Eyup CELADET - STENBOL
Lîstika ku ji Pirtûka Rojîn Canan Akin û Fûnda Daniþman a bi navê ‘Ne Weke Hûn Dizanin’ ya ku bûyerên 1990’î yên li bakûrê Kurdistanê vedibêje,pêk hatiye dê di 16’ê kanûnê de li Þermola Performansê bê nîþandan. Ev xebata Akin û Daniþmanê çîroka þerê dijwar ê li Kurdistanê ku nifþê salên 90’î jêre þahidî kirine, vedibêje û bi piþtgiriya Teatra Demsalê derdikeve ser dikên þanoyê.
Dema ku ev pirtûk hate weþandin, rastî eleqeyeke mezin hat. Ulfet Sevdî, Rawîn Stêrk, Bîlge Açikgoz Denîz Karaca rola 4 çîrokên di pirtûkê de dileyizin, û bi heman navan dê derkevin ser dikê.
Di lîstika bi muzîk de çîrokên çar ciwanên bi nasnavên Stîlîlê, Wanbetan, Avrehan û Gever bi rejêyeke feminîst dinirxînin û bi taybet balê dikiþîne ser zahmetiyên ku jinan di wê demê de li Kurdistanê kiþandine. Destdirêjî û destavêtina di bin çavan de, îþkence, û pêkanînên hovane yên leþker û polîsan ên li derve li hemberî civakê pêk tînin, di naveroka lîstikê dê tê dîtin. Derhêneriya þanoyê Ulfet Sevdî dike û Gulîstan Sarbas, Hêvîdar Bakir, Havîn Fûnda Saç û Rawîn Stêrk têde cih digirin, û di lîstikê de stranên Dengbêj Xalîde yên der barê lîstikê de têne gotin. Nicolas Royer-Artuso ji bo her karekterekê kilamek û Bariþ Dodanoglu jî bi estrumentan hevkariyê dike. Mînyaturiya wê jî Canana ku xwedî karyereke navneteweyî ye dike.
Di dîmenên mînyatur a ku vîdeoyan bi riya sînevizyonê tê nîþandan de jî vegotinên piraniya wan tirkî û li hin cihan jî kurdî ne. Di lîstikê de her karekterek çîroka xwe bi xwe vedibêje, rejî li ser esasê ku lîstikvan û temaþevan cih bi hev biguherînin hatiye danîn. dê temaþevan bêne ser dikê û lîstikvan jî biçin cihê temaþevanan. Bi vî awayî dixwazin li Kurdistanê tiþtên ku diqewimin ‘Ne weke hûn dizanin e’ bide rojavayê Kurdistarê Li hin cihan jî dê temaþevan zoriyan bikiþînin jî hene. Karektera malbetan; ji bo biaxive, leþker li ber çavên wî tecawizê keça wî dikin… Gever telvî nava refên gerîlayan dibe…. Avrehan li ber çavên bavê xwe tê kuþtin… Bav û kekê Stîlîlê ji aliyê cerdevanan ve û xizmên wê jî ji aliyê Hizbullahê ve têne kuþtin… Wê ev dram di lîstikê de bê nîþandan.
Kostûm jî ji aliyê Berna Guler ve têne amadekirin û balê dikiþîne ser kincên neteweyî yên Kurdan. Her çendî naveroka lîstikê der barê þerên dijwar û tundiya salên 90’î yên li bakurê Kurdistanê de be, di dawiya lîstikê de banga wijdan û aqilê selîm tê kirin, ji bo aþitiyekê balê dikiþîn ser hincetên mirovahiyê.
Her wiha, Hasan Demîr û Denîz Karaca jî alîkariya derhêner dikin û wê lîstik di 16’ê kanûnê de li Þermola Performans bê nîþandan. Lîstik wê demjimêr di 20.30 de bê nîþandan. ANF
Ev nûçe 375 car hate xwendin.
Yên pêsî ||
ên pistî >>