AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

03 Ekim 2011 08:20
Amed demsala payîzê bi hunerê pêþwazî dike

Amed demsala payîzê bi hunerê pêþwazî dike Amed bi hatina meha cotmehê re ji berhemên çandî û hunerî re dê bibêje merheba. Amediyan tevahî dema havînê bi konser û mîhrîcanên ku li derve pêk tên derbas kir

Amed bi hatina meha cotmehê re ji berhemên çandî û hunerî re dê bibêje merheba. Amediyan tevahî dema havînê bi konser û mîhrîcanên ku li derve pêk tên derbas kir. Bi hatina payîzê û di dest pêka cotmehê de amedî dê bi xebatên salonan xwe bigihînin hev û xwe ji hunerê têr bikin.
Akademiya Cegerxwînê ku bi xebatên çandî, hunerî û wêjeyi alternatîf diafrîne di sala xwe ya dûyemîn de dest pêka Cotmehê de atolyeyên nû vedike û ji pêþengehan re jî malovaniyê dike. Navend, bi pêþengeha wênesaz û nûçegîhanê DÎHA'yê Ferhat Arslan heta 8'ê Cotmehê li benda hezkirîyên hunerê ye. Weqfa Çandî û Hunerî ya Amedê (DKSV) jî bi 30 xwendevanên nû dê bikeve xebateke ku 2 meh berdawam bike. Weqfa Çandî, her hefte dê derhênerekî ku tê nasîn bîne Amedê û derhêner jî dê cerebayên xwe bi xwendevanên sînemayê re parve bike. Di destpêka meha Cotmehê de derhêner Semîh Kaplanoglu dê were Weqfê.
‘Þanoya Bajarê Mezin a Amedê’ ku bi 18 hunermendan ji 1993’yan heta niha xebatên xwe dimeþîne jî dê 7’ê Cotmehê bi lîstika ‘Qeyd’ dê galaya xwe pêk bîne. Þanoya Dewletê ya Amedê jî du lîstikên Orhan Asena digihîne hev û lîstika ‘Kurê Qertela Spî Gilgamêþ’ ji temaþevanên þanoyê re amade dike. Gilgamêþ'’ê ku di mîtolojîya Sumeran de cih digre bi derhêneriya Tamer Levent di 6’ê Cotmehê li Dik’a Þanoya Dewletê ya Amedê bi hezkirîyên þanoyê re dê xwe bigihîne hev. Bi vî awayî ‘Hunera payîzê’ û ‘Sînema’ jî li Amedê bi du fîlmên nû li benda temaþevana ye. Çîroka ‘Sîmba’ ya ku di fîlma ‘Þêrê Þah’(Aslan Kral) derbas dibe û dixwaze bibe þêrekî mezin û kral bi alternatîfa 3D li benda hezkiryên anîmasyonê ye. Her wiha temaþevanên ku ji fîlmên tirsê jî hez dikin, dikarin biçin fîlmê ‘Muhurlu Koþk’. fîlmê ‘Muhurlu Koþk’; de, komeke ku ji polîsan direve û xwe di maleke bî cin û perî de vediþêre dest pê dike çîroka fîlmê koma ku di nav malê de bi cin û periyan re dikeve tekoþîna hebûn û tûnebûnê. AMED - DÎHA

Ev nûçe 1232 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Çand û Huner
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.