AZADIYA WELAT - RÛPELA PÊSIN
 
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

08 Ocak 2012 08:34
‘Ne em rojnamegerî tê sûcdarkirin’

‘Ne em rojnamegerî tê sûcdarkirin’ Rojnamegerên girtî bang li çapemeniya netewî û navnetewî kirin û da zanîn ku ya tê darizandin pîþeya rojnamegerî û azadiya çapemeniyê ye, divê çapemeniya navnetewî mûdaxîlî doza rojnamegeran bibe

Rojnamegerên di encama serdegirtinên ajansa DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ajansa Etîk, Kovara Demokratîk Modernîte û Çapxaneya Gunê de hatin binçavkirin û girtin ji çapemeniya netewî û navnetewî re name rêkirin.
Di nameya rojnamegeran de wiha hate gotin: “Birêz hevpîþeyên me, em vê nameyê li ser navê 35 hevalên xwe yên di çarçoveya operasyonên KCK'ê de hatin girtin dinivîsin. Bêguman ev name di heman demê de li ser navê 100 rojnamevanên li Tirkiyê hatine girtin tê nivîsandin. Wekî ku hûn jî ji nêz ve diþopînin, li welatê me pîþeya rojnamegeriyê, di bin xetereya pênaseya 'terorê' de ye. Em û hevpîþeyên me ji ber rastiyan dinivîsin rûhevî sûcdariyên wekî; 'alîkariya bi terorê, yan jî propagandaya terorê' tên. Bi vê bisînor namînin ceza dibirin. Nûçeyên ku em diþopînin, wêneyên dikiþînin, çavkaniyên nûçeyên me, nivîsên em dinivisînin bi kurtasî hemû karê me wekî sûc tê nirxandin. Maye ku dema em rojnamegerên mûxalîf bin û pergalê rexne bikin, wê demê ji bo me pênaseya; 'rojnamegerên terorîst' dibe jêneger.”
‘EM NE SÛCDAR IN’
Di nameyê de hate diyarkirin ku îcar ji ber vê nêzîkbûnê 20'ê kanûna 2011'an li çar aliyên Tirkiyê 48 rojnameger hatin binçavkirin, ji 48 rojnamevanan 35'ê wan di rojekê de bi îdiaya; 'li ser navê komîteya çapemeniya KCK'ê xebat dimeþîne' hatin girtin. Di nameyê de wiha hate gotin: “Bi navê terorîzmê tên darizandin, lê hincet jî wêneyên hatine kiþandin, ragihandin, ji bo nûçeyan derketina derveyî welat û nûçeyên hatine çêkirin, hatin nîþandan. Li ser van tevan hewl didin ku me wekî ‘'endamên rêxistinê' nîþan bidin. Wisa diyar e ku ya tê sûcdarkirin ne em in rojnamegerî ye. Ya tê sûcdarkirin rûmeta vê pîþeyê ye. Lewma li hemberî vê yekê yên ku divê yên bê darizandin kesên ku îmze diavêjin bin vê bêhiqûqiyê. Em heta dawiyê karê ku dikin diparêzin û em ê derfeta darizandina rojnamegeriyê nedin tu kesî. Bêguman ev helwesta me ya birêgez, bi rûmeta vê pîþeyê ve girêdayî ye. Di vê mijarê de ya ku em ji xwe re wekî mînak digirin jî mîrateya hevpîþeyên me yên di oxira kevneþopiya çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dayîne ye.”

OBJEKTÎFÊ NÊZ BIKIN
Rojnamegeran wiha dawî anîn nameya xwe: “Azadiya çapemeniyê ne tenê ya me di heman demê de di bin berpirsyariya rêxistinên çapemeniyê ye jî. Lewma em bang li rêxistinên çapemeniya navnetewî dikin ku xwedî li berpirsyariya xwe derkevin û bi objektîf nêzî mijarê bibin. Ji bo ku hûn bibînin em di kîjan rewþê de ne, em bang dikin ku hûn jî mudaxîlê vê dozê bibin. Ev bang ji aliyê me ve banga xwedîlêderketina kelepora çapemeniya azad e.” ENQERE-DÎHA

Ev nûçe 223 car hate xwendin.
Yên pêsî || ên pistî >>
Add a comment

Bu habere yorum yazabilmeniz için üye olmanýz gerekiyor.
Ücretsiz üyelik için týklayýnýz!
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Sirove ( 0 / 0 )
Nûçeyên Polîtîka
Nivîskar »
1
Ehmedê Huseynî

Sibehên þopa te

Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû

Azadiya Welat

» RSS  » Site Map
© 2011-2011 Azadiyawelat. A DM-News Company. All Rights Reserved. Terms under which this service is provided to you. Read our privacy guidelines. Contact us.