NAVENDA NÛÇEYAN - AMED
Cenazeyên HPG’iyên ji rojhilatê Kurdistanê yên ku li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn hêj teslîmî malbatên wan nekirine. Ji ber ku dozgeriyê got ‘Ez cenazeyan nadim û destûr nadim ku li derveyê Meletiyê bê definkirin malbatan diyar kir ku ew heta cenazeyan negirin dê ji Meletiyê dernekevin. Piþtî ku Dozgerê Komarê cenazeyê endamê HPG’ê Geylanî Reþîdî (Sîpan Cûdî) bi hîleyan defin kir rêvebirên BDP’a Amedê û MEYA-DER’ê li ber avahiya BDP’a Amedê kom bûn û çûn Meletiyê.
Malbatên ku ji Amedê çûn diyar kirin ku ew ê li cenazeyan xwedî derkevin. Dayika bi navê Fatma Ateþ diyar kir ku tu ol, tu hiquq û tu kes van pêkanînên hikûmeta AKP’ê qebûl nake. Ateþ der barê rewþê de wiha got: “Li ku derê hatiye dîtin ku cenaze 2 meh nehatiye definkirin. Ma ne di ola îslamiyetê de dibêjin dema ku kesek mir rasterast defin bikin nehêlin serê sibehê jî, guhenên wan dikevin stûye mirovan. Lê em dinêrin ev hikûmeta ku dibêje ez misilman im, tiþtên ku kafir jî nakin ew dike. Em vê misilmantiyê, vê edaletê qebûl nakin. Em dinêrin hin serokên xeyrîmislim in, lê edaleta wan heye. Lê li Tirkiyeyê li vê hikûmetê ne qanûn heye, ne hiquq heye, ne ol heye û ne jî mirovatî heye, tiþtek tune.”
Ateþ diyar kir ku cenazeyan nadin malbatan û wiha pê de çû: “Çima cenazeyan teslîmî dayik û bavan nakin, dibin hema ku der bi ber wan bikeve defindikin. Ji xwe zarokên me dikujin ev kulek mezin e, lê cenazeyan nadin ev wehþetek e. Yanî ew dayik û bav dixwazin gorek zarokên wan hebe ku herin lê ev jî pir tê dîtin. Ev bi salan e bi çekên kîmyewî û qedexekirî zarokên me dikujin, lê hûn çi ji cenazeyên wan dixwazin? Ne qanûnê wan heye ne ola wan heye û ne jî îmana wan heye.”
Welatiyê bi navê Tahsîn Sevîm ku ji bo hewldanên cenazewergirtinê bi heyetê re çû Meletiyê jî diyar kir ku nedana cenazeyan li hemberî kurdan heqaret e. Sevîm destnîþan kir ku ev 2 meh e cenazeyên zarokên kurd nadin malbatan.
Sevîm vê rewþê þermezar kir û wiha got: “Malbat tenê dixwazin bi awayekî mirovahî cenazeyên zarokên xwe defin bikin. Li cîhanê zilmek wisa nehatiye dîtin, nasnameya, çanda, zimanê hemû gelan serbest e. Lê yê kurdan bi her awayî bindest e di bin zilmek nedîtiye. Heta dawî em ê li pey zarokên xwe bin heta mirinê emê xwedî li þehidên xwe derkevin.”
Sevîm da zanîn ku armanca nedayîna cenazeyan tenê heqaretkirin ali kurdan e. Sevîm balkiþand ser cenazeyên bi dek û dolaban hatin definkirin û wiha got: “Tenê dixwazin bi vê yekê kurdan biçûk bixin. Lê çi jî bikin nikarin vîna me biþkinin. Malbat tenê dixwazin cenazeyên zarokên xwe wekî mirovan defin bikin. Mirov hene hêj nizanin gorên zarokên wan li ku derê ne. Dixwazin zarokên me bêxwedî nîþan bidin. Lê em tu carî dev ji zarokên xwe bernadin.”
Hat hînbûn ku Malbata endamê HPG’ê Kemal Muhammed (Zana Kewê) ê di 4’ê mijdarê de li gundê Dervatê yê navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da cenazeyê zarokê xwe wergirt. Dema rojnameya me diçû cenazeyê Muhammed dianîn Amedê.
Ev nûçe 211 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>