kir. Kêlî ew kêlî bû ku mirov digot qey kokên azadiyê ji nû ve di malzaroya xakên mezrabotan de þîn tên. Ji ber gerîla her roj bi vê coþê þax didan û mezin dibûn. Bi dengê koroya gerîlayên deng xweþ re, çiya bi lorînên azadiyê serê xwe radikirin. Lê ka binêrin li bedewiya gerîlayên jin, her gerîlayeke jin porên xwe yên zêrîn berbi hewaya zozanan ve berdidin û bi qasî ji dilê wan dihat, bi awayekî azad coþa xwe ya vê rojê bi lêv dikirin. Kevana Zêrîn av didan û li ser sîngê çiya ji nû ve jînê vedijînin.
Þahî bi bernameyeke dewlemend ya ji koro, folklor, þano, skêç, solo hatibû amede kirin. Piþtî ku hemû bername hate pêþkêþ kirin, êdî gerîla dest bi govenda azadiyê kirin. Bi ruhê serkeftin û serfiraziyê komeke gerîla di govendê de stran dibêjin û komeke jî lê vedigerînin. Çiqasî ji guhê mirovan re xweþ dihat dengê gerîlayên ku vedida gelî û newalên kûr. Bi coþekê mezin êdî dawiya þahiyê bû. Piþtî ku govendeke mezin ji aliyê gerîlayan de hate girtin, me ji niþka ve dît ku balafirên þer yên Artêþa Tirk li ser serê mere derbaz bû. Ji ber gerîla berê ji vê hatibû hiþyar kirin, her gerîlayekê bi wê disiplînê tevgerî û hemû gerîla ji cihê þahiyê belavbû. Kom bi kom gerîla li quntarên çiyan û li binê daran bi cih bûn. Lê cardin jî ti tiþt nekarî bû coþa ku di dilê gerîla de dihate jiyan kirin vemirîne. Ji ber îro di çiyayên Kurdistanê de bi hemû awayî gerîla tekoþîneke tûj û dijwar dide meþandin. Li himberî hemû bûyerên ku bi qewimîn jî gerîla lê þarezane û dikarî bûn li gorî wê jî bergira xwe bigrin.
Piþtî ku întîþar bidawî bû, cardin jî gerîla bi diruþmeyan her komek ji aliyekê de hatin cihê pîrozbahiyê. Êdî bername bi dawî bibû. Di ruhê gerîla de hem coþa Newrozê hebû û hem jî gumana ku careke din van rêhevalên xwe nebînin. Li aliyekê gerîla lêvbiken bûn, li aliyê din jî, çav û qirik kele girî bû. Vê carê jî hemû gerîla ketin rêzê û xatirê xwe yê jihev veqetînê xwestin. Kî dizanî ka bê kîjan gerîla bi kîjan cihî de çû? Yan jî kî dizane ka bê ev gerîla wê careke din hevdu bibînin, an na?

Ev nûçe 2328 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên
» RSS  » Site Map