Di nimêjên înê yên sivîl de vê heftê jî bi hezaran kesî li pey melleyên xwe ref girtin. Melleyên ku di nimêjên înê de waez dan, diyar kirin ku li herêmê bi armanca biþaftinê gelek melle hatine erkdarkirin. Melleyan anîn ziman ku divê dewlet destê xwe ji qada olê vekiþîne û gotin; ew ne mecbûrin ku kesên neheqiyê dikin guhdar bikin.
Nimêja înê ya li Êlihê vê heftê jî li baxçeyê çay ya þaredariya Êlihê hat edakirin. Bi sedan kesên ku tevli nimêjê bûn serdegirtinên þaredariyên Êlih û Misircê þermezar kirin. Di daxuyaniya ku hate dayîn de jî hat gotin ku serdegirtinên li Êlihê bêtehemûliya li hemberî coþa mitîngê nîþan dide û soza bilindkirina têkoþînê hat dayîn.
Rêvebir û Endamên Rêxistina BDP'ê jî di nav de bi sedan kes tevli nimêja înê ya Þirnexê bûn. Melle Seîd Îdîn di nimêjê de waez da û bal kiþand li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê. Piþtî xutbeyê bi sedan kesî ji nimêja sivîl ref girtin. Li navça Cizîra Þirnexê jî bi hezaran kesên li ber BDP'a navçê lihev civiyan nimêja înê eda kirin. Nimêja sivîl a li Silopiyê jî rêveberên BDP'ê jî di nav de bi tevlibûna sedan kesî hat edakirin. Melle Hesenê Spîndorkî li vê derê xutbeya bi kurdî xwend û got; divê di nav gelan de biratî bê þînkirin. Weaz piþtî xutbeya hate xwendin bi edakirina nimêja înê bidawî bû.
Li Sêrtê jî tevî hewaya sar û seqem bi sedan kesên li xeraca þaredariyê lihev civiyan nimêja sivîl eda kirin. Welatiyan piþtî weaza hate dayîn û xutbeya hate xwendin ji bo nimêja înê ref girtin. Li navça Misirca Sêrtê jî ji ber serdegirtinên þaredarî û malan vê heftê nehatin edakirin.
Li Rihayê jî nimêja înê ya vê heftê li dikana vala ya rex avahiya BDP'ê hate edakirin. Welatiyên ku li ser sicadeyên bi xwe re anîne nimêj kirin neheqiya li hemberî gelê kurd tê kirin þermezar kirin. Nimêja Înê ya li navça Serêkaniya Rihayê jî li avahiya BDP'a navçê hat kirin.
Yek ji cihên ku her zêde ji bo nimêjên înê eleqe tê nîþandan jî Amed e. Li qada Deriyê çiyê bi sedan Amediyên lihev civiyan ji bo nimêja sivîl ref girtin. Di nimêja ku melletiya wê Mehmet Emînoglu dike de xutbeya vê heftê ji aliyê Melle Suleyman Ekîncî ve hat xwendin. Emînoglu piþtî nimêjê xîtabî girsê kir û got; serokwezîrê Tirkiyê Erdogan qetla jinên kurd û zarokên kurd helal kiriye. Ev yek dijî misilmaniyê ye.Li Farqînê jî bi tevlibûna bi sedan kesî li mala þînê ya navendî nimêja înê hat edakirin
Li Qoserê jî bi sedan kesên li mala gel a þêx Davut civiyan ji bo nimêja înê ref girtin. Endamê MEYA-DER'ê Melle Mesut Çelîk beriya nimêjê weaz da û got; yên destûra xutbeya sivîl nadin dirûtiyê dikin. Gelek kesên li parka 100. Yila Nisêbîna Mêrdînê civiyan nimêja înê eda kirin. Mele Huseynê Botî li vê derê axivî û got; em ê nebin melleyên AKP'ê. Em ê bibin melleyên gelê xwe. Cemeeta Gulen û hikûmeta AKP'ê bi hewldanên kadrokirinê dixwaze me û gel jihev veqetîne. Em ê neyên van lîstokan. piþtî xutbeya hat xwendin bi sedan kesî ji bo nimêjê ref girtin.
Li Colemêrgê jî ji ber hewayê sar û seqemê nimêja înê li avahiya BDP'a bajêr hat edakirin. Tevî serokê BDP'a bajêr M. Siddik Yildirim û Rêvebirên BDP'ê gelek kes tevli nimêjê bûn. Piþtî weaz hate dayîn û xutbe hate xwendin, nimêj hat edakirin. AMED - DÎHA
Ev nûçe 380 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>