Projeya "Dîwan-a Dubeytî" ya ku ji beytên Baba Tahîrî Uryan ji aliyê hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve bi xebateke kolektîf a 7 mehan hat amadekirin piþrî gera xwe ya li bakurê Kurdiatanê vêca jî berê xwe dide Stenbolê.
Muzîkjen, þanoger û ritimvanên NÇM encama xebata xwe ya 7 mehan projeya ji Dîwan-a Dubeytî” ya ji çarikên Baba Tahirê Uryan pêk tê, yekem car dê li Stenbolê dixînin pêþberî bîner û temaþevanan.
XEBATEKE KOLEKTÎF
Xebata ku ji muzîk, helbest û govendê pêk tê, li bakurê Kurdistanê di serî de li Amed, Mêrdîn û Qoserê li gelek bajar û navçeyan hat pêþandan. Dîwan-a Dubeytî ji aliyê gel ve jî gelek hat ecibandin.
Projeyên wisa ku bi xebatên kolektîf tên afirandin her çiqas kêm bin jî dema ku wekî performans derdivein ser dikê mirov tahm û çêjeke bê hempa ji wan digire. Projeya NÇM’ê jî mirov dikare yek ji van projeyên tahm xweþ binirxîne. Piþtî pêþandana vê xebata hêja ya li Kurdistanê ev cara pêþîn e îcar li Stenbolê dê ji hunerhezan re were pêþkêþkirin.
Konsera pêþîn a li Stenbolê roja 22'yê cotmehê roja þemiyê saet di 20.00'an de li 'Su Gosterî Sanatlari Salonu-Hola Hunerên dîtbarî yên Av ' dê were pêþandan. Ev xebata mînak û kolektîf a hunermendên NÇM’ê ji nava hemû berhemên Baba Tahirê Uryan piþtî hilbijartineke hûr û dûr yek bi yek hatin bijartin. xebat ji 13 helbestên Baba Tahirê Uryan pêk tê. Ahmet Tîgrîl serastkirin û çêkirina newayan girtiye ser mil, di vokalê de Nûrcan Degîrmencî, her wisa Meral Tekçî û Zelal Gokçe bar girtine ser milên xwe. her wisa ji beþa govendê yua NÇM'ê Serhat Erkural û Serhat Ertuna jî alîkariyê dikin. Yeþîm Coþkûn jî hêla wê ya kareografîk a govendê daye ser milê xwe. Di beþa enstrumanê dejî Bêrîvan Ayaz, Sabir Erdînç, Ahmet Tirgil, Murat Çolak, Olcay Bozkurt û Hogir Goregen cî digirin. STENBOL - ANF
Ev nûçe 1190 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>