Parlementerên BDP’ê Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder, Nursel Aydoðan, Adil Kurt, Sirri Sakik, Sebahat Tuncel û Mulkiye Birtane ji bo piþtevaniyê buroya DÎHA’yê ya Enqereyê ziyaret kirin. Dema ku parlementer hatin hêj li buroyê lêgerin didomiya. Parlementer ligel lêgerînê derbasî buroyê bûn, nêzî nîv saet li wir man. Parlementer û Gerinendeyê Giþtî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol dema derketinê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gerinendeyê Giþtî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol axivî û diyar kir ku îro darbeyek din li azadiya çapemeniyê xistin. Aykol, da zanin ku bi taybetî navend weke DÎHA lig elek bajaran serdagirtinên hem dem pêk hatin. Aykol diyar kir ku gelek kes hatine binçavkirin û lêgerin hêj didomin. Aykol destniþan kir ku berê rojname dihat bombekirin û mihurkirin û wiha pê de çû: “Îro jî bi ser buroyên me girtin. Ew dibêjin qey dê encam bigirin lê þaþ in. Berê bi rêbazên cuda encam negirtin îro qet û qet nagirin.Ev ne pêkan e. Li buroyan hemû tiþtan desteserkirin em nikarin bixebitin.” Aykol bangî çapemeniyê kir ku piþtkiriyê bidin DÎHA û Ozgur Gundemê.
Piþtî Aykol parlementerê Mersînê Ertugrul Kurkçu daxuyaniyek da. Kurkçu diyar kir ku piþtevaniya DÎHA’yê dikin û kesên ku dixwazin bi van êriþan encam bigirin bila bizanibin ku ew þaþ in. Kurkçu da zanin ku ev ne pêkan e û wiha got: “Dixwazin gelek bêdeng bikin gelek bigirin. Bi ser rojnamegere, sendikavan û siyasetmedarên gel ve diçin. Em dizanin ku dê ev zilm li cihekê bê sekinandin. Di 1990'an de jî bi kuþtinan hatin. Çi bû ka encam girtin? 20 sal berê ez li rojnameya Ozgur Gundemê dixebitîm wê demê jî zextên wisa hebûn îro j îlê îro em bi hêztir in. Ev rewþ diþibe efsaneya Sisyfosê. Ev efsane didome. Em kevir dibin serê çiya disa digindire. Lê em ê dev jê bernedin.” Kurkçu da zanin ku dê dev ji têkoþînê bernedin.
TGC: Bila zext û binçavkirin bi dawî bibin
Lijneya Rêveberiya Cemaeta Rojnamevanên Tirkiyeyê jî di axaftina xwe de destnîþankir ku li ser azadiya ramanê û li ser nûçeyên bê alî her ku diçe zext û zordarî zêde dibe. Di daxuyaniyê de bal kiþandin ser operasyonê li Stenbol û Enqerê û hat gotin ku dîsa di serdagirtanande rojnamevan û nûçegîhan hatine binçavkirin û ev tiþt hat gotin: “Li Tirkiyeyê li hemberî azadiya çapemeniyê, li hemberî azadiya remanê, tirseke ku li tu dera demokrasiya hemdem de nayê dîtin li ser çapemeniyê tê meþandin. Li ser çapemeniya muxalîf, li ser nivîskarên muxalîf û li ser çapemeniya sosyalîst a dijberê îktîdarê zextên bê hiqûqî tên meþandin. Dixwazin sansur û otosansurê li ser çapemeniyê ferzbikin. Ankara rayedarên îktidarê nikare rastiya 60 rojnamevanê di girtîgehê de veþêre. Em wek TGC’ê dixwazin ku pêþketina çapemeniya bila darêza ceza û Qanuna Tekoþîna li dijî Terorê ya 6 û 7 an bê guhertin.”
Nuray Mert: bila her kes dijberiya xwe bide nîþan
Nivîskar Nuray Mert da zanîn ku di serî de heta niha me gelek caran ev operasyon rexne kirine û wiha dom kir: “Ji dema derbasbûyî zêdetir zext û zordarî tên kirin. Bertekên piçûk tu çareseriyê nadin, kê dibe bila bibe, em ban her kesî dikin çi derodorê domokrat, çi rêxistinê sivîl ê civakê, kê xwe re divê ez demokratim bila li hemberî vê hovîtiyê dengê xwe bilind ke. Ev bê dengî dê heta ku bidome, wê kêngê derê, hetan niha piþtgiriya ku bi awayekî xurt nehatiye kirin di demek kurt de li herderî bela be. Ev jî rastiya demokrasiyê ye.”
Ev nûçe 705 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>