AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

22 Aralik 2011 07:43
Artêsa Tirk sivîlek kust

Artêsa Tirk sivîlek kust Li gundê Derceme yê bajaroka Stîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê sivîlek ji aliyê leþkeran ve hat kuþtin. Waliyê Mêrdînê Turhan Ayvaz diyar kir ku leþkeran bi þaþî sivîlek kuþtiye û sivîlek jî birîndar kirine

Li Tirkiyeyê êdî mirov kuþtin bûye hûner. Li vî welatî mirovan dikujin, komkujiyan pêk tînin piþtre radibin û dibêjin ‘biborînin’. Gelo em ê çi biborînin? Mirov kuþtin ev qas hêsan be em ê ji bo çi biborînin. Leþkerên li çoltarê gundê Derceme ya bajaroka Stîlîlê ya Nisêbînê derketin operasyonê 2 gundî gulebaran kirin.
Di gulebaranê de Yusuf Akin (38) ê bavê 5 zarokan jiyana xwe ji dest da û kesekî jî bi giranî birîndar bû. Waliyê Mêrdînê Turhan Ayvaz jî wekî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo komkujiya Dêrsimê lêborîn xwest, walî jî diyar kir ku leþkerên wan sivîlan bi þaþî gulebaran kirine.
Li gundê Derceme yê bajaroka Stîlîlê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 2 gundiyên karên tesîsata avê dikirin rastî gulebarana leþkaran hatin. Di encama gulebaranê de Yusuf Akin ê 38 salî yê bavê 5 zarokan ê ku bi giranî birîndar bû li Nexweþxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Mehmet Eren (48) ê birîndar bû jî li Nexweþxaneya Dewletê ya Mêrdînê tê dermankirin. Waliyê Mêrdînê Turhan Ayvaz têkildarî mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku bûyer ji aliyê leþkerên derketin operasyonê ve pêk hat.

‘NIZANIBÛN SIVÎL IN’
Walî Ayvaz, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku demekî kin pevçûn derket û wiha got: “Di vê demê de kesên piþtre hatin zanîn xebatkarên tesîsata avê dikin û di destê wan de boruyên sêgoþe hene wekî çekên hatin hesibandin. Ji ber vê yekê leþkeran gule berdan û Yusuf Akin ji serê xwe bi giranî birîndar bû û Mehmet Eren jî ber guleyan birîndar bû.” Walî Ayvaz, anî ziman ku leþkeran bi zanebûn gule bernedan û têkildarî bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. Hevserokê BDP’a Mêrdînê Þaban Karakaþ têkildarî bûyerê der axivî. Karakaþ, diyar kir ku bûyer li ser îxbara leþkeran girt pêk hat. Karakaþ, anî ziman ku Yusuf Akin ji gundê Gulluyê bû û Mehmet Eren jî ji gundê Heybeliyê bû û wihga got: “Piþtî pirsgirêka ceryanê ya malê çareser kirin ji malê veqetiyan. Piþtî wesayît bi rê ket wesayît ji aliyê leþkerên kemîn danîn ve hate gulebarankirin. Cenazeyê Yusuf Akin ê birin Saziya Tipa Adlî ya Amedê.”
Birayê Yusuf Akin Mahmut Akin diyar kir ku birayê wî di encama gulebarana leþkeran de jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye. Akin got; “Piþtî ku gule li birayê min reþandin, min xwest ez alîkariya birayê xwe bikim, lê leþkeran nehiþtin ez biçim gel wî. Zavayê Akin Halîl Akin jî li hemberî bûyerê nerazîbûn nîþan da û pirsên; gelo dê kî hesabê vê qetlîamê bide? Ev hovitî dê heta kengî bidome? Ma êdî dema bidawîkirina zordariyê nehatiye? Gelo qey rêveberî di xew de ye?” kirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan Parêzer Serdar Çelebî ku ji bo karûbarên otopsiyê hat nexweþxaneyê û diyar kir ku gule ji mesafeyeke nêz de li Akin ketiye û got; “Mixabin ev yek ne bi gotinên wekî; qeza ye û ne jî bi gotinên wekî; di encama îxmalekê de pêk hatiye de dê bên vegotin. Êdî divê ev yek aþkera bibe. Dixwazin ser bûyerên bi vî rengî bigirin.”
Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê jî rapora der heqê bûyerê de amade kiriye aþkera kir. Heyeta ku ji Serokê Þaxê Parêzer Erdal Kuzu, rêveberên þaxê parêzer Huseyîn Cangîr, parêzer Faruk Yîgît û Parêzer Kamuran Tanhan pêk dihat li cihê bûyerê lêkolîn kirin û bi þahidan re hevdîtin pêk anîn. Rapora ku di encama lêkolînê de hate amadekirin hat aþkerakirin. Di raporê de hat destnîþankirin ku înfazeke bê daraz pêk hatiye. MÊRDÎN - DÎHA

Ev nûçe 358 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Nûçe
Nivîskar »
1

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.