BDP’ê li hemberî operasyonên ku li dijî çapemeniya kurd pêk hatin bertekên tund nîþan da. BDP’ê bang li hemû kesên ku azadiya çapemeniyê diparêzin kir ku li hemberî van zext, êrîþ, girtinên li dijî çapemeniyê û derbekirina maf û azadiya wergirtina nûçeyan helwest bigirin.
Berpirsa Weþan û Çapemeniyê û Alîkara Hevseroka BDP’ê Fîlîz Koçalî diyar kir ku di serdegirtinên li dijî çapemeniya azad û binçavkirinan û wiha got: “Di hedefa îro (duh) ya operasyonên jêr navê KCK’ê tên bipêþxistin de çapemenî hebû. Êrîþa dawî ya AKP’ê ne tenê li dijî çapemeniyê ye, di heman demê de li dijî mafê wergirtina nûçeyan e jî, lewre li dijî hemû civak û gelan e. AKP naxwaze rastî û heqîqet bên nivîsandin û bên zanîn.”
Fîlîz Koçalî diyarkir ku li dijî rojnamegeran polîtîkayên bêzarkirin û girtinê tê peþxistin û wiha got: “Vê bi êrîþên dawî yên AKP’ê re di warê azadiya çapemeniyê ya asta welatên dinyayê hê ber bi paþtir biçe.” Koçalî diyarkir ku ev operasyon bi fermana Erdogan pêk hatiye lê tu caran heqîqet nayê bedêngkirin û îro jî girtin nikarin heqîqetê bêdeng bikin. Koçalî bang li hemû kesên ku azadiya çapemeniyê diparêzin dikin ku li hemberî van zext, êrîþ, girtinên li dijî çapemeniyê û derbekirina maf û azadiya wergirtina nûçeyan bibin xwedan helwest. ENQERE
Ev nûçe 327 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>